Peyamek bo Yekîtiya Ewiropa
Eniya Felata Niþtimanî li Sûriyê
Bo birêz serokê Yekîtiya Ewiropî
Gelê Sûriyê renc û azareke tund û dijwar li jêr destê rêjîma despotîk ku siyaseta cudakirin û dûrgirtin û tepeserî û destdanîna ser azadiyên giþtî û binpêkirina yasayê ji xwe re rêbaz digire, dikþîne.
Zordarî û sitemkariya rêjîmê gihiþte tevahiya gelê Sûriyê nexasime piþtî rawestandina dezgehên destûrî û nebûna rêjîmeke demokratîk ku rê li ber gel veke ji bo bikaranîna mafên xwe yên rewa û xwezayî di hilbijartina serkirdayetiyên xwe bi þêwazeke azadane dûr ji fiþar û zixtên ku bûne beþekî sereke ji konevaniya rêjîma despotîk.
Tevahiya tiwêjên civaka Sûrî tûþî tepeserî û zordarî û bêparkirina mafên rewa tên , û di nav de Kurdên Sûriyê yên ku dehan hezar kes ji wan ji sala 1962an de ji mafê hevwelatîbûnê û nasnameya niþtimanî hatine bêparkirin tev li koçbarkirin û renckêþanê .
Eniya Felata Niþtimanî van bikaranînên li dijî Kurdên Sûriyê û karên sitemkar yên ku bi wan tên kirin þermezar dike.
Her weha, EFN ji Yekîtiya Ewiropî (YE) dixwaze ku ew hindek pêngavan werbigire bi armanca tenêhiþtina rêjîma Sûrî û bikaranîna fiþaran ji bo misogerkirina tenahiya gelê Sûrî û bicihanîna guherîn û veguherîna berev rêjîmeke demokart û rizgarbûna ji tepeserî û despotîsmê.