ÞINGAL
Dîrok: ÇáÃÍÏ 30 ÃÛÓØÓ 2009
Mijar: Nûçe




Demhat  Dêrikî
 

Diyarî bo kurdên me ên Êzidî

Bi ayatên avesta ku roj û ax û av û agir
di dilê me de kirî jîn û em di evîna roniyê de birîn welatê stêrkan.
Bi Melekê Tawis û Laleþa nûranî ku ew e qiblegeh
û xwe þoþtina ji gunehan û paytexta hezkirina mirov e.
Bi heftî û du fermanên ku navê zayîna me ne.


Bi xwîna þehîdên Þingalê ku li kolanên tarîstanê diherike
û feriyada dayikan di þevistanê de dibe dengvedana bajarê nalînan…sond dixwin
gulistan di dilopên rondikên zarokên Þingalê de bipiþkive!
Kulilk û nêrgiz li ser lêvên keça Þingalî vebin û bêhna sirûþtê belav bikin!
Hawar û qêrîna dayika Þingalî bibe tilîliyên xortê sergovendê!
Na na
Negrî Þingalê negrî
Girî li te nayê
Girî di pirtûk ferhenga kenê te de nîne.
De biken Þingala min biken û bila neyarên te di gerava kenê te de bixeniqin!
Biken û
Dergûþa þînê nehejîne
Konê reþistanê vende û cilên bê dengiyê li xweneke
û di awirên xwe yê kurdperwerî de, sirûda raseniya me bibêje.
Na na, qet radestî payîzstanê û pelên zer nebe..
Cot bike,cot bike…bila xuhdan ji eniyan biherikin û navê xwe
di liba genimê zêrîn de bikole û keziyên xwe bi tîrêjên rojê bihûne.
Wê  ristika ahîn û peyvên ne ji me, li dora qirika xwe biqetîne û di çavên dijmin de bingor bike…û bigirnije ta ku sûlav ji axa te biherike
û dilê me yê bê av, av bide Þingal.






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1784