NAMEYEK JI BIRÊZ ÎHSAN FETAHYAN RE
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 13 äæÝãÈÑ 2009
Mijar: Nûçe



Salih Bozan
Salihbozan@hotmail.com

Ez dizanim ev nameya min nagihêje te, û bi rastî ez nizanim ji kê re dinvîsim. Tiþtek di hundirî min de, min mecbûre vê nameyê dike.
Salên min þêstin, lê ez du caran li ser te giriyam. Carekê gava min peyvên teyên li ber dardakirinê xwendin, û cara din gava min di ROJ-TV de bihîst ku te nehîþt mêrkujên te kursiya di bin nigên te de kaþkin, te bi xwe nigê xwe lêxist. Heta di vê rewþê de, tu lîderê çarenûsa xwe bûyî. Giriyekî bi min girt weke ku di dirêjiya van salên min de, di hundirî min de kom bû ye, û bi carekê derbû.


Hemû mirov di jiyana xwe de, yekcaran mecbûrî derewan dibe, lê zanistiyên sêkolojî dibêjin, mirov li ber mirnê qet derewan nake, ew rastiya di hundirî xwe de dibêje. Ez di wê baweriyê de me, ku hevalên te, em hemû Kurd vê rastiya ku ji hundirî te, wê êvarê bi van peyvan derket ji bîrnakin. Gereg ev gotinên te li hemû çiyayên Kurdistanê werin nivîsin, ji bo ji lehengên weke te re bibin þevçiraxa azadiyê, û ji yên ku xwe bi hembêza dijim germ dikin bibin nif.
Dibêjin mirov henin di jiyanê de dîrokê çêdikin, û mirov henin wê dîrokê dixwinin. Te di vê ciwaniya xwe de kelpîçek di dîwarê dîroka gelê kurd de danî, ti carî hilnaweþe. Yên ku tu darda kirin, dê rojekê bimirin, û ji bîrbibin, lê tu ti carî ji bîrnabî. Ji bil ku tu bûyî sirûda azadiyê.
"Ez yek ji dergûþên mirovahiyê me, li Kermenþahê hatim dinê". Ev gotina te ye. Eceb yên ku tu bidardakirin, dê fêmbikin, ku tu ji ber mafê gelê xweyî kurd dimirî, lê dîsa te xwe bi mirovahiyê naskirin da. Ji bil ku te ti carî mafê gelê xwe dervcayî mirovahiyê nedidît. Gelo çawa di van salên te yên ciwan de tu gihîþtî vê þarezaya mezin.
Birêz Îhsan..!
Ku rojekê ez werim serdana te, ezê li ber gora te dakevim ser çongan, ji bil ku yên weke te bi rastî namirin, ew ne bes di bîraweriya gelê xwe de guleke tim vekiriye, belam ew guleke mirvahiyê rengîn dike.
Te got: "her mirinek jiyaneke nû bi xwe re tîne".
Ez gellek li ber vê gotina te sekinîm, û ji niþkave vegeriyam hinek rûpelên xwe yên kevin, ku rojekê min tiþtekî weha nivîsî bû. Ez ji te re dubare dikim:
(Min çîrokên evîndarên azadiyê ji xwe re kiribûn niviþt
û agirxane li rojhilat avadikirin.
Lepbîna qereçî di fincana min de nihêrî.., nihêrî..,
lêvên xwe li hev þidandin,
çîrke çîrka diranê wê koka dilê min dikola,
û got:
"lo rebeno.., dûmanek xwe li te dipêçî,
dawiyek nêzike te dibî."
Lepbîna qereçî got:
"lo rebeno.. tu di vî dûmanî de winda dibî."
Û ji niþkava fîncan min li korma pêþ mala me xist,
bi jankêþî got:
"lo rebeno.. tî çibikî....,
yekcaran mirin jî dibe azadî"(.
 Bi rêzdarî
Sûriya/Heleb
13/11/2009







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1883