çêliyên gotinan
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 20 ÃßÊæÈÑ 2009
Mijar: Nûçe




heybet mamo

bîn çikyayî 
ji telezgehên dînbûna tazî
di guhezim sawêran 
keçkaniya daristanê
Bo hêlîna esqa gotinekê windabûnê dirêse


cavên bîranînan di rêya rêwiyande dipiskivin
bendewariya refên serpêhatya  dimênin
di tariyêde fermana dînbûnê kelepçe dikin
li hêlîna qederê di geryam
bînvedankê bê hêvî kirim
ey tariya salên sitewr
 te baskên bê oxirî di ciroka hêviyên  minde bi cav kirin
çêliyên gotinan li sasiyên daxwaza min felek gerandin
kî nezane bigrî
bikene
û xwe hasneke
di êskencêde tarî dimre
û heyranok bê liv xwe têrî sipîbûna valabûnê dike
ji dilê roniyê
 tarî dizê û ji tariyê xapînok der tên
ew tariya han
tariya nîv valaye
vepexirandina serpêhatyaye 
hêviya bê hêviyaye







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1852