Gure… destekî te.. yê dî... gore
Dîrok: ÇáÓÈÊ 19 ÏíÓãÈÑ 2009
Mijar: Nûçe



 
Mehmûd Badilî

Çavên te dibijin
zevîyên genimê min
û simbilên rewanê min
ji tîna awirên te
dişewibin.


Xewnên min
li baxên te
pelin payîzîne.

Tûjin…
tîrên dewlemendiya te
di mêrga giyanê min de
birîneke kûrim
li ser eniya te.
 
Li ber çavên te
penaberekî berdîwarim
û hişyarî li ba te
paçikekî bi qirêje.

Ba
ji bêhna tilîyên te…
sotina xwe
li bejîbûna sîya min
gûr dike.
 
Dareke stûxwarim
ji bayê zordarîya te.

Çirîskên keskahîya min
di mija dilbijandina te de
vedimirin.
 
Li asîmanê rewanê te
peyvên min ewrên giranin
ji alafa xurebûna1 te
diçikin.

Li asoyên te
tilîyên min pinpinîkin
ji taya laşê te
dişewitin.  

Li peravên êvarên teyî mest
tevna pistepistê dijenînim
û bêdengîya min
di guhê jiyana te de
qebeqebe.

Deşta sînga min
çêreya kerîyên arezûyên2 te ye
çola laşê min
gêreya leperûşkên te ye
lê di çavên te de
hebûna min
zixure!.

Tu damarên xwe
bi xwîna sergeştiya min
geş dikî,
û geşiya min
di gelîyên tarîya te de
derbidere.

Firişteyên tênegihiştî
ji lêvên teyî werimî re
hingivê sirûşa3 min
dilop
bi dilop
diwerivînin.
 
Bi kincirên4 hejarîya xwe ve
dikişkişim…
bi asoyên bînçikiyayî
bîngeşiya asîman
dirêsim
û jiyan çêlkewe
di nav pencên te de.

Ligorî xewnên te
nexşeya cîhanê dipîvim
di mestiya westandina xwe de
bi çiyayên xwe re
diaxivim
û çiya…
di mijê de
radipelike xwe.

Daxwazên xwe
li pesarên hêvîyê
radixim
wek sêwîyekî.

Tu talanên xwe
bi xwêdana min
kedî dikî
û teşîya mirinê
li ser çonga xewnên minî piçûk
dirêsî.
 
Li hember nijdevaniya te
destê min li ser dilê mine
tu ronahîyê
di tarîya birçîbûna goşt û xwînê de
tevlaş5 dikî,
û keleha ezîtîya xwe
bi keldûmana keda min
ava dikî.

Gure… destekî te
yê dî... gore
û helbest kêle6.

------------------------------------------------------------
1-    Xurebûn :   جشع، شره
2-    Arezû:  الشهوة
3-    Sirûş: وحي، الهام
4-    Kincir:  أسمال، الثياب البالية
5-    Tevlaş:  اغتصاب
6-    Kêl: شاهدة القبـر







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1929