Dilê wî mîna ronahiya yezdana venedimirî…
Bi têlên tembûra xwe re…dibû yek
Koka xwe bi dilopên hêstirê wê re saz dikir
Û mîna çûçikekî digiriya
Banga wî ji xwedê re bû…soprano
Çiko merov ji zimanê wî tênegihiþtin…
-4-
Ew keça li goþa odê bi heftoka dilîze…
Bi kevirê pênca re
Hilpekiya…
Li sîka xwe nerî…
û giriya…
mîna mûmekê…
ew yara min…dema zarok bû
û aniha mezin bû…mina wê sîkê
ez jî pêre dih..eli…ya…m……