Pirtûka “Serok û Merok” Ya Qado Þêrîn Ji Nav Weþanên Sema Derket
Dîrok: ÇáÓÈÊ 10 ÃßÊæÈÑ 2009
Mijar: Nûçe



 Dezgeha Sema ya Çandî û Hunerî berdewame di çapkirin û belavkirina pirtûkên nivîskarên kurd û pîlana xwe ya sala 2009an  bi çapkirina pirtûka Serok û Merok ya nivîskarê kurd Qado Þêrîn berdewam e. Ev pirtûka hêjayî xwendinê bi naverokek cihêreng dixe nav destê xwendevanên zimanê Kurdî.
Ev pirtûk di nav rêza weþanên Sema derdikeve û ji zincîreya berhemên Sema ya 31ê ye.
Babeta pirtûkê çîrok in û ev pirtûka ku ji 24 kurteçîrokan pêk tê 120 rûpel in ku nivîskar ev çîrok di navbera salên 1993 - 2006an  de nivîsandine.


Karîkatêrê li ser berga pêþiyê ji aliyê þêwekar Inayet Dîko ve hatine çêkirin. Û berga paþiyê ji Fermanekê ku bi destxeta nivîskar e hatiye danîn, naveroka Fermanê jî ev e:
Fermana 11an
Ji serokê Rojhilat û Rojava, Bakur û Baþûr, divê ji niha û pê ve hûn tenê vê duriþmê ‘Bijî serokê me û bavê me ji bo keç û jinên me!’ li þûna ya berê ‘Bijî serok Qilçix!’ bilind bikin.
Ê ji we ji vê duruþmeyê pêve bilind bike, ewê bê xazoq kirin, ta ku bimre.
Serokê we û bavê we...
Qilçixê Xemxur
Ji vê fermanê ku diþibihe fermanên sultanê Osmaniya, naveroka çîrokan diyar dibe û þêweyê nivîskar di nivîsandina çîrokê de xuya dibe, bi awayekî rexne di gel qerf û henekên civakî ku bi zimanekî gelêrî û rehet dixwaze hin aliyên civaka Kurda, saziyên wan ên siyasî, partî û rêvebiran rexne bike û wan hiþiyar bike bi wan qilçixên xwe û dixwaze wan qerf û adetên nerind di civakê de bi riya wan nameyên xwe rake.
Qado Þêrîn: Ji Baþûrê Rojavayê Kurdistanê ye. Di sala 1967an de li gundê Nehroz ê girêdayî bajarê Qamiþlo ve ji dayîk bûye. Xwendina xwe ya seretayî li wir xwendiye, paþê di gel malbata xwe çûne Qamiþlo û li wir xwendina xwe ya amadeyî (Lîse) bi dawî anîye û derbasî Enstîtuya Matemetîkê li bajarê Dêra Zorê bûye, çend salan mamostetî li Qamiþlo kirîye. Di sala 1995an de berê xwe daye Ewrûpa û li welatê Holenda niþtecih bûye û ta niha jiyana xwe li wir didomîne.
Nivîskar, digel çîrok nivîsînê, lîstikvan e û di hin þano yan de derketiye ser depê þanoyê û her bi rolê xwe yê komîdî hatiye naskirin. Wî gelek çîrok û gotar li ser  kovar û malper ên internetî û rojnameyên Kurdî belav kirine. Gelek hevpeyivînên televizyonî pêre bûne. Ji sala 1982an ve karê nivîskariyê dike û pirtûka wî ya çîrokan ya bi navê ‘Serok û Merok’  berhema wî ya yekem e di warê çîrokê de û her weha pirtûkek ji stranên hunermend Mihemed Þêxo (Digel birayê wî Beha Þêxo) amade û çap kiriye.
Her weha xwedanê Malperek enternêtê ye ku di bin navnîþana  www.qadoserin.com  de, hemî babet, nivîs û hevpeyvînên xwe li ser belav dike. Her wisa pênc salan sernivîseriya malpera TÎRÊJ a çandî û hunerî kiriye û di dûv re rawestiyaye.
Hêjayî gotinêye ku Qado Þêrîn, ev berhema xwe diyarî Komîta Fêrbûna Zimanê Kurdî  li Baþûrê Rojavayê Kurdistanê kiriye û mafê belav kirin û firotina wê daye wan ku sûdê jê werbigrin di xebatê xwe yê bi rûmet ên di warê fêrkirina zimanê Kurdî de. Bi vê helwesta wî jî birêz Qado Þêrîn, çendîn fidekarê doza netewe û pêþdebirina Zimanê Kurdî ye. 
 Hozan Emîn


 



 





Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1834