Nivîskar Helîm Yûsiv liser gera xwe ya Bakurê Kurdistanê axivî
Dîrok: ÇáÃËäíä 02 äæİãÈÑ 2009
Mijar: Nûçe



Kawa Şêxê

1- Di navbera 11-18.10. 2009 de bi gereke wêjeyî tu çûbûyî Bakurê Kurdistanê. Ramana vê gerê ji ku hat?

Piştî weşandin û belavbûna romana mina dawiyê „ Gava ku masî tî dibin“ li Amedê, ramana vê gerê weke lihevkirinekê di navbera min û weşanxaneya „Lîs“ê de ku pirtûka min weşandibû, hate holê. Ji bo axavtina li ser nivîskariya xwe û bi taybetî li ser romana xwe ya nû, herwisa ji bo imzekirina wê, weşanxana Lîsê bi hevkariya weşanxana Evrenselê ku wergera Tirkî ya „Tirsa bê diran“ derxistibû, ligel şaxên Egtim senê ev ger organîze kirin.


2- Tu li çend bajarên Kurdan ji hezkiriyên wêjeya xwe re axivî û pirtûkên xwe imzekirin?

Destpêkê pilana gerê ji bo sê bajaran bû, Amed, Batman û Mêrdînê. Vê dawiyê daxwaz ji Qoserê – Qiziltepe- hat, min jî bi dilxweşî pejirand, ji ber ku Qoserê yek ji wan bajarên hindike, yên ku li Bakur zimanê Kurdî lê zindî maye.Tev ku çûna mina Qoserê ji nişkêve bû, lê dîsa jî ji bo min, yek ji baştirîn û germtirîn şevbihêrkên wêjeyî bû.


3- Ev ne cara yekê ye ku tu diçî Bakur. Eger tu vê carê û carê din bidî berhev, cudayî çi bû?

Piraniya çûnên min  yên Bakur di riya vexwendina festîvalên çand û hunerê re bûn. Carên berê, qerebalix û tevliheviya festîvalê ti cih ji wêje û edebiyatê û ji nivîskaran re nedihişt. Vê carê çûna min cudabû. Çûneke dûrî qerebalixa zêde bû. Bi giştî, ger bi dilê min derbas bû. Ji ber ku beşdar û kesên amade yên ku dihatin wan salonên wêjeyî kesin bijarte bûn û , berevajî piraniya beşdarên semînerên wêjeyî yên dema festîvalê, dizanîbûn ji bo çi hatine. Vê atmosfera bijarte bandoreke erênî li her aliyê gerê dikir. Ez bi dîtina dost û hevalên ku berê wan nasdikim kêfxweşbûm û bi naskirina nivîskar, kes û xwendevanine nû kêfxweştir bûm. Germayiya mirovên me yên li welêt hişt ku ez serma Ewrupayê jibîrbikim. Tenê, rewşa zimanê Kurdî û şerpezebûna wî ez xemgîn kirim.

4- Ma rewşa xwendina wêjeya Kurdî û ya zimên ji berê ne çêtire gelo?

Ligor çavdêriyên min, rewşa zimanê Kurdî û xwendina bi vî zimanî ber bi paş de çûye. Ji hêla siyasî de xelkên me şiyar bûne û li her deverê li ser piyan in. Dîwarên tirsê hilweşandine. Heta radeyeke mezin Kurdan şaxên desthilatdariya xwe ya sivîl berdane nava civaka Kurd û daxwazeke xurt ber bi bidestxistina mafên rewa yên miletê Kurd de, heye. Ev rûdan hemû kêfa mirov tînin. Lê, li aliyê din siyaset bi Tirkî dibe. Hêdî hêdî Kurdî ji kolanan vedikişe û Tirkî dibe zimanê zarok û dayikên Kurd. Di wê navê re, berhem û nivîsarên Kurdî nema, mîna berî çend salan, bala komên ciwanan dikşînin. Ew veciniqandina ku pirtûkên Kurdî bi wan re çêkiribû, êdî nemaye. Wê kelekela xwedîderketina li berhemên wêjeyî yên ku berî 2000 î derkediketin, qadeke xwendin û şopandinê ya berfireh li pey xwe nehiştiye. Dibe ku ew qonaxek be û derbasbûbe û niha jî qonaxek dine. Lê, bi giştî, sarbûneke berbiçav li hember wêje û zimanê Kurdî heye.

5- Beşdarbûna siyasetmedarên Kurd û pêşwaziya wan ji bo te çawa bû, nexasim piraniya van bajarên tu lê bûyî mêvan, şaredarî di destê Kurdan de ne?

Li her çar bajaran çavê min li siyasetmedarekî Kurdî naskirî neket. Kesek ji wan nehat semîner û panelên min û kesekî ji wan negot; tu bi xêrê hatî bajarê me. Dibe ku nebihîstibin, yan jî bi tiştên xwe yên „giring“ re mijûlbûn, dibe ku dema wan ya ji bo guhdarîkirina nivîskarekî Kurd tunebe. Ya rast ez jî ne ji bo wan çûbûm, lê bê guman beşdarî û hatina wan wê hêzeke baş hem bida min hem jî bida peyva Kurdî û her kesê ku li wêderê pê mijûle. Ev diserguhreavêtina çûna min û kesên mîna min dikare  weke nîşanekê ji nîşanên asta qedirgitin û xwedîderketina li ziman û wêjeya Kurdî bê dîtin.

6- Çima?. Ev ne xemsarî ye li hember nivîskarekî Kurdî sereke ku heta niha heft berhem di warê çîrok û romana Kurdî de li Bakur çapkirine?

Dibe, lê ez bawer dikim sûc hinekî li alî mine jî. Dema mirov qala qedirgirtinê bike, divê mirov mirîbe yan jî weku cenaze biçe welêt. Kurd bi giştî û siyasetmedarên Kurd bi taybetî bi hezkirin û xwedîderketina li cenazeyan têne naskirin. Heman van xelkên me yên ku em qala wan dikin, bi hezaran diherikin ber bi cenazê nivîskarekî Kurd ve. Bi her awayî hezkirina xwe û pêşwaziya xwe ya germ ji bo cenazê nivîskarekî Kurd nîşan didin û di vê yekê de ji dil in jî. Lê, dema dor tê ser nivîskarekî Kurdî sax ku di nav wan de dijî, rewş tê guhertin. Nexasim ew nivîskar ne mirî be, ne jî li ber mirinê be.

7- Lê hinek ji aliyê dinî sînor „ ji Binxetê – Sûriyê“ ji bo dîtina te hatin Amedê?

Erê. Konê Reş ji Qamişlo hat û hesreta dîtina deşta Mêrdînê ji aliyê dinî sînor ji dilê xwe derxist. Li Qoserê jî heta dawiya şevê me, serxetî û binxetiyan, derd û kulên xwe parvekirin. Roja din jî  dostê minî kevn helbestvan Smaîl Kûsa ji Amûdê hate cem min. Dora bîst pirtûkên ku min nedîtibûn û li Binxetê derketibûn ji min re anîn. Pê re jî Memdûhê Henê, Efîfê Mamo hebûn. Şêwekar Mihemed Sadûn jî ji Amûdê hatibû pêşangehekê li Amedê veke. Me li cem şêwekarê Kurd  Xefûr ku ew jî weke Rizoyê Xerzî, ji Qamişlo ber bi Amedê ve koçber bûye, me hevdu dît. Bi hatina Hoşeng Osê re civat baş geriya. Heta dawiya şevê ji min re qala Amûda mina ku nema dikarim herimê dikirin. Ez bi dîtina van dost û hevalên xwe yên ji deh salan de me hevdu nedîtibû, pir şa bûm. Hatina wan, çûna wan, çûna min, hatina min, gereke mîna xewnekê bû.


 Kawa Şêxê
kawa142@hotmail.com


Jêder: kulturname.com
http://www.kulturname.com/?p=2404























 









 




















Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1870