Rexne yan tewanbarî
Dîrok: ÇáÃÍÏ 13 ÏíÓãÈÑ 2009
Mijar: Nûçe



Ibrahîm Ebdî (Keser )

Kekê hêja û ezîz :Ezîz Xemcivîn
Min gotara te ya li ser mihrecana helbesta Kurdî ya14mîn  xwend , ji bilî tewanbariyê û beravêtina kar ,min tiþtek têde nedît . (Xwezî ku nerîna min þaþ be ), ev jî ne ji xweber tê , û li cem cihê pirsê ye .
Min  li te venedigerand heger ku te helbest tenê, û bi rengekî ekadîmî rexne bikira û þaþiyên di helbestê de bida xuyanî . Di wê çaxê de minê bigota: Spas û bijî ji te re .


Keko :Heger te xwe hinekî westandiba berî te ev gotar nivîsî ba ,bê guman dê nivîsîna te ne bi vî rengê þaþ derketiba ,û belkî te ji kok de li ser mihrecanê ne nivîsî ba.  
Were dê em bi hev re têkevin warê terazûya helbestê . Malikên helbesta min ( Gulzar ) ji du ceman hatiye , cemê pêþîn ji (16) movika ye , û cemê paþîn ji (15) movika ye , û malikên helbestê tev bi vî awayî hatine ristin.Ev reng-terazû di helbestên Cizîrî de bi piranî peyda dibin. Mînak :
Pirsiyarê li me carek bike þêrîn dehena min  (16) movik e
Kû perihtîne firaqa te li ser derd û xemê    (15) movik e
Ger bi bim ber te sucûdê , di dema keþf û þuhûdê (16) movik e
Me li dil dê bi dirit pertewê nûra qidemê       (15) movik e
Mînakek dî :
Ax û oxên min ji dil tên , lê ji ber tîra qizil tên (16) movik e
Yan ji kovanên di kul tên , jê dizêt her xûn û zox(15) movik e
Xûn ji dil co co rewan tê , wek e`qîq û erxewan tê (16) movik e
Lê ji dest selwa ciwan tê , ew þepala þeng û þox (15) movik e
Ma gelo Cizîrî hayê wî ji terzûyê nebû , yan terazûya helbestên wî çewt e  ?!. (mamoste Ezîz tenê vî tiþtî dizane ).
Lê ji ber kekê min Ezîz kêm zanîn û çewte di vî babetî de , cemê malikên helbesta min kêm movik û çewt dîtiye .
Li gorî nerîna mamoste Ezîz:  
(Kîta (û) di helbestên Melayê Cezîrî û Seydayê Xanî de jî, ji ber ko ewan helbestên xwe bi tîpên erebî diristin kîta (we) ya erebî bikar tanîn. Ev kît li gora (we) ya erebî dihat ji ber vê yekê jî di tirazûkirina helbestê de bask ( - ) anko “deng nizm” dihat. Lê dema nuha em tîpên latînî bikar tînin, ew (we) ya erebî nema gerek e; çimkî em (û) ya rasterast bilêv dikin û hem coreyekî wê yî nivîsandinê, yê xweser heye, ji lew ra ew (û, / bala) ye û deng bilind e).
Gelo ku nuha mirovek were û tîpên helbestên Melayê Cezîrî û Seydayê Xanî veguhêze Latînî(hatine veguheztin) wê ew tîpa (û) ya pêwend çawa bête nivîsîn û xwendin????!!!
Keko Ezîz:Kêþeya helbestê dengê kîta ye ,ne rengê nivîsînê ye.
Çi  kesên ku di warê terazûya helbesta Kurdî de nivîsîne, û tev de jî helbestvan û lêkolîner in wek ( Seydayê Cegerxwîn , Mehmûd ê Sebrî , Deham Evdulfettah ……) , tîpa (û) ya pêwend sivik dikin ango bask tê nîþan kirin dema di cihê tîpeke bask de were , lê kekê min Ezîz tim vê tîpê bala nîþan dike , ji ber vê piraniya malikan bi veçirandina wî çewt hatine .Heger wisa bî helbestek Seydayê Cegerxwîn durist nayê , wê tev de þikestî û çewt bin .wek mînak :
Seydayê Cegerxwîn wisan dibêj e :
Bilinde bejn û bala te
-  /      -   /     -   /  /   -
Li ser taca te ezmane
-     /     /   / -  /      /  -
Kitanek reng sipî daye
 -     /     /   / -  /      /  -
Serê Zozan û Sîpan e
-     /     /   / -  /      /  -
Ev helbesta Seyda li ser vê pêlikê ye ( -/// ) ango mefaîlon مفاعيلن ya Erebî hatiye ,û li ser pêlewaza (behra) Hezec e . lê heger tîpa (û) ya pêwend tim bala were xwendin ( li gor nerîna Ezîz ) wê ev helbest þikestî be, û ev ne rast e  keko .
Di warê qurmiçandina gotinan de ,te ji mamoste Jan Dost pirsiye wek te gotiye ,û wî bersev daye ,çima tu ji ya xwe venagere ?. were ez çend mînakan þanî te bikim:Cizîrî ji dêvla ku bêje (revandim ) dibêje (revam) , û ji dêvla ku bêje (guh bide ) dibêje (guhde) û pir mînak hene lê xuyaye ku te helbestên wî nexwendiye.
Çi kar bê kêmasî nabe ,û her du komît ya amadekar û ya nirxandinê, karekî giran-buha dikin ji bo li dar xistina mihrecanê û pêþxistina helbesta Kurdî . Ma tu nizanî çiqas zehmetî û dijwarî peyda dibin ta ku civînek biçûk li dar dikeve, îca çawa mihrecanek wisa mezin , ma gelo metirsî li ser kesên ku bi vî karî radibin tune ye?. Yan jî ew naxwazin ku di cihekî xweþtir de mihrecanên xwe li dar xin?!.
komîta nirxandinê cihê baweriyê ye , û ew tê hilbijartin ji hêla komîta amadekar  , û heger wan helbesta min, yan helbestên kesên dî jî nas kir bin yan nas nekir bin,ew pileyan bidin helbestê tenê,  ne ku didin navê helbestvan , û xelatkirin ya helbestê ye ne ya navê helbestvan e , (heger navê wî çibe).

***************************************************************************







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1923