TENHA TU
Dîrok: ÇáÃËäíä 16 äæÝãÈÑ 2009
Mijar: Nûçe



 
Bavê Narîn
 bavenarin@hotmail.com

Tiya evînê, ta dikarî dil û cergê min bidoþ
Ava jiyanê ger binoþî?fermo ji kan’ya min binoþ


Warim ji dildojên evînê re, hemin kanî me ez
Cana’m bese,derdan nekoj,kanî ziwa nabê bi lez

Hîv im li asmanê evînê, ger bivê ez tê me xwar
Stêran bibarînim, seva te’y reþ bikim cejn û bihar

Derdan ji çavên te bimalim, dûr bixim yara delal
Ma ne mixabin tu nebînî Sorgul û Beybûn û La’l

Sûndê bi çavên te dixwim,ta ez hebim dê yar tu bî
Eþkenc bi min þêrîn dibe ger hevdem û cinar tu bî

Fermo,li ser çav û dilan,çav rênêrîna te dikin
Bax û gulîstanên dilan, bêr’ya cinîna te dikin

Gorî te bim, kengî jiyana bê evîn pîroz dibe !?
Xemla biharê bêyî te, kengî li wê Nîroz dibe!?

Xewnin hemû naçin serî pirsê dikim: Cana’m çima?
Dadî ev e ma ey Xweda kolê te bim nêva xema !?

Ger rojekê te gote min, nasî di nêva me’d nema
Çêbûm û va dimrim bizan, ku d’nêv dilêm tenha tu ma







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1894