Banga komcivîna Komîta Amadekar a Roja Helbesta Kurdî
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 28 íæáíæ 2009
Mijar: Nûçe



Hevalên hêja!
Me komîta amadekar a Roja Helbesta Kurdî 2008 an, wek erkekî rewþenbîrane dît ku em bang li helbestvan û nivîskarên kurd yên Rojavayê Kurdistanê bikin, da ku em karibin bi hev re, careke din Roja Helbesta Kurdî vejînin. Armanca vê komcivînê ew e, ku dê komîta amadekar a Roja Helbesta Kurdî 2009 an hilbijêre û ev komît dê bi kar û barê xwe rabe. Wekî em dizanin ku ji sala 1993 an de, roja 22.10 an, ango roja koçkirina helbestvanê mezin Cegerxwîn ji bo roja vejîna helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê hatiye destnîþankirin.


Em jî wek helbestvanên derveyî welêt dixwazin vê rojê bidûmînin. Hêviya me ji helbestvan û nivîskarên kurd heye ku di vê civînê de cih bigrin.
Heger komîteke nû neyê hilbijartin, dê komîta par bi kar û barê xwe rabe.
Dema: 23. 08. 2009. Katjimar 13,00
Cih: Komela Hêvî. Born Str. 18. 44145 Dortmund
Ji bo pirs, an têkildariyê: 01748640820 - 017661945609

Komîta Amadekar a Roja Helbesta Kurdî 2008.
Elmanya 28.07.2009







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1743