Helbestvanź kurd: Hamid Bedirxan.. Hin ji helbestźn wī, ū rexne:
Dīrok: ĒįĪćķÓ 31 ĻķÓćČŃ 2009
Mijar: Nūēe



Xalis Msewer:

Pêžya hertižtî ez ji kûrbûna dilê xwe jina kurd ya resen û netewperwer û hezkira wêje û wêjevanên kurd, Nazlî Xelîl Elî diya Fûad, spas dikim ku hevqasî qedir daye helbestvanê kurd Hamid Bedirxan, û wefadarbû ku ev helbestên wî yên hêja bi westandin çapbike û rist û helbestên wî yên hêja ber destê her malek û xwînereke kurd bigihîne.


Hamid Bidirxan di sirûda xwe ya bi navnîžana (Ev aso) de weha dibêje:
Ez lažekim ji cawê dûrbûnan
Ji rengan ji av û genim
Ez lažekim ji ževên zivistanê û  rojê
Havîneke bi žewat û bihara xwenê
binê kaniyan
Xwena min wendayî
Navnî‏žana rêzan (Ev aso) dide xuyakirin ku helbestvan bi vê navnîžanê,  çê li warekî nîzîk dike, yan jî ew helwêsta kesên li vê dinê xizan û bêpar tîne ziman, û xwe jî ji wan cuda nabîne ango xwe bi jiyana van kesan re tevlihevdike û di dil û hinav wan ya bi kul û keder de jiyan dibe û cihdigre, ew jî çaxê bi awayekî dubare dibêje - Ez lažekim ji cawê dûrbûnê…Ez lažekim ji ževên zivistaê- Ev dûbarbûn û zivistan jî nîžan û sembola zehmetkêžî û berxwedaneke mizin mirov kare bipesinîne, ku xwnên azadiya xizan û karkeran di ezmanê xeyala xwe ya fereh de dibîne, lê dawî xwena wî mixabin naçe serî û di binê kanya de wendadibe…Ev cênavê yekem – ez – ku dûbare dibe, dide xuyakirin hevkirtin û yekîtiya helbestvan bi van kesên bêmical re heta bidawî heye.
Ji alyê istîtîk û hunerî jî, em dibînin ku Bedirxan di rengê helbesta nûjen de rêzên xwe siwardike, lê bi naverokeke kevin û kilasîk van rêzan watedar dike. Dîsanê li vir du wêneyên nûjen hene ew jî çaxa dibêje – Xwena min wendaye – Û yê din dema ku dibêje - Bihara xwenê – Ev rista bihara xwenê, wateya wê ne mîna xwena biharan tê naskiein, ji ber wilo helbestvan karîbû di vir de xwen û xeyalên  xwe, mîna bihareke rengîn bi kesayetî(تشخيص) bi laž û gewde bike.     
Lê tê xuyakirin ku helbesta Hamid Bedirxan bi piranî helbesteke pabedî(إلتزام) û mebestîye (مناسباتية), ku dema helwêst û naveroka wan buhirye û derbasbûye, ango mîna van helbestan bi piranî di dema sofyetê de cihdigrtin, lê nayê wê manê ku ev helbestên bi qîrîn û halan û raperên dema wan li hemû waran çûye … na.. ewna hê jî ji milet û kesên bnidest û xizan re ronî û rêberin. ji ber ku niha jî miletên xizan û binidest hene, û bi vî rengî helbesta Hamid Bedirxan dikeve nûbûn û rojevê de.  Hamid Bedirxan carekedin di sirûda xwe ya bi navê (Heyv li ser çiyêye) de  dibêje:  
Di deryan de mîna li bejayê
Hût lêgalan dinivîsin
Û çivîk cezadibin
Ev rêzên ha di rengê sembol hatine rêzkirin û watedan, ango bi van sembolan helbestvan weha dibêje: Hene ew kesên burciwazî ku mîna hûtên bejayêne, û çavê wan ji pera nayên dagirtin, û lêgalên abûrî û civakî ligorî kêva xwe û berciwendiyên xwe datînin. Li vir peyva çivîk bi  sembola qatên karkir û xizan û bêmical hatine bikaranîn, ku ev hûtên Burciwazî bi lêgalên xwe yên kedxur cezayên giran didin van qatên xizanan, ku ew jî qatên bincivakîne  gelek astengî û zehmetyê dikžînin.  
Lê dîsanê dibêjim: Tevlî ku wêneyin dilsozî di ristên rêzan de xuyadikin jî, û tevlî ku ev helwêsta helbestan di dema sovyetê de bi nirx û havilbû, lê ev wêneyên sembolî mîna – Hût - Çivîk- dema wan pir nemaye, û  kesek nema li ber bayê wan pir têne hejandin, ango xwênerê van rêzên helbestî nema pir bi wan kêfxwež dibe, û ji ber vê kevinbûna demê tu lezeta helbestî bi xwîner re nayê afirandin.
Ji ber wilo dibêjim: Tevlî ku Hamid Bedirxan helbestvanekî zîrek û mezine jî, lê zîrekbûn û dahênanên xwe ya helbestî, sê çaryê wê di helbesteke babetî û demçûpyî de qurmiçandine, ku kesek bi piranî nema li yên wek van helbestan guhdardike.
Tižtê bala mirov dikžîne jî, ewe ya ku helbesta wî ji ber mebesta wê ya civakî û netewî û prolîtarî bi rengekî tenik û hesan hatiye siwarkirin û lêkdan. Ji ber ku  divabe xwênerê bindest û xizan jê fambike ku karibe doza mafê xwe bi xurtayê li dakergir û kedxuran bike. ji ber wilo helbestvan mecbûr maye ku bi awakî pir hesan û tenik (شفاف), û bê xeyalek fereh rêzên xwe bihûne.
Ji vir tê xuyakirin ku Hamid Bedirxan helbestvanekî xwedî pirensîb û kosmopolît bû, ango ji hemû gelan re bi helbestên xwe stiraye, ji ber wilo em dinêrin ku Žamê paytexta Sûryê mîna afrênera sosretan pesinandiye û dibêje:   
Û Žam afrênêra sosretaye..paytexta karkeraye..
Û li ber devê çemê asî û li dora ferat..
Em li ser hêviyan jiyan bûne
Hamid Bedirxan ji miletê xwe yê kurd re jî stiraye, û azerî û felaketa heleçpe û pînc hezar pakrewanan bi tundî li bîra xwe tîne û dibêje:    
Ew pînc hezar kesbûn
Û li paž wan deh hezar bûn
Se eta bêbextiyê bi ser wan de hat
Û hemû mirin
Pênc hezar mirov û hinek
Ne kûçikbûn.
Li vir bi cênavê /ew/ û bi zîrekbûn helbestvan karîbû xwîner bi bal wateyên sirûda xwe de bizîvirîne û bihêle lêguhdarbike û guhê xwe mîna melayê Magiyan (الكهنة الماغيون) li wan miçbike.
Dibêjim jî: Helbestvan livir rêzên xwe bi žêwazek pexžan, û cênavê yekem û dîscurc (خطابي) û narrative (سردي) siwarkirine, ku ev žêwaz hêrzên mirov radikin û wî bi ceger û dilawer dikin. Bi peyv û firêzên mîna – bêbextiyê – hemî mirin - ne kûçikbûn -  ku bi hêrz û dilsoz mirov dixin nav fikaran û hestên wî tevradikin, û nefret û kîneke bêhemta li dijî xwînxwaran  dixe hinava agahdar û xwêner xwe de. Helbestvan weha karîbû bi zîrekbûn tabloha çenceke bi kužtin û xwîn û qêrîn ji tiracîdîka dîroka kurda re bi ahîn û nalîn biafirîne.  
Bi awakî din jî mirov kare bêje: Ku Hamid Bedirxan destek daye žorežvan û žervanên kurd yên ku li serê çiyan û newalan žerdikin û žoreža wan pîrozdike û dibêje:
-  Li ser pesar û serê çiyan žer dikin
……..
li nav daristan û newalan
bi hêvî me ku dengê min bigihê
wan kesên ku
bêtirs dimirin
Blê weha pir diyare ku helbestvanê me, bi hêviyeke mezine ku dengê wî bigihêje wan kesên ku li pesarên çiyan, û li newal û nav daristanan de bêtirs dimrin. Evna gotinên helbestvanekî ku bi bûyerên miletê xwe ve hatiye girêdan têne xuyakirin, lê em karin bêjin jî ku dema tu milet bi nav nekirine, ji ber wilo ev rêzên žorežkêrî ji hemû miletên bindest re hatine stran û gotin. Lê dîsanê dibêjim: Ku ji aliyê istatîkî û hunerî de, ji bilî hêrzan û hesta mêranyê, tu wêneyên helbestî yên nûjen ku mirov li ber bayê wan bêhejandin tê de nexwyane. Lê tevlî wilo dibêjim jî: Ku rêzên van sirûdan bi awakî resen û tekûz bi hev ve hatine girêdan (الوحدة العضوية), û di siyaqeke pir bedew û xwežik rist û hevokên rêzan bi hev ve hatine girêdan û hûnandin, ku nefesa helbestvanekî mezin û payebilind ji van xwežxaneyên (قصائد) helbestî de difûre û bilind dibe. 








Cihź ev nūēe jź hatiye: Welatź me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vź nūēeyź navnīžan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1942