Qul û qulaxê me xetimîn e
Dîrok: ÇáÓÈÊ 07 äæÝãÈÑ 2009
Mijar: Nûçe



Melevan Resûl

Xweþiya jiyana mirovan bi hêvî û omîdan geþ û gurr dibe , heger ew hêvî têkherin wê jiyan reþ û tarî be û bê wate bimîne , ango mirov bi hêviyan dijî her çendî dizane ku piraniya hêviyan bê encamin û dawî reþbînî li pêþiya wî ye , mîna mirovên bi nexweþiyên giran ketî (dûrî we be) , ew dizanin ku berê wan li têkçûnê ye , lê dîsan jî hewl didin xwe ku bi geþbînî bijîn û hêviyên xwe ji jiyanê nabirin .


Çima min ev got ?
Bi rastî reþbîniya ez di pêþeroja miletê kurd de dibînim ew bêhêvîtî û sersariya têde dijî ye , seyre dema mirov bala xwe dide hemî movikê jiyana miletê kurd ka çiqas bi seyrin , mûyê serê mirov dibin  sîx dema li tert û belavbûna hemî hîmên xwenavdanê dibîne , tu carî ez bi xwe nikarim bêjim ku miletê kurd wekî netew li ser lingê xwe rawestayî maye  , hemî nirxên wî têkçûne û ji hev bela wela bûne , ji bilî çend kesan pêve -ji hejmara xwe ya pirr- ku em xwe pê nav didin nabînim , de ka werin em ji xwere li kesayeta mirovên kurd bigerin , ji partîzanan û rewþenbîran heta em bighin karker û zarokan , heta bi mirovên gundî û oldar , gelo ji sedî çiqas radeya girêdana wan bi hestê kurdewariyê ve girêdayî heye ?.
Seydayê Xanî þas negotiye (herdem bi temerud û þiqaqin) , qey ji xisleta mirovên kurd ewe ku tu carî li xwe nepirse û bi jiyana ketî û riswa qayil be , bila tu kes behaneyan nede ber rûyê xwe û ji erkên xwe yê mirovane baz nede , mademkî em mirovin , pêtivîye em pîvanên mirovane ji xwere bikin kêþ û pîvan , dozê miletan ne wekî doza miletê kurd têne birêve birin , ez dizanim ku dijminê miletê kurd ne wekî tu dijmina ye jî , lê xuyaye ku em bi xwe ji xwere li bihaneyan digerin û binasê xwe dixin stûyê rêveberiya desthilatdar bi tenê , de baþe ez jî wê yekê dibînim , lê ma ev bihane wê me bighîne çi encamê ? mirovên bê helwest li þûna jiyana sexte , baþtire ji wan re ku bi serbilindî bimirin , ne min ev qanûn û yasa afirandiye , hemî netew bi vê rastiyê bawerin , çima em gotina mafdar dinuximînin û berî jê diguherin .
Heger destûra we hebe ji kerema xwe werin em çavên xwe li çend xalan bigerînin .
Dive ku em gotina dijmin ji firhenga xwe ya civakî û siyasî bavêjin yan jê dive em xwe li ber wateya gotinê bigrin , çimkî dijminan tucarî xêr ji dijminê xwere nexwetiye û her demî li hember wî kar kiriye , heta bi mirovên gotina dijmin bikartînin jî , di piratîkê de fêlbazin di pêwendiyên xwe de , çi siyasetvan bin û çi oldar û rewþenbîr bin , gelek ji me kurdan di civatan de dibêjin ku miletê kurd dikare bi hemî netewan re jiyan bibe û aramiyê pêk bîne , bi rastî ev dereweke em li xwe dikin , ji ber ku ew miletê nikaribe aramiyê di nava çînên civaka xwede pêk bîne wê cawa karibe aramiyê li derdoran belav bike , em bi kêra xêr û qenciyan ji xelkê re hêjan e , lê ji xwere dijmin û neyarê xwe ne .
Dijminê miletê kurd hemî deriyan li ber berdewamiya jiyana miletê kurd digire , lê em bi xwe jî deryê jiyanê li xwe digirin , dijmin çand û hunera kurdî tert û belav dike , lê em jî bi wî re dibin destek û talaniyê dikin , dijmin zimanê me ji devê me kiþandiye , lê me ji hêloqan zimanê piçûk hilqetandiye . dijmin civaka kurd meriqandiye , lê me jî þûm û serberdayî kiriye . dijmin bi xwezaya welat dilîze , lê me jî xwezaya xwe sotandiye . dijmin kevneþopên welat  berbat dike , lê em jî dizekin û wêran dikin .
Gelo kî destê mêrê qenc girtiye ku di nava xwe de û bi giyanek berpirs kêþeya miletê xwe di nava malbata xwe de bide xwendin û wan fêrî çand û ziman û hunera kurdî bike , gelo ma dijim xwestiye ku em di behiyê sîxur ajanan de bi deh hezaran amade bibin û di þîna þehîdekî de çavan bikurkusînin ? dijmin naxwaze ku miletê kurd zana bibe û xwenda bibe , lê îro bi hezaran mamosteyên kurd hene , piraniya wan guh nadin þagirtên xwe . dijmin serjimêra awarete pêk aniye , lê dijmin negotiye dive hûn xwazgîniyê keçên xwe (bê nasname) nepejirînin . dijmin hemî sazî û sandîka û kampanî kirin e cihê talanî û dizîyê , lê dijmin negotiye divê hûn diziya perîþanekî - hatî kaxetê xwe mor bike – kurdê gundî bike . dijmin hemî alavên ragihandinê qedexe kirin e , lê dijmin negotiye divê hûn di mala xwede guhdarî dezgihên kurdî nekin . globalîzmê teknîka herî li pêþ pêk aniye , lê wê negotiye herin xêzên sor li binê navê hev bidin  . helbestevan yan nivîskarekî kurd bi dehê gotaran li ser þobûn û evîniyê bi zimanê biyanî dinivîsin , lê ew nikarin du hevokan li ser qehremaniya cangorekî xêz bikin . ………. ?.
Ez çi bêjim û çi nebêjim , de here looooo , kes bi kesî nake , heme ya rast ewe ku miletê kurd ne milete , hemî êþ û ilete , qul û qulaxê wî wekî lûla sopê xetimîn e ,  dive bipiþike û sewdanê wî ji zeng û gemarê daweþe .







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1876