Sedemên rasteqîne yên çalakiyên PKKê…
Dîrok: ÇáÃËäíä 07 ÏíÓãÈÑ 2009
Mijar: Nûçe



Îbrahîm GUÇLU
ibrahimguclu21@gmail.com

Li Komara Tirkiyeyê, pirsa neteweyî ya Kurd pirsa sed salî ye. Ev pêvajoya sed salî, pêvajoyeke gelek bi xwîn û dijwar e. Kurd, dema ku ji aliyê Komara Tirkiyeyê de hatin înkar kirin û mafên wan hat xesip kirin, serîhildan. Serîhildana neteweya kurd ji sala 1919-an dest pê kir, heta sala 1938-an bi serîhildana Dersîmê dawî hat.  Hezar mixabin serîhildanên milî yên Kurd ji alýyê dewletê de bi qetlîam û jenosîdên leþkeran hatin þikandin û temirandin.


Piþtî serîhildanên milî yên li Kurdistanê, demeke dirêj gelê kurd û berpirsiyarên wan ji derveyî siyasetê man û kurd li ser qedera xwe desthilatdar nebûn. Komara Tirkiyeyê, di 1946-an de biryar girt, ku gorî dinyaya demokrat tevbigere. Ji bona vê jî, pêvajoya pirpartitiyê dest pê kir. Kurdan di vê pêvajoyê de helwesteke serbixwe û otonom nîþan nedan. Di partiyên dewletê û tirkan de siyaset meþandin. Bi taybetî jî di Partiya Demokrat de cîh girtin. Lewra Partiya Demokrat, bi awayekî ji dewletê azad û otonom tevdigeriya û bi hêzên navneteweyî û Emerîkayê re di nav danûstandinekê de bû û ji bûyerên Herêma Kurdistanê re nezîkatî nîþan dida. 

Kurd, di sala 1959-an de ji bona xwe û ji bona mafên xwe yên neteweyî ketin nav hewildaneke gelek qels û bê rêxistinî. Ev hewildana domdar nebû. Bi hepiskirina 50 kesî, ev pêvajoya hat dawî. Ew doza wek Doza 49-an tê bi nav kirin.

Di salên 1960-î de kurdên çep di nav Partiya Karker de cîh girtin. Partiya Demokrat ya Kurdistana Tirkiyeyê di sala 1965-an de bi qadroyeke gelek qels û kêmhejmar ava bû. Tevgera serbixwe ya kurd, bi avabûna DDKO-yê qerektereke kîtlewî û vekirî û legal qezenç kir. Ji wê demê vir ve di 40 salî de Tevgera Bakurê Kurdistanê di gelek merheleyan re derbas bû û gihîþte vê qonaxê.

                                                         *****

Li Tirkiyeyê, di van mehên dawî de pirsa neteweyî ya Kurd di rojevê de pirsa yekem û girîng e. Li ser pirsa neteweyî ya Kurd minaqeþeyên gelek girîng hene. Hikumetê jî, ji bona xwe pêvajoyek tespît kiriye û projeyekê ji bona xwe dimeþîne. Armanca hukumetê ew e, ku dewletê jinûve ava bike; meþruiyeta dewletê, bi demokrasiyê, bi “pirsa kurd”, bi globalîzmê, bi Yekîtiya Ewrupayê qezenç û fireh bike. 

Li hemberî projeya dewlet/hikumetê, kurd, xwediyê projeyeke neteweyî, hevbeþ, rasyonal, nûjen nînin. Bi taybetî jî, wek aktor PKKê/DTPê ji vê pêvajoyê berpirsiyar in. Lê DTP/PKKê jî, ji bona ku “pirsa kurd” çareser nebe hewil didin. Lewra serokerkaniya Dewleta Tirk û PKKê bi hev re naxwaze ku pirsa kurd çareser bibe. Desthilatdarî û serweriya wan bi vî awayî dom bike. Ji bona vê jî, PKKê di çarçewa dewleta kûr û serokerkaniya Tirkiyeyê de tevdigere.

Di van rojên dawî de PKKê,  bi sedema ciyê Ocalanî û salvegera damezirandina 31 salî ya PKKê ketiye nav çalakiyan. Ev çalakiyan di vê merheleyê de pêwîst nînin, lê dîsa jî PKKê van çalakiyan pêk tîne. Ev jî sedemên çalakiyan tîne rojeva minaqeþeyê. Ez bi xwe ne di wê baweriyê de me, ku sedemên çalakiyên PKKê yên demên dawî sedemên tên nîþan dayin, nînin. Lewra wek tê zanîn ji bona Ocalanî hepisxaneyeke nû hat ava kirin. Ocalanî berê li hepisxaneyê bi tenê dijî. Di hepisxaneya nû de hevalên wî anîn cem wî. Ew û hevalên xwe her hefteyê çend seatan hevûdu dibînin. Wusa diyar e, ku Ocalanî ji vê yekê kêfxweþ nîne.  Ji bona vê jî sedema tê diyar kirin, sedema rasteqîne nîne. Sedemên din hene ku Ocalanî ne rehet e û ji rewþa xwe îro xwediyê gilî û gazinda ye. Gorî baweriya min sedema esasî ew e, ku Ocalanî dema ku bi tenê bû û li îmraliyê di bin kontrol û bandora leþkeran de bû, gorî dilê xwe û hêzên piþtgir/hevalbend tevdigeriya. Hukumetê, di hepisxaneya nû de kontrol girtiye destê xwe, loma Ocalanî jî, ji vê rewþê ne rehet e.

Li cem vê yekê, ji bona çalakiyan sedemên giþtî hene. PKKê di vê merheleyê de di nav kurdan de desthilatdar e û bi riya DTPê di Meclîsa Tirkan de tê temsîl kirin. Hikumetê ji bona pirsa neteweyî ya Kurd gorî xwe û gorî paradîgmaya xwe pêvajoyek tespît kiriye û projeyekê dimeþîne.  Di vê pêvajoyê de divê PKKê bi riya DTPê bibe teref, projeyeke layiqî neteweya kurd pêþkêþ bike û li ser mesaya bazarê cî bigre. PKKê ji bona ku xwediyê projeyeke neteweyî nîne, dewlet/hikumet bibêje ku were li ser maseyê rûne jî, dê qebûl neke. Lewra dema ku li ser maseya bazarê rûne, di nav gelê kurd de deþîfre dibe û gelê kurd dê fahm bike ku PKKê ji bona berjewendiya neteweyî xebat nake. Ji aliyê din de dewleta kûr û hêzên ku bi Ocalanî re di nav pêwendiyê de ne nahêlin, ku ew bibin teref û di pirsa kurd de berpirsiyariya xwe bîne cîh.

Ji aliyê din de, ev pêvajoya, bêçekbûna PKKê jî tîne rojevê. PKKê dema ku di bazara sivîl û demoklratîk de bibe teref, divê dev ji çek berde. Lê ew jî ne li berjewendiya PKKê û elîta desthilatdar ya PKKê ye. Lewra hebûna PKKê û elîta rêvebir di çekdarbûnê de ye. PKKê bi çek heye û bi çek ava bûye; dema ku dev ji çek berde PKKê jî diqede.

Dîsa PKKê nikare DTPê, rêxistinên din yên girêdayî xwe, endamên xwe, maliya xwe kontrol bike û bandora xwe bikare bidomîne. Li cem vê yekê serokatiya PKKê bi çekan karîzmayekê û karîyerekê qezenç dikin.

 

Amed, 03. 12. 2009  








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1915