Festîvala Helbesta kurdî li Bonn ê li darket
Dîrok: ÇáÃËäíä 26 ÃßÊæÈÑ 2009
Mijar: Nûçe



Roja 24. 10.2009 li bajarê Bonn ê festîvala helbesta kurdî (ya kurdên rojava) li darket.
Ev festîval ji sala 1993 an de li welat li dardikeve, lê ji berî 4 salan de dest pêkiriye li Almaniya jî li dardikeve.
Komîta festîvalê beriya du mehan civiya bû, û bangek þandibûn ji helbestvanan re ji bo beþdarbûnê. Hinek helbestvanan bersiv dabûn û hejmara wan jî gihîþtibû dora 25 helbestvanan lê hineka jî lêborîna xwe xwestibûn.


Komîta festîvalê ya ku ji pênc kesan pêk dihat: Arþevê Oskan, Keça Kurd, Alî Cafer, Xunav û Qado þêrîn. Hewildanên xwe kiribûn ku festîvalek ji ya par serkeftîtir li darbixin û di hinek xalan de bi serketin, lê di hinek xalên din de de jî lawazî derket.
Festîvalê destpêkir bi deqak bê deng li ser geyanê þehîdan. Bi dûde gotina YASA hate xwendin, û ew jî sazîk hiqûqiye lê dîsa jî alîkariya çalakiyên hunerî û edebî jî dikin, hêjayî gotinê ye ku gotina ku kak Arif Cabo li ser navê wana xwend, alîkariya saziya xwe nîshan kirin.
Piþtî gotina YASA, komîta festîvalê gotina xwe xwendin, gotina wan Alî Cafer xwend, moralekî mezin tê de hebû, her weha hinek gazin û daxwazî jî kirin ji bo xwedî lê derketina li vê festîvalê di salên pêþiya me de.
Helbestvanan dest bi helbestên xwe kirin, kevin, nû, klasîk tevlîhev bûn. Lê kêm helbestan bal kiþandin.
Televizyonên kurdî hatibûn vexwendin ji vê festîvalê re, lê mixabin wekû her sal kes nehat û tenê Roj Company bi alîkariya birêz Gandî Kendalî û Kawa Þêxê festîval qeyd kirin û nehiþtin ku li ber ba here.
Gelek guhdarvan nebûn, hema helbestvanan bi xwe dixwend û bi xwe jî guhdarî dikirin ji bilî çend kesan, lê tiþtekî ne baþ jî hebû ku nîvê helbestvanan li salonê li cihê qehwê bûn û nîvê jî li salona xwendinê bûn.
Hunermend Zuhêr Cemîl, bi amûrên xwe alîkariya festîvalê kir û dengê helbestvanan gîhande hev û her weha di dawiya festîvalê de jî dû stran gotin û milet geþ kir.
Di nava helbestan de jî du hunermêndên kurd,  jin, deng xweþ milet geþ kirin û xew ji ser çavan revandin, ew jî Evîna Welat ji Efrînê û Narîn Þêxê ji bakurê Kurdistanê. Bi alîkariya kemana Elend Welat û gîtara Elend Seîd. (herdû jî Elend bûn û bi rastî jî elendên mûzîka  kurdî bûn)
Helbestvanên ku helbestên xwe xwendin ev bûn:
Azer Osî, Can Kurd, Gulistan Haco, Dilyar Dêrikî, Dîlan Zêbo, Husên M. Hebeþ, Hêmin Kurdaxî, Kawa Þêxî, Lava Derwêþ, Jan Dost, Merwan Osman, Mizgîn Hesko, Nezîr Palo, Nedîm Yûsiv, Serhan Îsa, Xebat Þakir.
Tiþtekî din jî balkêþ hebû di vê festîvalê de, ew jî dîwarên wê bûn, yên ku hatibûn xemilandin bi tabloyên hunermenda þêwekara kurd Cîhan Dîko.
Hêjayî gotinê ye ku wekû her sal xelatên festîvalê hatin belav kirin û ji bi wê xelatê îsal du kes hatin pejirandin ew jî Mamoste Eskerê Buyik û Kecha Kurd bûn.
Gelek birûsknameyên pîrozbahiyê ji gelek sazî û kesayetan gihan ber destê komîtê û ew ji aliyê pêþkêþvan Arþev ve hatin xwendin ji wan:
1. Dezgeha Semakurd li Dubei, birêz Arif Remezan.
2. birêz Hozan Emîn, berpirsyarê malpera Semakurd.net.
3. Hunermend Þivan Perwer.
4. Malpera Avestakurd.
5.  Malbata Cegerxwîn.
6. Komîta Amadekar ya Mehrîcana Helbesta Kurdî ya Çardemîn ji rojavayê Kurdistanê
7. Nivîskar Heyder Omer.
8. Nivîskar Silêman Azer.
9. Nivîskar Ezîz Xemcivîn.
10.Ibrahîm Ibrahîm.
11.  Partiya Yekîtiya Demoqrat.

Amadekirin û Foto: Kawa Þêxê
Kawa142@hotmail.com



 







 











































 



     





Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1860