Li xwe vegere
Dîrok: ÇáÎãíÓ 24 ÏíÓãÈÑ 2009
Mijar: Nûçe




Azer Osê

Ji vê Zindanê derkeve,
û ji serê salê re,
dilê xwe radestî, demsalên wê,
û xwedanê xwe û wan
bi nermî mîna nermahiya maçên xwe,
û nermahiya kenê laþê yar,
bike.


Der bi der bigere
Lêv bi lêv bixwîne
Çva bi çav xilmaþ bike
û bera rewanê te, di nava rewanên hezkiriyên te de
mêrgên bê av
bi av bike.
Deng ji te nayê.
Cih, bêyî te, li qebqeba Kewan guhdar nake.
Gotin û hevok
birîndarin.
Berya Mêrdînê, bê þivane
Rojhilat
û Rojava
ji roka çavên te,
bê parin.
...............
Hege li te dabin,
û têlên dil, li hev dabin
Xwedanê xwe,
bi bîr bîne
û bi pênûsa xwe
helbestên jîna,
ku bi xwe kine
û wê kin dikin
binivsîne.

24.12.20

Hannover








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1935