Jiyan û wateya wê
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 24 äæÝãÈÑ 2009
Mijar: Nûçe



Aze Osê

Di dawiya meha dehan de, û li Þamê paytexta komara Sûriyê, Li Zindana Edra, di ser 170  ê Endam û alîgirên Patiya Yekîtiya Demokrat ( PYD ) ê
û li hemberî bê dadiyê ketin rojiya birçîbûnê û ta niha jî berdewam dikin.
Wate ewe, ku ew buhayê vê yekê dizanin û dizanin bê nirxên wê çine, anku jiyan bi xwe û bi taybet jiyana gelê kurd li baþûr Rojavayê Kurdistanê di qonaxeke giring re derbas dibe, piþtî ku desthilatdariya Sûrî bûye wekî Qeroqoleke Komara Tirkiyê, û hemû xwestekên Tirkiyê û bi taybet li dijî vîna gelê kurd pêk tîne.


Van tekoþer û xebatkarên gelê Kurd, bi biryarek wisa bi nirx û rûmet, bala hemû kurdistaniyan bi ser xwe ve anîn, û diyar kirin, ku tû hêz nikare wan  ji boyî xwestekên pîroz, bi paþde  vegerîne.
Dixwazim bi van hevokan, bala hemû sazî, partî û rewþenbîrên kurd bikþînim, ku xwedî li xebatkar, û hezkiriyên xwe derkevin, ji ber ewin yên ku hemû nirxên me diparêzin, ewin yên ku dijminên gelê Kurdistan, di kesayetiya wan de, nikare vîna Gelê kurd biþkîne.
Gelê kurd, xwedî çandeke mezine, xwedî zimanekî þêrîne, xwedî dîrokeke kevnare, xwedî leheng û qehremanên bedewin
lê ya ku kurdan qels dixe, û dijminên wan þa dike, ewe ji hev dûr bûn, ne bi hev re,  li ser tiþtên bingehîn yên ku qedera wan dixe tirsnakiyê, axaftin .
Lê roj, meh, û salên girîng derbas dibin, ku kurd destên xwe deynin ser birîna xwe, û bi xwe derman jê re bibînin.
Vaye tekoþerên kurd, li Edrayê û ji boyî mafê gelê xwe ( li Baþûr Rojavayê Kurdistanê ) serî hildidin û dîwarê tirsê li hemberî sitemkaran diþkînin
Evin yên ku hiþyariyê bi xwe re tînin, û dibine sembol ji hemû rengên civata kurd re.
Qehremanên kurd, dîwarê tirsê li hemberî dijmin hildiweþînin, lê xwestek ewe ku dîwar di nav bera partiyên kurd de were hilweþandin
Ev kesên dilovan hêviyên yekîtiyê xurt dikin, û wê paþerojê ji tarîyê, ronî bikin.
Gelê Cîhanê li ser tiþtên xweyî sembolîkî yekîtiya xwe çêkirin û civatên xwe bi rêvebirin.
Bawerim dem hatiye, ku Gelê kurd, yekîtiya xwe, li ser qurmên bingehîn  çêbike û serê werîs di dest xwe xe,
ta ku dîlana xwe wekî xwe li dar bixe.
silav ji berxwedana we re
silav ji evîna we re
her dem hebin
bijîn
24.11.2009






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1908