Tuxmê min ba ye û baran navnîþana mine
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 20 ÃßÊæÈÑ 2009
Mijar: Nûçe



 
Mûsa Hewamida
Ji erebî:Silêman Azer

Berî raman li qadê bikeve
berî bifûre bîna heriyê  
ez li bazarên gelaciyê digeriyam
ez windabûna xwe hidilgirim


ez xwe dikuj im
ez habîl û qabîl im
adem im ez û hewa me
tuxmê gunehkariyê
û þûkirina sosinê ji mala min î rind.

Belkî ez di avketina kajiyê an dar erzê de me
di tilola Nîl an di naxiya Tayimiz de
belkî ez pirtikek bim di baskên qijakê de
tozikeke bin axkirî di ariya kûmirgehên
kûmirên Çînê de
hinek meyweyên Efrîkî
an qurmê darekê li Penema
tariyek cemserê bakur dinixumîne
an jî rojek dihile raserî okyana Hadî
belkî ez ji pêþiyên Mexol im
an ji neviyê kujtarekî Romanî me
belkî ez ji binyadeke Aþûrî me
an ji malbateke Kurdî me
ji bermayînê Hindiyê Sorim
an ji keþayekî Hindosî me.
kî dikare kutebir bike
ku hêsirên çavan nayêne guhertin
û bayê payîzê nabûre
hemî rojên salê
kî bi xwe digire ku axa goristanê
di ewrê zivistana sed saliya berî zayîna Suqrat de
bi cî nebûbû
kî dikare bi cî bîne ku ew germa
ko laþê Ferûn Tehtemis kelandibû
ne ew gerim bi xwe ye bi riwê zaroka min dilîze.
Belkî ez ji gelek netewe û mêra me
Belkî dapîrin min î Rûsî hene
û metin  min î Îspanî
piþtrast im ko ava afirandinê
di deþt û dilçûnan re digere
di navbera hevirmîþ û helkehelkê de
piþtrast im ko zimanê min
ne laþê min e
û dengê firendeyan ne biyane ji
lebita ba û baranê.
Ez firendeyek bûm di dema farisan de
Xaçek bûm di dema Qestentîn de
Þûrek bûm di destê Xalid de
Peyalek bûm di destê Xeyam de
Ki yê min þanî min bide?
Ez nikarim çêra bikim stêra behram
min dil nîne ez riya gelawîjê bi rexinîn im
û gelekî ne miqateme ko rawestînim barabûna
hesinkêþê
ji ser hestiyê bapîrên mirî,
bi min re ye çirûskek ji çekê yezdan Maris
pirîskek ji agirê Biromîsos
û bi min re ne ayetin ji Quranê
Mezamîrin ji Dawud
Lavijin ji bolis
Parçeyin ji Bûza
gotinin ji koleyê B,eha
ez nenasê hilatbûna rojgariyê me
û ne rojavabûnên afirendeyan
ez bi ser sosretê ve bûme
û ez di neynikên xwe re eþkere dibim!
Ez nas dikim yê min nas nake
birayê min î ko nagihê min û wî navê
min nebihistiye
xwiþka minî ji Qefqasiya
meta minî ji Yûnanstan
belkî dengê min durifkiribûn Tirkan
an deryayê dirindîtiya min perwerdekiribû
belkî cotyarekî Firensî ji min bû
an jî siyasiyekî rîpokî Îtalî
belkî ez ji axa losanglos hatim
an ji heriya Etîna
kî dîroka laþê min berî du hezar sal dizane
kî hêka sîmirê di destê de ye
ki yê min nîþanî min bike?
Dagirtiye dilê min bi pêdiviyên cîhanê
min dibine yekem mala agir pêkên min
belkî tu ji min be û ez ji axa behram im
ez têkiliya xwe bi Ziyos re nadime mendele
û biryayr nadim ko xwîna wî di rehên min de ye
ne gumandar im ji rastiya çem
û deryayê di nemliya xwe de venaþêrim
tuxmê min ba ye û barane navnîþana min.

silemanazer@hotmail.com   

jêder:avestakurd







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1851