PYDKS-Yekîtî nameyek ji SPD wergirt
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 25 ÏíÓãÈÑ 2009
Mijar: Nûçe



  Piþtî ku þaxê navend û baþûrê Elmanyayê yê Partiya Yekîtî ya demoqrat a Kurd li Sûriyê-Yekîtî- çalakiyek fireh bo helkeftina bîranîna 61an a roja ragihandina navnetewî ya mafên mirov, li dar xist û bang li raya giþtî ya ewropî û navnetewî kir, da ku piþtgiriya gelê Kurd li Sûriyê bê kirin, û herwiha peyamek protestoyê derbarê kuþtina leþkerên Kurd di artêþa Sûriyê de di rewþine nepend de, ji desthiladarî û perlemanê elmanî re þand, nameyek ji nûnerê komika Patiya Sosyalîst a demoqrat a Elmanyayê SPD û berdevkê fermê yê mafên mirov û komîteya alîkariyên mirovane birêz Christoph Straesser wergirt. Ev e naveroka wê:


Ji komika SPD a perlemanê Elmanyayê
Bo birêz Silêman Hesen
Endamê þaxê navend û baþûrê Elmanyayê yê Partiya Yekîtî ya demoqrat a Kurd li Sûriyê-Yekîtî-
Birêz Silêman Hesen
Gelekî spas ji bo nameya we, ya ku we di 14.12.2009an ji serokê komika SPD di perlemanê Elmanyayê birêz Frank-Walter Steinmeier re þand. Ewî jî nameya we ji min re guhast.
Arîþeyên Kurdan li Sûiyê ji min re diyar in. Komika SPD û komîteya mafên mirov û komîteya alîkariyên mirovane di perlemanê Elmanyayê de derbarê mafên mirov bi awayelî rêkûpêk civînan di dar dixin.
Em dê di dema pêþ de rewþa mafên mirov a xerab û zor û herwiha ya Kurdên Sûriyê di riya daxwaznameyekê ji perleman re, girtûgo bikin.
Di gel rêz û silavan
Christoph Straesser
Nûnerê SPD û berdevkê mafên mirov û komîteya alîkariyên mirovane di perlemanê Elmanyayê de 
18.12.2009 Elmanya/Berlîn








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1936