Merwan ....
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 25 ÃÛÓØÓ 2009
Mijar: Nûçe



 Qadir Egîd

Tevnê dûrketinê ne bi destê me hate hûnandin, ne jî bi biryara me. Bêdengiya kolanên Qamiþlo pir di ber xwe de da, dawî termê xwe di navbera me de raxist, ala reþ li eniya jiyana xwe girêda.
weke ku ewr rêdanê ji ezman  naxwazin ta ku bicivin  , xwence rêdanê ji rokê naxwaze ta ku serê xwe rake, bihna gulê rêdanê ji þaxan naxwaze ta ku belav bibe..  Wilo jî mirina malik xerab rêdan ji te kesî nexwest û destê xwe yê sîgiran di rojeke tirabêlkî de li deriyê giyanê te da.


 Derbas  bû, em giþ di hundirê dilê te de dîtin, wêneyên me yên  di qorzîkan de nexiþandî dît, civînên me yên bêhempa di sersalan de, rengên kesk û sor ên ji Newrozên me man , dengê govendên me....!
Di aliyê din de dengê kenê kurên te Can û ....li ser camên pencereyan diherikî,  te navê Can jê re pejirand û te nizanîbû ku tê rojekê ji rojan jê re bibe êþ û jan. Te jê re xelatên cejna ku li ber deriyan di felata hiþê xwe de dicivandin. Sînor, stêr, esman, derya û  çiya derbas dikirin û bi qiloçê beranê qer digirt ta ku Can bibe siwarê wî.
Ey jana Can, tu bi ku ve çûyî, bê ken û xatir....!!?
Mirina malik xerab di gera nava giyanê pak de pêrgî hevjiyana te jî bû, pêrgî kuldûmana dilê wê li hêviya vegera te, ristê peyvên xweþ ku ji gulên dilê xwe ji te re dabû hev,  keskesorên ku wê þevê di hemû odeyên malê de li ber lingên te raxistibûn,  wêneya bûkûzavatiya we ku herdem guhdarê wî bû ta ku toz lê negire.
Di qorziya herî fireh de, destê sîgiran li hezkirinek mezin rast hat, hezkirinek ku her bihustek ji temenê te bi kul û keserekê qedand, her xilmaþbûnek ji çavên te bi hêsr û axînekê li ser devê kêrê dilorand. Ew dêya ku te jiyana wê û me giþan bi dengê kenê xwe dixemiland, lê îroj di þûna wî de dengê sirûda qederê li hev vedigere û diya te pêþberî destê qederê mat maye...!!!

Dîwarê ku me di þevên zivistanê de, ji ber zilm û zora dilberan dilê xwe dispartê, xwestek û miradên xwe pê ve dadilqand, xemgîniya xwe di talda wî de dadibeþand, qeliþî, herifî, hate xwar..!

Mirovê bê heval tarîstana daristanê ye...
Arana bê sîber e...
Þeva bê stêr e...
Zivistana bê êzing e...
Peyala bê av e.....

 Gulên li derdora çemê  Ceqceqê tevde bûne qilçix, seyrangeh li dûv te bûne kavil, hêlîna kund û qijalkan.

Em dûr ketin hevalo.... bejinziravo...devlikeno...pakrewano...!
Dema ku hevalê wek Merwan  bar dikin, bîranîn radiwestin, û þev doseyên xwe digrin.....


Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1775