Nivîskariya Kevirbirî bi panelek serkeftî de pêk hat
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 08 ÏíÓãÈÑ 2009
Mijar: Nûçe



  Nivîskar Salihê Kevirbirî bi pirtûkên xwe yên ku edebiyata kurdî bi toreya dengbêjan, meqaleyên "hevirtirþî", hevpeyvînên li gel kesayetiyên Kurd bi teyba xwe ya aktîv qeydkirî û weþandî, wergeriya çendîn nivîskarên berzku kirî kurdî û dewlemendkirî, beþdarî panelek edebî li Kitêbxaneya Kurdî li Stockholmê bû. Panel ji alî rojnamevan Gabar Çiyan ve hate birêvebirin.


Di destpêka panela - nivîskariya Salihê Kevirbirî, de Serokê Kitêbxaneya Kurdî Newzad Hirorî bixêrhatinek germ li Kevirbirî û beþdarên panelê bûn kir. Hirorî li ser xebata edebî, rojnamevanî û nivîskarî ya Salihê Kevirbirî rawesta û nirxek bilind da qelema wî. Paþî nirxandinên Newzad Hirorî, birêvebirê panelê Gabar Çiyan bi lêgerînan di nav edebiyata Kevirbirî û pirtûkên wî de, pirsên aktuell ku karîn edebiyata Kevirbirî bi beþdarvanan baþtir bidin nasîn rêz kir.
Çiyan rola edebiyata devkî ku dengbêjan di hunera Kurdî de xemilandiye de rolek girîng da edebiyata Salihê Kevirbirî û ji pirtûka "Filîtê Quto" hin beþ xwendin. Bi pirsên rojnamevan Gabar Çiyan û bersîvên Salihê kevirbirî, ew carnan çûn Qefqasya, carnan Ermenistanê, Sibiryayê, herêmên Xerzan, Omeriyan, Torê û h w d...
Piþtî navbeyneke ku Kevirbirî pirtûkên xwe imzekirin ve,  beþa duyem a panelê pêkhat. Amadevanan ku çendîn nivîskar û rojnamevanên Kurd di nav de bûn - pirsên xwe li ser edebiyata Kevirbirî û pirtûkên wî kirin. Salihê Kevirbirî yek û yek bersîvên pirsan dan.
Bi pêkanîna vê panelê Kitêbxaneya Kurdî li Swêdê û birêvebirê panelê rojnamevan Gabar Çiyan xebatek hêja kirin ku amadevanên panelê li ser edebiyata Salihê Kevirbirî zêdetir bûn xwedî zanyarî û hezkirinek berztir ji edebiyata Kurdî re peyda bû...

Bergeh – ASOsat TV







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1920