Helbestên daran (6)
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 22 ÏíÓãÈÑ 2009
Mijar: Nûçe




Husên M. Hebeþ

Xwîþk û bira

Deriyekî ji pencereyekê hez kir
Piþtî demeke dirêj…
Xwestin bizewicin
Çûn ba bijîþk
Xwîna xwe kontirol kirin
Derket ew xwîþk û birayê hev in!


Dar û Gerden

Darekê ji stûyê xwe yê dirêj re
Gerdenekî zêrî xwest
Çivîkên wê deverê
Xwe wek gerdenekî dan berhev
û bi germî xwe xistin stûyê wê.

Dexs

Dareke kin
Bi yeke dirêj re got:
Bes e pirr dirêj nebe
Tu çiqasî dirêj bibî
Serê te nagihîje azmanan.
Dara dirêj xwe xwar kir
û di guhê wê de got:
Êdî bes e dexsa te
Êdî bes e…

Bonn 2009








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1932