SELTENATA SEROK Û SEROKKOMAR ÊDÎ DIHEJE
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 31 íæáíæ 2009
Mijar: Nûçe



  FÛAD SÎPAN

Kurdistaniyên hêja!
Di 25.07.2009-an de hilbijartina parlamena Kurdistanê û hilbijartina serokê herêma başûrê Kurdistanê pêk hat.
41 partî bi 23 lîsteyan beşdarî hilbijartinan bûn. Li gorî daxuyaniyan ji 2,5  mîlyon Kurdistanî ji sedî 78,5 beşdarî hilbijartinan bûne. Xebera herî baş ew e, ku tevgera Goran-Guherîn di hilbijartina de biserket.
Li gorî agahiyên Komîsyona Bilind encam wisa ye, lîsteya Kurdistan ji sedî 57,34 deng bi dest xistine, lîsteya Goran ji sedî 23,75 deng aniye û lîsteya Xîzmetguzarî û çaksazî jî ji sedî 12,8 deng stendiye.


Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî ji dengan sedî 69,57 girtiye û ji nûve hate hilbijartin. Lê divêt serokê herêmê qet bi ewqas dengan nefire. Heger îtifaqa lîsta Kurdistanê tineba, belkû wî ji dengan 35% jî nedigirtin.
Ji aliyê din ve namzetê ji bo serokatiya herêma Kurdistanê Dr. Kemal Mîrewdelî jî 25,32 deng bi dest xistiye, ku hêjmara dengên wî qet ne kêm in.
Lîsteya Goran mêzîna PDKê û ya YNKê xerab kir. Tew tevgera Goran li bajarê Silêmaniyê bû hêza yekem. Mam Celal birca xwe wenda kir. Birca kek Mesûd jî ma bihareke din.
Me kêm zêde bawer dikir, ku PDK û YNK piraniya dengan werbigirin. Herwisa me bawer dikir, ku Mesûd Barzanî careke din jî wek serokê herêmê were hilbijartin. Jixwe bawriya raya giştî jî di vê çarçovê de bû. Çimkî ew herdû partî hên jî bi hêz in û têra xwe hene.
Lê ya herî girîng ew e, ku serokê herêma Kurdistanê û lîsteya Kurdistanê bi çiqas dengan hatine hilbijartin. Çimkî ew êdî mecbûr in bi qasî dengên xwe biaxivin, bi qasî dengên xwe tevbigerin û bi qasî hêza xwe malê xelkê Kurdistana Azad talan bikin, bişêlînin û li Kurdistanê cirîda bavêjin.
Bê guman encam ne li gor dilê PDK û YNK ye. Ev jî tê gihîştin çima? Çimkî mentalîta serokatiya wan herdu partiyan ji mentalîta Ereban ne dûr e. Li gorî dilê wan ba, divêt wan jî wek Erebên paşverû û kevneperest ji sedî 99,99 deng werbigirtana.
Belê êdî seltenata serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û ya serokkomarê Iraqê Celal Talabanî diheje.
Mixabin desthilatiya PDKê û ya YNKê di dewsa ku demokrasiya Ewropa ji xwe re wek mînak bigirin, wan pergala Beasiyan ya pirîmîtîv û siyaseta Erebên kevneperest ya bi kirêt, bi gendelî-korûpt, bê pirensîp, bê ser û berî ji xwe re wergirtin.
Belê tevgera GORAN-GUHERÎN bi pêşengiya Nowşîrvan Mistefa hêsabê wan tevlihev kir, dê ne şaş be ku mirov bibêje heya radeyekê hesabê wan têk bir.
Lê ji aliyê din ve jî berzbûna tevgera Goran hêsabê partiya Islama Kurdistanê jî berteref kir. Çimkî beriya ku tevgera Goran biafire, hêviyeke pir mezin ji neçarî û bê alternatîva xelkê Kurd hebû ku partiyên Îslam di hilbijartinan de zêde dengan bigirin.
Peymana stratejîk jî têra PDK û YNK nekir ku wek berê dengan ji xelkê Kurd werbigrin. Wan bawer dikir ku dê bi wê peymanê jiyana xwe li Kurdistanê mîsoger-garantî bikin.
Di rastiyê de dewlet di navbera hev de peymanên stratejîk çê dikin, ku pê berjewendiyên xwe li hemberî dewletên din biparêzin. Di dîrokê de ev cara yekem e, ku di nava du partiyên milletekî de peymaneke stratejîk çê dibe. Ev helwest wêranî û kambaxiya wan partiyan nîşan dide. Jixwe PDK û YNK niha loma di nava ewqas astengiyan de ne. YNK li ber têkçûnê de ye. PDK jî çi bike dê nikaribe xwe ji pêvajoya têkçûnê rizgar bike. Tenê dem jê re pêwiste.
Di hilbijartinan de ne tenê YNKê, PDKê jî wenda kir. Êdî ji niha de xof ketiye nava dilê desthilatdarên PDKê. Ew di demê pêş de çiqas jî xwe biguhirînin ku ji têkçûnê rizgar bibin, dê nikaribin pêvajoya guherînê li herêma Behdînan bixitimînin.
Deshilata Başûr di dewsa ku parvekirineke bi edalet bi xelkê Kurd re çê bike, bi mîlyaran pere li ser navên xwe û xismên xwe ji bo bêtonan serf dikin, avahiyên mezin û bilind ava dikin. Goya ew dixwezin bi wan avahiyên bilind li meydana Hewlêra tût û rût bajarekî wek Dubehiyê biafirînin.
Mixabin desthilata Başûr bi vê helwesta xwe ya bêtonsaziyê dixwezin zikê xelkê Kurd bi bêtonan têr bike. Ez ne li dijî avahiyên nû û modern im, lê heger zarok û jinên şehîdan di nava bajaran de destê xwe ji xelkê re vebikin, ev bê wijdanî ye, ku ew desthilatana bi dolaran pereyan ji xwe re wek lodan qûç bikin.
Desthilata Başûr, Mesûd Barzanî, Neçîrvan Barzanî, Celal Talabanî û yên din bi mîlyaran dolar revandine bankên welatê Swîsre û derên din. Bankê Swîsre êdî ji wan bêzar bûne û gotine bes e, êdî pereyan neynin Swîsre.
Çimkî li gorî biryareke parlamena Swîsre, welatê Swîsre mecbûr e bizanibe ku ew perana ji kû derê tên û pereyên çi ne, ku dewlet li pêşiya pereyên reş di nava Yekîtiya Ewropa de bigire. Ev biryara YE li ser welatê Swîsre û yên din hate ferz kir. Loma kesên pereyan dibin wê derê mecbûr in bibêjin, ew pere ji kîderê anîne.
Rêz û hurmeta Desthilatdarên PDK û YNK qasî misqalekê ji xelkê Kurd re tine ye. Ka li vê sosiretê binêrin, ew herdu partî bi xwe rapirsî-anket di nava xelkê de dabûn çê kirin, lê tenê navê lîsta Kurdistanê bi goya 62% tê de hebû. Wekî din lîsteyên din 20% û 18% bêqerar hatibû binav kirin.
Mirov dibê qey di nava wan 20%-an de navê partiyan tinebû. Ev helwesta desthilatdarên PDK û YNK nîşana şerm û rûreşiya wane. Ev helwesta nîşana dîktatoriya wane.
Ev helwest jî dîsa nîşan dide ku PDK û YNK ji hemû norm û pîvanên demokrasiyê dûr in.
Xêncî wê jî di dema hilbijartinan de bîhna rezîltî û kepazetiyê ji çapemeniya dîtber û nivîskî ya PDK û ji ya YNK dihat. Te digot qey li rûyê vê dinyayê ew herdu partî tenê hene û tenê mafê wan di çapemeniyê de heye bi yek alî ji xwe re propoganda çê bikin.
Piraniya malperên Kurdî jî li têla wê wêranî û kambaxiya PDKê û YNKê didan. Xwediyê wan malperan bi dehsalane li Ewropa di nava bêşîga demokrasiyê de dijîn, lê mixabin bi wê helwesta xwe ya ne demokrat dûrî hemû pîvanên çapemeniyê bin pê kirin.
Çapemeniya Kurdistana Azad milkê ti kesî nîne. Ew çapemenî bi perên xelkê Kurd, bi perê bacê û petrolê çê bûye. Loma ew çapemenî mecbûr e di xizmeta her kurdekî de be. Berevajiya wê zordarî û dîktotariye.
Divêt êdî dema wan partiyên gendel û korûpt bi dawî bibe û ew ji Kurdistanê xalî bibin. Bes e wan li ser pişta xelkê Kurd barê xwe qat bi qat girtin.
Bi baweriya min divêt her du partî jî têk biçin û di dewsa wan de partiyên demokrat ava bibin. Çimkî ew her du partî jî êdî layîqê Kurdistanê nînin. Wan di dîroka Kurdên Başûr de pir tiştên xerab kirin, ku di nava civatê de nayên ji bîrkirin.
Ji ber ku min beriya hilbijartinan de di hevpeyvîneke taybet de di gel birêz Cankur re nêrînên xwe bi kurtayî di derbarê hilbijartinan û xerabiyên destilatdarên Kurdistana Azad de bi xelkê Kurd re, herwisa pêwistiya muxalefeteke xurt li Kurdistanê anîbû ziman, loma min beriya hilbijartinan gotareke taybet nenivîsî. Binêrin malpera Peyam:
http://peyam.eu/Kurdi/Can-FuadSipan-Hevpeyvin-01-2009.pdf
Pir mixabin gelek ronakbîrên Kurdistanê, bi taybet jî ji Bakur herwisa hin partiyên Bakur dîsa wek her gav di mijara hilbijartinan de dane îspatkirin ku ew qet û qet fêrî demokrastiyê nebûne û hemûyan jî bi hestê dilşewatî li gorî berjewendiyên xwe yên şexsî, partîtî tevgeriyan û bêyî ku rewşa Başûr baş analîz bikin, guhên xwe bidin xelkê belengaz, yekser bi daxuyaniyan alîkarîya PDK, YNK û serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kirin. Di daxuyaniyên wan partî û kesan de baş kifş dibû ku mirov digot qey ji wan hatiye xwestin an jî li ser wan hatiye ferzkirin ku ew bi daxuyaniyan piştgirî bidin lîsta Kurdistan û namzetê serokatiyê Mesûd Barzanî.
Ji partî û rewşenbîran re pir şerm e, ku alîkariya gendel û korûptên Kurdistanê bikin ku ew bi siyaseta xwe ya talankerî di welatê me de berdewam bikin.
Ronakbîrên Kurdistanê bi salan e hin gotin ji xwe re ezbere kirine, di devên xwe de wek benîşt dicûn, êdî li ba wan bûye mode ku dibêjin “em di qonaxeke gelek hesas û girîng de derbas dibin” an jî “em di pêvajoyeke wisa de ne” û hwd. encax lîsta Kurdistanê û serokê herêmê Mesûd Barzanî dikarin xelkê Kurd temsîl bikin.
Helwesteke wisa bextreş e, ku mirov ji hemû xelkê Kurdistana Azad re çêr û dijûnan bike.
Ev 30 sale ez van gotinên tiroviro li ser Kurdan ji partî û kesayetên Kurdan dibihîsim. Bingeha van gotinan hemû jî vala ye.
Ma çima bi mîlyonan xelkê Kurd li wê derê dijîn, qet ew nikarin di nava xwe de cewherek an jî çend cewheran derînin ku ji xelkê me re li Başûr serokatî û lîderiyê bi duristî bikin.
Divêt daxwazên gelê Kurd û pirsgirêkên civatê her dem li ser her tiştî be, li pêş be, ne berjewendiyên partî û kesayetî.
Ez bi kûrahiya dilan di wê baweriyê de me ku cewherên wisa li Başûr hene, bi zanîn û duristiya xwe gelekî ji Mesûd Barzanî û Celal Talabanî mezintir in.
Belê encam girîng e. Niha çi bû? Hûnê niha bibînin ku ewê pesnê PDK, YNK-lîsta Kurdistanê didan, dê têkevin rêzê ku bi muxalefetê re pêwendiyan çê bikin û xwe ji wan re xweş bikin.
Li Kurdistanê êdî wezna civakê hate guhertin û xelkê me li Başûr ji bin bandora yek partîtiyê rizgar bû. Ev ji bo xêra xelkê Kurd e.
Pirsgirêka herî girîng niha li Kurdistanê pirsgirêka pêşmergan e. Çimkî herdu partiyan ev 19 sal e xerabiya herî xerab bi Kurdan kirin. Herdu partiyan ji bo bingeha dewletbûnê ti tişteke ber bi çav neavêtin, nekirin. Herdu aliyan leşkerên xwe afirandin. Herdu aliyan qet berjewendiyên xelkê Kurd bi giştî nedan pêş û li gorî wê jî tevnegeriyan. Tenê li ser hêsabên xwe yên biçûk tevgeriyan û bi sedan û bi hezaran muxalefetên Kurd di komkujiyê re derbas kirin.
Lê divêt em ji bîr nekin ku pêşmergên Kurdistanê ji herdu herêman jî zarokên Kurd in û ew taca serê me ne. Ez bawer im ewên jî ji vê guherînê para xwe bigirin, heger pêwist be dê helwesta xwe li ba xelkê Kurd bigirin, ne li ba talankerên Kurdistanê.
Ez jî wek nivîskarên Kurd kekê Zeynel Abidîn Han di wê baweriyê de me dê ev guherîna li Başûr, xwe biavêje perçên Kurdistanê yên din jî.
Xelkê me mecbûr e xwe ji Statûkoya wan partî û kesayetên kevnare yên nehemdemî xelas bike û di dewsa wan de partiyên nû, moderin, yên guhên xwe didin daxwazên xelkê biafirîne.
Çawa ku dema şerê sar û dîwarê hesin bi dawî bû, divêt dema wan partî û kesayetiyên Kurdan jî bi dawî bibe.
Lê divêt tevgera Goran jî xeyalê xelkê Kurd tevlihev neke, bi hêsab tevbigere, dengê xelkê Kurd ji bo wan jî ne mîsoger e, divêt ew li soz û peyamên xwe xwedî derên û baweriya xelkê ku ew hilbijartine careke din wek PDKê û YNKê têk nebin.
Divêt tevgera Goran di demê pêş de bi kirin û tevgerên xwe ve bide îspatkirin ku ew ne wek YNKê bi ramanê herêmî ne, ew Kurdistanî ne. Heger tevgera Goran ji daxwaza xeta xelkê Kurd der neyê dê bi serbikeve.
Divêt armanca tevgera Goran ew be ku wek partiyeke opozîsyon bimîne, heger daxwaz jî ji wan bê kirinê, divêt çavçilûsî nekin, ku bi lez û bez têkeve nava hukumetê.  Çimkî dê di navbera PDK û YNKê de pirsgirêk çareser nebin. Bi kurtasî îhtîmala, ku di demeke nêzîk de careke din hilbijartin çê bibin ne dûrî vac e. Jixwe ji niha de qirçe qirç ji peymana stratejîk ya bêyom di navbera PDKê û YNKê tê.
Divêt tevgera Goran bi daxuyaniyên xwe li ser perçên Kurdistanê yê din jî pir bi dîqet û bi hesas be, tişên dilê rejimên wek Îran, Tirkiye û rejimên Ereban xweş dike nebêjin, dilê Kurdên perçên din jî birîndar nekin.
Bi hêviya Guherînek nû, tevgera Goran ji xelkê me re pîroz be.
Bijî Kurdistan
Bijî demokrasî li Kurdistanê
Bijî muxalefeta-opozîsyona Kurdistanê
Almanya, 30.07.2009






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1748