Mizgînxêrkê azadiyê: Ihsan Fetahyan (helbest)
Dîrok: ÇáÓÈÊ 14 äæÝãÈÑ 2009
Mijar: Nûçe



 

 Ji bo rewanê Ihsan Fetahyan evê hebestê diyarî dikim.
                                             Ezîz Xemcivîn

Min dixwest karibim berî kindirê,
ewê gerdena pîroz, biramûsim.
Karibim bi dengekî zîz kesera keskesorê ji dil bistirînim.
Karibim niviþta pakrewanan li hustê te bigerînim.


Bila Qadî kindira rizyayî diyarî axa Kurdistana te bikira.
Bila Þêxê pîran silavek li dilê dayika te bikira.
Bila adara xemgîn hine li destên bûkên xwe bikira
Bila evînê ji kewara kindira te; basikên xwe li hev bixistana.
Bila nimêja li ber dergehê çavên te, gazî Xwedana danê bikira.
Bila stema badekê têk biçûya
Û bila masî ji keviya kindirê bixeyidiyana.
Gogên destûran di lîsgehên dilêriya me de teqiyan.
Berfên agirîn çolbir dane ser þopa Kurdgawiran.
Xewneke cansivik silavên te ji min re anîn.
Li ser palgeha ko bi hêsiran dorpêç bûyî,
kulîlkên dengê te gazî xameya min dikirin.
Ez bûm perîk
di tabloyeke gurînî de,
min ew çav kirin berx.
Mîjokê lîlava tekoþînê!
Hela were û bi Xwedayan re bipeyive.
Hela were û nameya Pêximberan ji Ayetullahan re rave bike!
Hela were û Xocayê Xizir bi xwe re bîne
û bêje çima te ew zarokê bêguneh kuþt?
Delalo!
Nikarim te ji gunehan biparêsim,
ji Izrayîl weye ko Çirto û Virto
Isa û Mûsa ne!
Yê ko ji oksicînê bêpiþk
her ew Kurdê bê ol û bê ber e!
Delalê min
di pêkenînê de em ji þîr vebûne,
di rûkenînê de em ji hinguv vebûne,
di olê de em ji bin mexmerê derketîne,
di jiyanê de
sûravka me daye ser lêvên qurnefelan.
Ey awaza berba ketî
Fireþteyê havîna gunehan,
tirhikê dilê zagros
axxxxxxxxxxxxxx
ko ew çiyayê serqot li bin pêyên te ba.
latên naherifîn cil û bergê te bana,
pirîskên hêrsa te, di mejiyê mejîgeniyan de bibana qotik.
Kî ji me ji nebûnê re ye?
Û kî ji me dê li nebûnê vegere?
Ji min re bêje
Kî dikare te bi kindirê bitirsîne?
Silavan li hunerbazên tariyê bike.
Eger bêjing rogir be
Bi riha Ayetulahan bimale.
Bila destê gulveþar
li ser sêla wêrekiya dilê te biþewite.
Here kurê bavan,
Roniya gavên te
li aniya dîrokê roniya xebata te ye.
Here civata qehremanan
mizgînxêrkê azadiyê be.

12.11.2009

Ezîz Xemcivîn
xemcivin@live.com

jêder:
AVESTA







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1889