Kî yê dakevê torbe bînê
Dîrok: ÇáÎãíÓ 29 ÃßÊæÈÑ 2009
Mijar: Dîrok



 Dilovan çeto
 
Rojekê xelîfê bexdayê û wezîrê xwe li ser hespê xwe siwarbûn û daketne nava bajêr ka binêrin çi li nav miletê wî çêdibê  bi rêde rastî torbekî paçikî hatin  xuyabû ku  pere  têdene .
Xelîfe li wezîr nerî wezîr li xelîfe nerî ka kî jiwa wê ji  hespê dakevê û herê torbe bînê . wî go ti dakeve wî go ti dakeve!herdû bi çavekî mezin  li xwe di meyzênin . wezîr go mîrê min:ka emê heryek jime serpêhatîkê go pêre qewimî ye bêjin , ya kî gelekî zor bê ,wê yê dî dakevê herê torbe bînê .xelîfe go berebê,kerembike wezîr ya xwe bêje.


Wezîr go:rojekê mi xwe berda sûka bajêr,jibo ez karekî ji xwere bibînim ,mi dî zilamek ji wiyalîve hat,cilê wî paqij û nû bûn,pêlava wî zîqe zîq  jê di hat,tizbehek di destê wîdebû, Şewq jê diçû ,bankir:xulamek jimin re divê,kî dixwazê bibê xulam.......
Bi rastî di hate xuyanîkirin go ev kes têre(zengîne),vî tiştî hişt ez bibezim bawî û bêjim:ez benî ez dixwazim bibim xulam.go başe ,bide pey min ,mida pey ta em gihan mala wî,berê mi da odekê go ev yateye .piştre ez birim axwirê hesp û qantira go:ev hesp yamine û ev qantir karê wajî heye.Tê wa êm bikê û avdê û bin wa paqij kê û ji her heftîkê derketineke me li Derveyî bajêr heye .lê tê karê xwe bikê û ti pirsa ti nakî .ez qederê 5-6 roja bivî halî mam.rojekê go hesp û qantira hazir bike,her yekî xurcika wî deyne ser pişta wî,emê derkevin derveyî bajêr.tiştê wî got mi kir.li hespa xwe siwar bû  û mijî da dû tevlû qantira ,em ji bajêr derketin,divire diwire ta em gihane latekî.em peya bûn,mi xurcik daxistin li gor daxwaza wî,pirtûkek biçûk ji berîka xwe der xist û vekir û çend gotinê go mi fam nekirin gotin,ji nişkave lat ji hevdû vebû !dîtna mi dît ez çi bibînim !!Tevde zêr û zîv.deftera xwe(pirtûka xwe) vekirî hişt û danî ser kevirekî û gote min: xwe berde hundirê latê û va xurcika dagire.mi rabû xwe berda xwar û mi xurcik dagirtin ji zîv û zêra. Piştî mi tev dagirtin û mi dane dest wî,gote min niha ji xwere zêrna werê ,ewjî para teye .kêfa min hat û ez ketme ber zêrade û mi dawa xwe dagirt .tîtna mi dît rahişte pirtûka xweyî vekirî û dahevdû,girt?!tiştê mi dît kesek nebînê,ew lat li mi hate hev û limi bû taristan, mi daxwe ez rabim serê mi li kevira ket ,livî rexî,li wî rexî,serê mi li heda dikevê.çare nema ji bilî ez li ser dest û lingan  ez bimeşim,qederekî ez meşîm bivî halî mi pêl laşê mirovna kir,û ji nişkave carekê nalîneke dijwar hat jibin lingê min.mi bakiryê tu  kiye? Tu insî,tu cinî.bi dengekî şewat û kêm got:bê çi bi serê te hat wilo bi serê mejî hatiye,guhê xwe bide min bê ezê çi bêjim ,wê niha hirçek werê laşekî ji va laşê mirî bibê,ji ber her serê çend roja ev hirç tê laşekî jivir dibê,lê xwiyaye xwedê li xêratebû go hîn ez saxim ,yêmin hêza min nema  go ez karibim xwe bi hirç bigrim û xwe xelaskim .lê tu, hîn hêza te li teye gava hirç werê xwe bavêje paqawî û ne berde,belkî xwedê ferecekê çêkê û ti jivir derkevê,lê ne wilo bê xelasya te nîne?!…
çavê mi ma li riya hirç ,qederek di wê navêre çû,xirt xirta wî hat ,hin bi hin nêzîk bû,ta giha laşê li pêş,min jî xwe diber wî laşîde dirêj kirbû,hema mi xwe zerkire paqa wî û mi zemt kir,hirç ji tirsare bişûnde vegera û lezand,carna li deverne teng  dixê û carna fereh,qederekî baş bivî halî em çûn ta hinek ronya rojê xuya kir,lê mi paqa hirç zemt kiriye,wilo ta em bi ser ruyê erdê ketin ,mi  rab û paqa hirç berda,lê ez tev xwînî bûme û parsiwê min şikestin ,cileke tenê li  min nema .bihna min fereh bû,hinekî mi  xwe rehet kir,ez mame li  çolê ta roj ber bi ava çû,mi xwe berda gundekî nêzîkî wî cihê ez lê,ez çûme malekê , cil dane min birînê min derman kirin,xwarin  dane min,nêzî 10 –15 roja liwir mam,ta birînê min rehet bûn.piştre ez çûme mala xwe ,demekê li malê jî mam,ta ez vegeram
mîna berê.
Rojek ji roja mi xwe berda sûka bajêr ,ez çûme wî cihê cara dî,mi dî zilamê min vaye dîse xwe kirye efendî û ji wiyalî ve tê û bankir:
Kî dixwazê bibê xulam,ez xulamekî di xwazim.hema mi lezand û ez çûme balê û mi got:ez dixwazim bibim xulam.go bide pey min,em çûne mala wî,jiminre karê mi didê xuyanîkirin,tê halokê,tê wilokê,ez bixwe zanim,lê divê ez guh bidmê jibo fikrû xeyalê wî neçe dûr.wilo ta roja derketna derveyî bajêr hat.mi xurcik liser pişta qantira kirin,û ewjî li hespa xwe siwar bû,û em meşîn ta em gihan latê,pirtûka xwe vekir,lat vebû,pirtûk danî ser kevirekî, û gote min dakeve xwar û xurcika dagire ji zêr û zîv.ez daketim û mi yek,dido,sisê dagirtin,çendek man, migo ez westiyam,hema ji kerema xwere dakeve vayê mayî dagire!!
Hinekî mijûl bû ,û limi nerî,di nava xwede dibê:bavo kesî wilo negotiye min.lê xwedê çêkir gote min derkeve,ezê wan  dagirim.ewî xwe berda xwar û dest bi dagirtna zêra kir,hema ez bezîme pirtûkê û mi da hev.
Wê çaxê lat hate hev û ew têde ma.mijî rahişte zîv û zêra û mi qantir dane pey xwe û ez hatime mal. Ev serpêhatî biminre çêbû mîrê min,deka tijî
bêje bê çi bitere qewimî ye.
Xelîfe got:ez xelîfê bexdayê me û ez hikim li bajêr dikim.min bihîst
Gelek xort,keçik,zarok tên e winda kirin, û milet gazina dikin ,nizanin
Zarwê wan bikûve diçin.mi fermanek da:
Kesê çirakê yanjî lempekî,agirekî bikê piştî roj herê ava ezê wî di zindanê werkim. Û piştre her şev ez derdiketim banî qesra xwe û mi li bajêr di nerî.rojekê ji va roja û piştî roj çû ava ez derketim ser banyê qesrê,qederekî mam ,midî agirek ji dûrve xuya kir,ez daketim xwar ,li hespê siwar bûm û mi b erê xwe da ber bi agirve.mi nêzîkî lê kir,ez gih ame çiyakî,ji hespê peya bûm û bi çiyêve hilkişiyam,midî vaye şikeftek,
Hêdî hêdî ez pêde çûm,ez çi bibînim ??!!
Midî vaye pîr،ebokek liber beroşekê rûniştiye û laşekî insana têdeye,agir didê bin beroşê, pel pela avê dikelê.ez matmayî mam û ez lê dinerim,pîrê rabû çû binya şikeftê milek nanê sêlê anî, û legeneke mezin.rahişte wê beroşê û vala kire legenê û bankir :
Xelîfe kerembike were bixwe.gava min navê xelîfe bihîst qidûmê min şikestin, û kabokê min nema rahiştin min ,lê min deynekir.careke dî ban kir û got:
Ez dibêjim xelîfe were ji pişt kevir derkeve û were bixwe ! wê çaxê mi zanîbû ew bandikê min,ez bi tirs rabûm û çûme balê,ez li ber legenê rûniştim ,ezê çawa goştê mirova bixum ?!ji tirsare carna mi nanê xwe di
Nav ava wêde dikir,lê pîrê di rahişte rehnekî û di xiste devê xwede,ji hestiyê rût pêve ne di hişt.pîrê ew laş tev xwar,lingê xwe li wê legenê xist û got:here dawya şikeftê ,hingî ew legen  bû xir xira wê û çû dawiya şi keftê.pîrê rab û çû dawya şikeftê qederekî ma û hat,lê ewê darekî stûr
Bixwere anî,giha nêzîkî min ûî darek linav milê min xist û got: here bibe kûçikek dinava sikakê bexdayê re bigere.wê çaxê mi xwe dît ez kûçikekim û li nava sikakê bexdayê digerim.ez bivirde çûm bi wirde çûm,ez birçî bûm,lê ezê çawa li ser tinga hestiyan bixum.mirovekî hecî
Hebû xwedî dikan  bû ,mi dikana wî nasdikir û mi ew bixwe nas dikir.ez çûme nêzîkî deryê dikanê û ez mexeltim.
Firavîna hecî jêre anîne dikanê,carna parîk nan jiminre davêt,mi xwe zer dikiryê berî bikevê erdê û bilewitê.ez liwir mam ta roj çû ava,hecî dikan girt û çû mal,min da pey û liber deryê mala wî ez sekinîm.gava şîva xwe danîn,dengê hecî hate min û gote keça xwe: lawo here vê sênîka xwarinê deyne ber wî kûçikê li derve.keçikê xwarin anî,li vî rexî, li wî rexî meyzand û vegera hindirû,gote bavê xwe mi ti kûçik nedîtin ji bilî xelîfe pêve! Hecî got:hiş keçê xelîfe vê gotinê bibihîzê wê me di zindanê werkê.
Keçikê gotina xwe dûbare kir.hecî matmayî ma,ti çawa kûçik nabînê,lê ma ev çiye?!
Keçikê got:bavo ev xelîfe bixweye .mi serê xwe hejand jibo dilê hecî bicî kevê.(xuya bû keça hecî sêrdar bû).
Hecî gote keça xwe ka lawo çarekî ji xelîfere bibîne.
Keçikê berê xwe damin û got: eger ez te vegerînim mîna berê tê min li xwe mehr bikê ? zimanê min nikarê bi axivê ,lê min serî hilda jor û jêr û min got:bivî xwedanê erd û asîmana ezê te mehr bikim.
Keçikê rab û çû hindirê malê û hat,darek bixwere anî û darek li nav milê min xist û got:here bibe xelîfê bexdayê li ser textê xwe rûne.wê çaxê mixwe dît ez xelîfe me û liser textê xweme. Mi ew keçik ji xwere anî û ev bû ser pêhatiyamin.
Gelo ya kê jiwa zor û zehmet bû???!!!
 
             






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1864