Festîvala helbesta kurdî ya 14mîn: Xelatkirina helbestê an xelatkirina helbestvan? (2)
Dîrok: ÇáÃÍÏ 03 íäÇíÑ 2010
Mijar: Nûçe



2- Biroskedar


Evê helbestê xelata yekem ya helbesta nûjen wergirt.
Helbestvan: Zagros Osman

Birêz Zagros Osman nivîskarekî Kurd e, bi zimanê erebî dest bi nivîsandinê kir. Lê ev çend sal hewldanên xwe ber bi zimanê dayikê ve birine, niha gotar, helbest û çîrokên kurdî dinivîsîne.
Nivîskar Zagros Osman di festîvala helbesta kurdî ya 14mîn de bi helbestekê beşdar bû, helbesta wî ne tenê bi ser ket, belê pleya yekem jî anî. Ji dil pîroziya wî û hevalên din dikim.


Li vir dixwazim çend têbîniyên xwe li ser helbesta (Biroskedar) ya helbestvan Zagros Osman, ji xwendevanan re bînim ziman.
Di serî de navûnîşanê helbestê (Biroskedar) e, ev peyv ji aliyê vekîtê ve şaş e û tucarî wisa nayê nivîsandin.
Bêjeya Birosk: nerast e, lê di kurdî de brûsk heye, bi erebî (برق ) jê re dibêjin. Ji aliyê wateyê ve jî Biroskedar şaş e, çimkî di deqa helbestê ya erebî (wergerandina helbestvan bi xwe ye), daniye (Barîqe, بارقة)  anko çirûskek û çirûsk jî dibe. Paşkoka “dar” bi bêjeyê ve dibe, da wê ji rewşekê têke rewşeke din de, anko ew kesê ko bi kirdeyekê radibe, ew weke desthilatê dide wî, mîna (kole - koledar, gencîne - gencînedar, soz - sozdar, dildar.. h.d). 

Nivîskar Zagros Osman, nivîsên wî yên bi kurdî -bi dîtina min- bi giştî ziman di wan de lawaz e. Ev helbest jî mîna nivîsên din; nivîskar Zagros xwe ji evê pirsgirêkê rizgar ne kiriye. Wergirtina helbestê ji bo xelata yekemîn jî, ji berpirsiyariya komîta nirxandinê ye û hîç Zagros ne berpirsiyarê evê biryarê ye, çimkî ji kê re xelat derkeve nabêje na!
Wergarandina helbestê ya bi erebî di hevpeyivîna nivîskar Daryos Darî de ya ko bi Zagros Osman re kiriye, ji xwe ewê hevpeyivînê bêtir li helbestê haydar kirim.*

Di ewê hevpeyivînê de baş tê xuyakirin, ko birêz Z. Osman nû dest bi nivîsandina zimanê kurdî kiriye. Hêja dibêje “Piştî ko ez fêrî hinek emrazên ziman û wateyên gotinan bûm, min soz da mamostayê xwe yê zimanê kurdî, êdî ew dê deqên nivîsan ko serê xwe bi wan bilind bike, ji min bibîne. Berdewam dike: Mamoste daxwazên min bi cih anîn û bi lez ez jî bi xwe re ketim lezdanekê, piştî ko min nehîna xwe bi zimanê dê çareserkir, herweha ez bi xwe jî ji devokiya xwe dilaram bûm, ewê çêkirina nivîsandina toreyî li bal min hêsantir bike.” Werger ji erebî E. X


Daryos Darî di ewê hevpeyivînê de gotiye: (Eger em ji destpêka hewldanên Zagros di nivîsandina toreyê de bi zimanê dê bijimêrînin, em dê weke şagirtekî gulzarên xwendinê yên berî serateyî wî bibînin, çimkî hêj sala xwe ya sisêyan derbas ne kiriye. Ev dem ji zayîna helbestvanekî re pir kurt e… h. d) Werger ji erebî E. X


Têbînî:
1-
Pêvajoya  fêrbûna zimanê kurdî (tîp û hin wateyên gotinan) heya standina xelata yekemîn di helbesta nûjen de di du-sê salan de pêk hat.

2- Tev ko “mamostayê” birader Zagros yek ji endamên komîta nirxandinê bû, lê soza helbestvan Zagros nagihê asta forta helbestvan Ibrahîm Evdê, ya ko me di beşê yekê de ji evê doseyê da xuya kirin. Bi rastî jî fort û soz ji hev cuda ne, birêz Ibrahîm gotiye:
 
Bi pênûsan , kesên wek wî dema tên mihrecanan zû/ Gelek mêrxas û cengawer ji meydanê dibazin

Ev gefek eşkere ye, anko eger bi çi hêzê be ewê xelatê bivênevê bistîne. Nizanim mêrxas û cengawer çi karê wan li festîvala helbestê heye? Li gora ko ez dizanim, hêza helbestê ya pênûsê, ya rastnivîsînê, ya hevoka tekûz, ya wêneyê zîrek, ya tirazûya durist (eger helbesta kêşesaz be) ya nişkavî û ya babetê ye. Bi giştî yek ji evan xalan di helbesta “Gulzar” de tune bû, bi berfirehî di beşê yekem ji evê doseyê de min lawaziya helbesta Ibrahîm Evdê berçav kir.

BIROSKEDAR
Bi dîtina min, birader Zagros helbesta (Barîqe, بارقة) an (Çirûskek) ya ko bi kurdî navûnîşanê wê kiriye (Biroskedar), pêşî ev helbest bi zimanê erebî nivîsandiye û di dûv re ew kiriye kurdî, eger ne wisan be jî, bê guman di bin bandora hevedudaniya hevokên erebî de hatiye nivîsandin.
Ji komîta nirxandinê re şandiye, lê komîtê li ser çi têgeh û bingehan helbestvan Zagros li ser evê helbestê xelat kirine, ez tê negiham. Helbet mebesta min ne weke kes, ciwanmêr xwedî rêza xwe ye, lê ev helbest eger bi kurdî be an bi erebî be, şaşitiyên ziman tê de pir in.
Dixwazim her du deqan beraberî hev bikim û bidim xuyakirin; ka kîjan deq ya pêşî hatiye nivîsandin û hem lawaziya zimanê helbestê bidim ber çavan. Helbest bi giştî bi hev ve negirêdayî ye û helbestvan bi xwe jî gotiye min ramana helbestê ji nivîskara Ereb Mereh Albuqa’î biriye. Nivîskar Daryos Darî jî tiştekî balkêş gotiye: “Çawa helbestvanek di temenekî helbestvanî yî wisan kurt de (anko sê sal) xwe gihand evê astê û xelatek jî stand?”.

بــــــــــــارقة


حين جرفك موج المنافي .... بعيدا 
ارتفع قوس قزح .... في أفق نظراتك المشنوقة



BIROSKEDAR
(Di asoyên  awirên sêdarkirî de
keskesor bilind bû
pêlên dûrgehan
tu li ber xwe birin) Z. O

-  في أفق نظراتك المشنوقة , Di asoyên awirên sêdarkirî de
Werger lawaz e an jî deqa erebî ew jêder e? Di ya erebî de gotiye ( نظراتك, anko awirên te ) di ya kurdî de gotiye (awirên sêdarkirî النظرات المشنوقة)
أفق -  = aso – yekejmar e -  آفاق  asoyên awirên .. = gelejmar e
Eger em li ya erebî ne nerin û em tenê bi ya kurdî re bin, gelo gotina (BIROSKEDAR) tu wateya wê heye?
 
Wergera min

Çirûskek

(Gava pêlên dûrkirîgehan tu li ber xwe birin … dûr.
Di asoya awirên te yên dardakirî de keskesor bilind bû.) E. X

*************************************************

 وعلى أطلالك /جفل حجل الأماني /وتقصفت أجنحة  شحرور الحلم  /لأحرم من أسرار نهديك


(Li şûnwara, kewên hêviya terqiyan, şalorê xwena basko bûn, ji nehêniyên memikên te bêpar bûm.) Z. O
-şûnwara = şûnwaran

-şalor
: şalûr, şalûl

-xwena: xewn, xewnan

-hêviya = hêviyan

أطلال- =  kavil
Di deqa erebî de (kew: حجل) yekejmar û (hêvî: الأمنية,) الأماني  gelejmar hatiye; di ya kurdî de her du gelejmar in, (kew) kiriye (kewên) gelejmar û (hêviya, hêviyan). Herweha dem jî guheriye, çimkî (bûm) ji dema buhêrkê re tê û ( bêpar bibim:لأحرم) ji bo dema nuhok e.

Têbîniyeke giring: Hevoka helbestvan di deqa erebî de ji ya ko di deqa kurdî de ye, tekûztir e.
( وعلى أطلالك جفل حجل الأماني وتقصفت أجنحة  شحرور الحلم  لأحرم من أسرار نهديك)

(Li şûnwara, kewên hêviya terqiyan, şalorê xwena basko bûn, ji nehêniyên memikên te bêpar bûm.)
- Weke pirs, çi evê malika helbestî bi hev ve girê dide?

Wergera min
 

(Û li ser kavilê te, kewê hêviyan tertilî, û basikên şalûlê xewnê perçifîn, da ez ji razeyên pêsîrên te bêpar bibim.) E. X
*******************************************


على الأرض المطرزة بحشائش  /،،جقجق،، الجريح ... /المشرقة بالضياء ... /المروية بدماء محامد ثلاث ... /صيرونا أجانب !!
(Li ser xaka ku/ bi giyayê ceqceqê birîndar xemiliye/ bi tîrêjan diçirisîne/ bi xwîna sê mihemedan avdaye
em kirin biyanî) Z. O

- xemiliye = xemilî ye

- mihemed = Mihemed

-
Hevoka (em kirin biyanî) çi girêdana wê bi evê malika helbestî ve nîne.
Kê em kirin biyanî?

- Hevoka  (bi giyayê ceqceqê birîndar xemiliye)
(Giyayê li ber Ceqceq) herweha mirov dikare bibêje (av, qûm, kevz û pirika Ceqceq) lê giha ne yê Ceqceq e, (giha, yê ko li ber çem şîn dibe).
- Hevoka (bi xwîna sê Mihemedan hatiye avdan) helbet ev taybetiya helbestvan e, ko ew çi di helbesta xwe de binivîsîne, lê wek pirsekê li bal xwendevan çê dike, gelo ew xak tenê bi xwîna sê Mihemedan hatiye avdan?


Wergera min

(Li ser xaka ko bi gihayê Ceqceqê birîndar, nexişandî ye/ ya ko bi ronahiyê geş e/ ya ko bi xwîna sê Mihemedan hatiye avdan,/ em biyanî kirin) E. X


*********************************************


الليل حمال الهموم/ يلملم الأحلام /أجدني سيكارة في نكهة شفتيك/ املىء الدنيا دخانا /حتى يدلف ثلج صدرك الناصع /علىفراشات خيالي قطرات فتنة/ تبعثني من الموت/ وتفجر بركان الخمود
 (Şev barhilgêra derdaye/ xewna dicivîne/  di mizeya  lêvên te de/ xwe çixarak dibînim/ cîhanê tijî dûman dikim 
da ku lêlava sînga sipî/ bi ser pinpinîkên xeyalan/ dilopên dilkêşiyê bikin/ û ji mirinê min vewerînin 
û volkanê damiryayî bi teqînin) Z. O

- barhilgêr = barhilgir

- dardaye   = derdan e

- xewna = xewnan

 - mize = ?

- sipî = spî

- lêlav = lîlav, ji herikandina ava berfa pişaftî hatiye.
{Gotina lî, lîk û (Leak) ya ingilîzî jî nêzîkî evê wateyê ye (herikî, herikîn)}.
 
- vewerînin = bînin, vegerînin

- damiryayî = vemirî

- bi teqînin = biteqînin

Wergera min

(Şev barhilgira derdan e;/ xewnan dide hev./ Di bihinxweşiya lêvên te de xwe çixarak dibînim./Cîhanê tije dûman dikim,/ ta ko berfa sînga te a boz bibe lîlav/ li ser perwaneyên endîşeya min çipikên spehîbûnê/ ji mirinê, min divegerînin./ û volkana vemirtî dipeqînin.) E. X

**********************************************

بشارة هو ... نجم السهيل /لكن حلكة تقرص شتلات الأماني/ تحيل شمام الظنون ... حنظلا /لهذا لم تعد الملائكة تغني 

(Qurix mizgîniye/ lê reştarî qurinçoka dide/  lemên hêviya/ şimamokên baweran dike petrîşok/loma firîşte 
stirana na bêjin) Z. O

- Qurix = Gelawêj

- mizgîniye = mizgînî ye

- qurinçoka = qurincokan

- hêviya = hêviyan

- na bêjin = nabêjin

Wergera min
(Gelawêj ew mizgînî ye,/ lê reştariyek qurincokan dide şitlên hêviyan./“şimamokên” gumanan dikin petrîşo
ji lew ra firişte nema distirên.) E. X
**********************************************


أرانب التساؤل .. /نقار خشب الرجاء /خفافيش التيه .../قنافذ الواقع.../هجعت في فكري 
(Kevroşkên pirsê/ çikçikanên lava/ jojiyên riyalîzmê/ barçemokên sergerdanê/ di ramanê de lûsiyan) Z. O
Wergera min

(Kîvroşkên pirsînê/ çikçikoyên hêviyê/ berçemokên windabûnê/ jîjoyên ketwariyê/ di ramana min de lûsiyan.) E. X


Gerek di ber evan şiroveyan re jî, em bala xwe bidin girêdana malikên helbestî, ko her yek ji wan ji ya din cuda ye û tu girêdana movikî di navbera wan de nîne. Her malikeke helbestî ramaneke xwesr ji ya din heye.

*********************************************

طيف يقول : الـُرحل سيقتلون النهر
وعدالة السيانيد ستضع فوهات المدافع في صدغ المهوسين بالحرية


(S
awek dibêje/ wê revend çem bikujin/ û dadmendiya siyanîdê/ devê topa têxe cênîka hewesdarên azadiyê)  Z. O

- revend = الجالية

الـُرحل-  = koçer

- topa = topan
Wergera min

(Şevengek dibêje: wê koçer çem bikujin/ û dadmendiya “siyanîdê”/ wê devlûleyên topan têke cênîka hewesdarên azadiyê.) E. X

***************************************************
من خوفنا صَررنا قامشلو /بالهموم البهية ... /وخرقة العفة ... /والأحزان الوشيكة ... /وبحار الشوق ... 
(Ji tirsa/ me qamişlo pêça/ bi xemên qudoş/ paçikê rûsipîtiyê/ bêzariyên li hemana/ golên bîrhatinan... ) Z. O
- بحار الشوق = deryayên coşê

- qamişlo    = Qamişlo

- Di evê hevoka erebî de jî şaşitî heye (صَررنا قامشلو) gerek (صُررنا قامشلو) çimkî ji gotina (buxçik, الصُّرَّة) hatiye.

- bîrhatinan = ذكريات

- Pakî=  الطهارة-العفة .

“E. Xanî gotiye:
Pakîze û pakîbaz ew çûn, Dûşîze û serfiraz ew çûn….
Pakîze sirişt û ehlê insaf”

Wergera min

(Ji tirsa xwe,  me Qamişlo, bi derdên xweşik, bi paçê pakiyê, bi xemgîniyên nêz û deryayên coşê pêçand.) E. X
*****************************************

في مروج  الاستلاب نحلة شرهة في حقولك /تنشقت رحيق الذهول /فانقضت عليها سرب دبابير /نهبت خلايا غايتي /وأتلفت مواسم التلاقي /ثانية ... كان حظي علقما
 (Hingivoka dilbijok, li mêrgên dagêrkirî,  şîrava fêtekariyê, di zeviyên te de hildimije, kelmoza heftcarkan lê derbûn kewarên omîdan talan dikin, werzê hevdîtinê diperitînin, pişka min zilindare) Z. O
-. Hingivok = Heng, hing


- Dagêrkirî = dagîrkirî


- Fêtekariyê = matmayînê


- kelmoza (yekejmar e) heftcarkan lê derbûn (gelejmar e) = kelmoz (kilmoz) derbû


zilindare  = zilindar e

****************************************


في المدن العاهرة /أتبعثر ملايينا /أيهما خلاصي ... أنت أم الموت
 (Li şehristanên pûşt, bi milyona bela dibim, felata min çiye, tuye an mirine) Z. O
-. bi milyona bela dibim = bi milyonan belav dibin


- felata min çiye =  felata min çi ye?

- tuye an mirine = tu yî an mirin e? 
*****************************************

معاناة خفية /تجر مجرة مجهولة بينك وبين الله /تحط بها على ظهر اوركيش /ذوي السيقان المتفحمة أجهضوا التلة /طحنوا لقى القلب /ليعكفوا عكازة الحقيقة
 (Êşdîtina veşartî, galaksîkeke nepen, dikşînin orta te û xweda, li ser pişta orkêş datîne,  çîmşewitiyan gir beravêtî kirin
û qehfikên dil hêran, gopalê rastiyê xwar kirin) Z. O

- dikşînin = dikişîne (yekjmar e)

 - xweda   = Xweda

- orkêş = Orgeş, Orkeş

- çîmşewitiyan gir beravêtî kirin: Peyva “gir” nêr e û “beravêtî” ji mê re tê gotin.
 “ çîmşewitî”: Rengdêr e, li vir pirsek heye gelo ji kê re gotiye, dost an dijmin? Bê guman ji dijmin re ye, ji ber “gir beravêtî kirin” baş e, çi saloxa hêzê an neyartiyê an dagîrkirinê di rengdêra ““ çîmşewitî” de heye?

- Êşdîtina veşartî galaksîkeke nepen dikşînin orta te û xweda:Êşdîtina veşartî” yekjmar e,
“dikşînin” gelejmar e, anko yên ko dikişînin gelek in. 

- gopalê rastiyê xwar kirin: Bi dîtina min, ew rastiya ko pal da ye ser gopal(eger ew rastiya kêşeya me be); bila ew ji binî ve tune be. Vêca di vir de ne gotiye “rastî xwar kirin”; belê gopalê ko rastiya kêşeya me, pala xwe da ye ser, ew xwar kirin!?   
**********************************************
كما ... لعنة /قراض المظالم /تمسك عصافير غيمة /تتطاول على الريح /خوفا من إياب طائر الرخ إلى سماءك /اتهموا الحكاية /ليمنعونني عن قراءتك /يريدون اقتلاع جذور الحور من أعماقي
(Wek nifirekê..,qijnikên bêdadiyê ,bi çêlîkên tava girtin, çavsorî li ba kirin, ji tirsa ku sîmir,li ezmanê te vegere..   
çîrok sûcdar kirin, nahêlin te bixwînim,  dixwazin koka sipîndarê ji hinav rakişînin) Z. O
قراض المظالم- = qijnikên bêdadiyê = Qijnikên stemkariyan

(dad= wekhevî,عدالة )

تمسك عصافير غيمة- = bi çêlîkên tava girtin, = Çivîkên ewrekî digire

تتطاول على الريح- = çavsorî li ba kirin = Destdirêjiyê li bayî dike

-çîrok sûcdar kirin = tawan kirin

ليمنعونني عن قراءتك - nahêlin te bixwînim = Da min ji xwendina te qedexe bikin

يريدون اقتلاع جذور الحور من أعماقي- dixwazin koka sipîndarê ji hinav rakişînin = Dixwazin kokên spîndarê ji kûrahiyên min rakin.
*******************************************
كلما ركبت المطر /يحجزون السماء /حتى لا يهطل رذاذ وصالك
i cara ku li baranê siwarêm 
ezman tê girtin    
jibo xunava dîtinê nebare) Z. O

يحجزون السماء- =  Asîman digirin

وصالك- = gihandina te, hevdîtina te

كلما ركبت المطر-= Çi cara ku li baranê siwarêm  = çi cara ko li baranê siwar dibim

يحجزون السماء- = ezman tê girtin     = Asîman digirin
********************************************
في زمن الاغتصاب .... /اسمع صرخات المسافات ..  /وصدى الحسرات ... /وفي شلال شعر ونسمات بهاء /تتراءى  ملامحك تخض دماغي ...  /وتطير زرازير الروح ... /تقيس حضورك الممتنع /آه من تسوناميات السكر قي شفتيك ...
/تموج قبلة قاتلة لتتفتق في رونق ربيعك إحدى وعشرون زهرة /تروي حسراتي /كي تهدأ بحار الأسى على الضفتين 


(Di rojên çarsingokirî de, qîriqîra qonaxa, û vedenga  keseran dibhîzim, di sûlaveke helbestî  û sura lacwariyê de 
rûxsarên te dibînim, beytikên can di firînin,  mejî di çelqînin..,  amedebûna ewişandî dipîve
ax ji tisonamiyên şekirî di lêvan de, pêlan didin xwe, bi mijek kujer,bîst û yek gul, di rûdariya buhara te de bişkivîn..
xweziyan   av didin, jibo kendalên derya êşan, li herdû hêlan bitebitin) Z. O

في زمن الاغتصاب - Di rojên çarsingokirî de = Di dema zorbaziyê de

صرخات المسافات- qîriqîra qonaxa = Qîreqîrên qonaxan = Qîreqîrên dûriyan

وتطير زرازير الروح ...- beytikên can di firînin  = Û zerzûrên can difirin (zerzûr kurdî ye)
 
-Beytik: Çivîk e, ne zerzûr e

تخض دماغي ...-  mejî di çelqînin..   = Mejiyê min diçelqînin

تروي حسراتي- xweziyan   av didin = Keserên min av didin
-Xwezî = أمنية
-Keser = حسرة

كي تهدأ بحار الأسى على الضفتين -  = Da deryayên derdan li her du peravan aram bibin.

Di deqa kurdî de  ( jibo kendalên derya êşan li herdû hêlan bitebitin) =
Mebest ji vê hevokê, ya ko ne bi kurdî û ne bi erebî baş derbirîn kiriye: Da kendalên derya derdan li her du peravan aram bibin.

كي تهدأ - Bitebitin =gotina “bitebitin” ji gotina erebî ثبات hatiye = Aram bibin
*************************************************************
 تموج قبلة قاتلة لتتفتق في رونق ربيعك إحدى وعشرون زهرة
(pêlan didin xwe bi mijek kujer bîst û yek gul  di rûdariya buhara te de bişkivîn..) Z. O
- قبلة قاتلة mijek kujer = Ramûsaneke kujer

 تموج قبلة قاتلة لتتفتق في رونق ربيعك إحدى وعشرون زهرة
Ev wergera hevoka ko bi erebî nivîsandiye, lê ya bi kurdî ne wek evê wateyê tê, ji hev cuda ne.
Bi kurdî gotiye:  (pêlan didin xwe bi mijek kujer bîst û yek gul  di rûdariya buhara te de bişkivîn..) Z. O
(Ramûsaneke kujer pêl dide, da di ciwaniya buhara te de bîst û yek kulîlk bibişkivin.) E. X
**********************************************************
أي ،،سيـپاني خلاتي ،،/الجرح لا يضيع /ما زال في حوافر الحمَـل البري /وفي سخرية الرب /و في هموم ،،خجي ،،وآلام/،،سيامدو ،،/الغصن تشرب دما /نصيبنا من العشق ... معاناة  

(Sîpanê xelatê /birîn winda nabe  /hîn di simê beranê kovî /û qeşmeriya xewda 
û derdê xecê û nalîna siyamedo deye, /xwînê li pîjê benîştokê vegirtiye, /para me ji evînê êşdîtine) Z. O

- xecê= Xecê

-siyamedo = Siyamendo

-xewda = Xweda

-deye = de ye

ما زال في حوافر الحمَـل البري- = الحمَـل = Berx e, ne beran e
Li vir helbestvan Zagros berankovî mebest dike, ji efsaneya Xecê û Siyamend gava ko beranê kovî simê xwe li defa sînga Siyamend dixe û wî ji Sîpên tîne xwarê.

هموم ،،خجي--  = derdê xecê = derdên Xecê

وآلام ،،سيامدو- = nalîna siyamedo = êşên Siyamendo
*****************************************************
زمنا متعدد المرافئ /والمسافات تفرعت اقاليما /وأنا بزئبق الأيام المفقودة أحصي فرضيات الوصول /كي ابعث أشلاء  مملكة


ax pirbendere.., qonaxa şax bi herêman ve berdane, bi sîmava rojên windayî, girêmanên gihiştinê dihejmêrim..      
jibo cendekên qiralgehekê  şîn bibin) Z. O

زمنا متعدد المرافئ - = Çax pirbendere.. = Demek pirbender e

والمسافات تفرعت اقاليما- = qonaxa şax bi herêman ve berdane, = Û dûriyan pejikên herêman dane,
yan jî (şaxherêm dane)

وأنا بزئبق الأيام المفقودة أحصي فرضيات الوصول- bi sîmava rojên windayî

-sîmava= Sîmav = Ava zîv e

زئبق- = Cîwe

وأنا- : Ev di hevoka kurdî de ne nivîsandiye
û ez bi cîweya rojên windayî, pêwistiyên gihaştinê dihejmêrim. E. X
*****************************************************
دم يسيل ,مهما امتصه ضحاكو العصر ,يسيل ثانية ,ويعود إلى هذا التراب ,هذا الدم الذي لا يتعكر ,هو دمك ودمي !!
(Xwîn dirije, çiqasî Ejdehakên serdemê wê bimijin, ..dîsa diherike, li vê xakê vedigere..
ev xwîna ku şelû nabe a meye.) Z. O
يسيل = diherike
 
Heman gotina”  يسيل” carekê “dirije” û cara din “diherike” wergerandiye.


a meye =  ya me ye.. di ya erebî de هو دمك ودمي  daniye, anko “ya min û te ye”

Têbînî:

1- Di evê doseya taybet de nerîna xwe tînim ziman, hîç mebestên kesayetî tê de nînin. 
2- Kar û barê festîvalan pir giran e, dizanim ciwanmêrên ko bi evê xebatê radibin pir diwestin, wek ko “Goşt bê hestî nabe” kar jî bê kêmasî nabe, ji bo xebat û westandina komîta amadekar û ya nirxandinê jî spas dikim û serkeftinê ji wan re divêm.
3- Wek ko ez rexneyan li nivîskar an helbestvanan dikim, ji mafê wan e jî ko bersiv an bervedêriya xwe bikin. Lê hêvîdar im ko bi zimanê kolan û sûkan em li hev venegerînin.
4- Hin kes hene carina bi navine sexte nivîsên xwe li dijî min belav dikin, ez ne dijî tu nerînê me, xwezî karibin bi wêrekî, bi navê xwe ê rast û durist helwesta xwe derbirîn bikin.

Jêderên doseyê:

Nûbuhara piçûkan- Ehmedê Xanî
Avestakurd
: Mihrecana helbesta kurdî ya 14em li Sûrî (Mehmûd Badilî)
http://www.avestakurd.net/author_article_detail.php?article_id=602
Semakurd: Ji bo Xelîlê Sasûnî …Helbest: (Dildarê Aştî)
http://semakurd.net/kurdsema/index.php?news=785
Avestakurd: Wax wax hewaraaaaaaaa (Ciwan Nebî)
http://www.avestakurd.net/author_article_detail.php?article_id=354
دردشة مع الشاعر زاكروس عثمان
http://www.alnoor.se/article.asp?id=63276
Nivîsên ko bi evê babetê ve girêdayî ne:
Rexne yan tewanbarî Ibrahîm Ebdî (Keser )
http://www.welateme.org/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1923
Rexne yan tewanbarî Ibrahîm Ebdî (Keser )
http://www.avestakurd.net/news_detail.php?id=7612
Qurmiçandina qurmiçandinê - Silêman Azer
http://www.avestakurd.net/author_article_detail.php?article_id=624
Festîvala helbesta kurdî ya 14mîn:
Xelatkirina helbestê an xelatkirina helbestvan? (1)
http://www.avestakurd.net/news_detail.php?id=7536


Dûmahî heye…

Jêder Avestakurd
Ezîz Xemcivîn


1- Di evê doseya taybet de nerîna xwe tînim ziman, hîç mebestên kesayetî tê de nînin.  2- Kar û barê festîvalan pir giran e, dizanim ciwanmêrên ko bi evê xebatê radibin pir diwestin, wek ko “Goşt bê hestî nabe” kar jî bê kêmasî nabe, ji bo xebat û westandina komîta amadekar û ya nirxandinê jî spas dikim û serkeftinê ji wan re divêm. 3- Wek ko ez rexneyan li nivîskar an helbestvanan dikim, ji mafê wan e jî ko bersiv an bervedêriya xwe bikin. Lê hêvîdar im ko bi zimanê kolan û sûkan em li hev venegerînin.4- Hin kes hene carina bi navine sexte nivîsên xwe li dijî min belav dikin, ez ne dijî tu nerînê me, xwezî karibin bi wêrekî, bi navê xwe ê rast û durist helwesta xwe derbirîn bikin.
îpanê xelatê /birîn winda nabe  /hîn di simê beranê kovî /û qeşmeriya xewda  û derdê xecê û nalîna siyamedo deye, /xwînê li pîjê benîştokê vegirtiye, /para me ji evînê êşdîtine) - xecê= Xecê-siyamedo = Siyamendo-xewda = Xweda-deye = de yeما زال في حوافر = الحمَـل = Berx e, ne beran eLi vir helbestvan Zagros berankovî mebest dike, ji efsaneya Xecê û Siyamend gava ko beranê kovî simê xwe li defa sînga Siyamend dixe û wî ji Sîpên tîne xwarê.هموم ،،خجي--  = derdê xecê = derdên Xecêوآلام ،،سيامدو- = nalîna siyamedo = êşên Siyamendo *****************************************************زمنا متعدد المرافئ /والمسافات تفرعت اقاليما /وأنا بزئبق الأيام المفقودة أحصي فرضيات الوصول /كي ابعث أشلاء  مملكةax pirbendere.., qonaxa şax bi herêman ve berdane, bi sîmava rojên windayî, girêmanên gihiştinê dihejmêrim..       jibo cendekên qiralgehekê  şîn bibin) زمنا متعدد المرافئ - = ax pirbendere.. = Demek pirbender eوالمسافات تفرعت اقاليما- = qonaxa şax bi herêman ve berdane, = Û dûriyan pejikên herêman dane, yan jî (şaxherêm dane)وأنا الأيام المفقودة أحصي فرضيات الوصول- bi sîmava rojên windayî-sîmava= Sîmav = Ava zîv eزئبق- = Cîwe : Ev di hevoka kurdî de ne nivîsandiyeû ez bi cîweya rojên windayî, pêwistiyên gihaştinê dihejmêrim. *****************************************************دم يسيل ,مهما امتصه ضحاكو العصر ,يسيل ثانية ,ويعود إلى هذا التراب ,هذا الدم الذي لا يتعكر ,هو دمك ودمي !! wîn dirije, çiqasî Ejdehakên serdemê wê bimijin, ..dîsa diherike, li vê xakê vedigere.. ev xwîna ku şelû nabe a meye.) يسيل = diherike Heman gotina”  يسيل” carekê “dirije” û cara din “diherike” wergerandiye. a meye =  ya me ye.. di ya erebî de هو دمك ودمي  daniye, anko “ya min û te ye”1- Di evê doseya taybet de nerîna xwe tînim ziman, hîç mebestên kesayetî tê de nînin.  2- Kar û barê festîvalan pir giran e, dizanim ciwanmêrên ko bi evê xebatê radibin pir diwestin, wek ko “Goşt bê hestî nabe” kar jî bê kêmasî nabe, ji bo xebat û westandina komîta amadekar û ya nirxandinê jî spas dikim û serkeftinê ji wan re divêm. 3- Wek ko ez rexneyan li nivîskar an helbestvanan dikim, ji mafê wan e jî ko bersiv an bervedêriya xwe bikin. Lê hêvîdar im ko bi zimanê kolan û sûkan em li hev venegerînin.4- Hin kes hene carina bi navine sexte nivîsên xwe li dijî min belav dikin, ez ne dijî tu nerînê me, xwezî karibin bi wêrekî, bi navê xwe ê rast û durist helwesta xwe derbirîn bikin.
معاناة خفية /تجر مجرة مجهولة بينك وبين الله /تحط بها على ظهر اوركيش /ذوي السيقان المتفحمة أجهضوا التلة /طحنوا لقى القلب /ليعكفوا عكازة الحقيقة  ( veşartî, nepen, dikşîn orta te û xweda, li ser pişta orkêş datîne,  çîmşewitiyan gir beravêtî kirin û qehfikên dil hêran, gopalê rastiyê xwar kirin) - dikşînin = dikişîne (yekjmar e) - xweda   = Xweda- orkêş = Orgeş, Orkeş- : Peyva “gir” nêr e û “beravêtî” ji mê re tê gotin.  Rengdêr e, li vir pirsek heye gelo ji kê re gotiye, dost an dijmin? Bê guman ji dijmin re ye, ji ber “gir beravêtî kirin” baş e, çi saloxa hêzê an neyartiyê an dagîrkirinê di rengdêra ““ çîmşewitî” de heye?- “ veşartî” yekjmar e, “dikşînin” gelejmar e, anko yên ko dikişînin gelek in.  - : Bi dîtina min, ew rastiya ko pal da ye ser gopal(eger ew rastiya kêşeya me be); bila ew ji binî ve tune be. Vêca di vir de ne gotiye “rastî xwar kirin”; belê gopalê ko rastiya kêşeya me, pala xwe da ye ser, ew xwar kirin!?   **********************************************كما ... لعنة /قراض المظالم /تمسك عصافير غيمة /تتطاول على الريح /خوفا من إياب طائر الرخ إلى سماءك /اتهموا الحكاية /ليمنعونني عن قراءتك /يريدون اقتلاع جذور الحور من أعماقيek nifirekê.., , çavsorî li ba kirin, ji tirsa ku sîmir,li ezmanê te vegere..    çîrok sûcdar kirin, nahêlin te bixwînim,  dixwazin koka sipîndarê ji hinav rakişînin) قراض المظالم- = = Qijnikên stemkariyan(dad= wekhevî,عدالة )تمسك غيمة- = = Çivîkên ewrekî digireتتطاول على الريح- = çavsorî li ba kirin = Destdirêjiyê li bayî dike-çîrok sûcdar kirin = tawan kirinليمنعونني عن قراءتك - nahêlin te bixwînim = Da min ji xwendina te qedexe bikinيريدون اقتلاع الحور من أعماقي- dixwazin koka sipîndarê ji hinav rakişînin = Dixwazin kokên spîndarê ji kûrahiyên min rakin.*******************************************كلما ركبت المطر /يحجزون السماء /حتى لا يهطل رذاذ وصالك i cara ku li baranê siwarêm  ezman tê girtin     jibo xunava dîtinê nebare) يحجزون السماء- =  Asîman digirinوصالك- = gihandina te, hevdîtina teكلما ركبت المطر-= i cara ku li baranê siwarêm  = çi cara ko li baranê siwar dibimيحجزون السماء- = ezman tê girtin     = Asîman digirin********************************************في زمن الاغتصاب .... /اسمع صرخات المسافات ..  /وصدى الحسرات ... /وفي شلال شعر ونسمات بهاء /تتراءى  ملامحك تخض دماغي ...  /وتطير زرازير الروح ... /تقيس حضورك الممتنع /آه من تسوناميات السكر قي شفتيك .../تموج قبلة قاتلة لتتفتق في رونق ربيعك إحدى وعشرون زهرة /تروي حسراتي /كي تهدأ بحار الأسى على الضفتين في زمن الاغتصاب - i rojên çarsingokirî de = Di dema zorbaziyê de صرخات المسافات- qîriqîra qonaxa = Qîreqîrên qonaxan = Qîreqîrên dûriyanوتطير زرازير الروح ...- beytikên can di firînin  = Û zerzûrên can difirin (zerzûr kurdî ye) -Beytik: Çivîk e, ne zerzûr eتخض دماغي ...-  mejî di çelqînin..   = Mejiyê min diçelqîninتروي حسراتي- xweziyan   av didin = Keserên min av didin-Xwezî = أمنية-Keser = حسرةكي تهدأ بحار الأسى على الضفتين -  = Da deryayên derdan li her du peravan aram bibin.Di deqa kurdî de  ( jibo kendalên derya êşan li herdû hêlan bitebitin) = Mebest ji vê hevokê, ya ko ne bi kurdî û ne bi erebî baş derbirîn kiriye: Da kendalên derya derdan li her du peravan aram bibin.كي تهدأ - Bitebitin =gotina “bitebitin” ji gotina erebî ثبات hatiye = Aram bibin************************************************************* تموج قبلة قاتلة لتتفتق في رونق ربيعك إحدى وعشرون زهرة(pêlan didin xwe bi bîst û yek gul  di rûdariya buhara te de bişkivîn..) - قبلة قاتلة = Ramûsaneke kujer تموج قبلة قاتلة لتتفتق في رونق ربيعك إحدى وعشرون زهرةEv wergera hevoka ko bi erebî nivîsandiye, lê ya bi kurdî ne wek evê wateyê tê, ji hev cuda ne.Bi kurdî gotiye:  (pêlan didin xwe bi bîst û yek gul  di rûdariya buhara te de bişkivîn..) (Ramûsaneke kujer pêl dide, da di ciwaniya buhara te de bîst û yek kulîlk bibişkivin.) **********************************************************أي ،،سيـپاني خلاتي ،،/الجرح لا يضيع /ما زال في حوافر الحمَـل البري /وفي سخرية الرب /و في هموم ،،خجي ،،وآلام/،،سيامدو ،،/الغصن تشرب دما /نصيبنا من العشق ... معاناة   îpanê xelatê /birîn winda nabe  /hîn di simê beranê kovî /û qeşmeriya xewda  û derdê xecê û nalîna siyamedo deye, /xwînê li pîjê benîştokê vegirtiye, /para me ji evînê êşdîtine) - xecê= Xecê-siyamedo = Siyamendo-xewda = Xweda-deye = de yeما زال في حوافر = الحمَـل = Berx e, ne beran eLi vir helbestvan Zagros berankovî mebest dike, ji efsaneya Xecê û Siyamend gava ko beranê kovî simê xwe li defa sînga Siyamend dixe û wî ji Sîpên tîne xwarê.هموم ،،خجي--  = derdê xecê = derdên Xecêوآلام ،،سيامدو- = nalîna siyamedo = êşên Siyamendo *****************************************************زمنا متعدد المرافئ /والمسافات تفرعت اقاليما /وأنا بزئبق الأيام المفقودة أحصي فرضيات الوصول /كي ابعث أشلاء  مملكةax pirbendere.., qonaxa şax bi herêman ve berdane, bi sîmava rojên windayî, girêmanên gihiştinê dihejmêrim..       jibo cendekên qiralgehekê  şîn bibin) زمنا متعدد المرافئ - = ax pirbendere.. = Demek pirbender eوالم&





Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1945