Dîwana mehrecana 13an ya helbesta kurdî li Sûriye derket
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 21 ÃÛÓØÓ 2009
Mijar: Nûçe



  Xwendevanên hêja em bi vê berhema nuh ya komîta amadekar ya mehrîcana 14an wergirtî ser milê xwe û li gor pîvan û helsengandina lijneya rexneva ,  hemî helbestên pileyên wan 50% û ber bi jor de wergirtîn li gor  rêzhatina pileyan , me li dûhev çapkirin û weþandin , hejmara helbestên pileyên 50% derbaskirîn gihaþtin 92helbestan , hejmara rûpelan 224 rûpel ji rûpelên nêvçe ye û bi qapek qeþenge .
Eva cara yekeme ku helbesta kurdî dikeve ber destê rexnevanan û bi pîvan û kêþanên wêjeyî têne þirovekirin , helbete  wê gazind werin kirin , singa me ji hemî rexneyan re ferehe , lê da ku em xwe fêrî yasayên wêjeyî û mîna hemû xelkên cîhanê bikin ka çawa helbesta xwe dinirxînin bi mebesta pêþvebirin û peydakirina mîkanîzmek rojgarî di kêþ û pîvanê de


me hemî helbestên gihaþtîn navenda komîta amadekar ya mehrecanê gihandin ber destê kawirên pispor da bi pîvanên rexneyî di ber çavan re wan bikêþin û derbasbikin berya di roja mehrîcanê de werin xwendin .
Em bihêvîne ku ev þêweyê rexnevaniyê bibe bingihek û stûnek sereke di ravekirina toreya kurdî de , her weha em lêborîna xwe ji kêm û kasiyên li rûdayîn dixwazin bi armanca derbaskirina vê qûnaxê bi þêweyek serkeftî .
Mebesta me ji çapkirin û weþandina vê dîwanê ewe da ku ew bibe mîna belgeyek berbiçav û berdest û bikeve pirtûkxana kurdî de .
Her nivîskar , helbestvan , zimanzan û xwendevan dikarin rêjeya helbestî di asta pêþveçûna helbesta kurdî di nava metnê rûpelan de helsengînin .
Bi vê bûneyê em carek din hemî helbestevanên kurd li Sûriye vexwendî mehrîcana 14an ya helbesta kurdî dikin bi rêkirina helbestên xwe li ser adrêsa li jêr hatî nivîsandin  , ji niha û heta 20/9/2009 da ku werin xwendin û ravekirin û komîta rexnevan karibe pileyên hêja ji wan re daxîne .

Komîta amadekar ya mehrîcana 14an ya helbesta kurdî li Sûriye
Pirwesh2009@hotmail.com







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1764