Sunetkirina jinan 1/2
Dîrok: ÇáÎãíÓ 11 íæäíæ 2009
Mijar: Nûçe



Amadekirina Ezîz Xemcivîn 

 Sunetkirina jinan- Bi ingilîzî Female genital mutilation (FGM). Wate: Jêkirina parçeyên hestedar (gişt an hinek) ji organê zayendî li bal mêyê...

Sunetkirina jinan
Sunetkirina keçikê: Sunetkirina keçikê bi çar awayan dibe:
a-      Jêkirina bergê zîlikê digel serzîlik an jî zîlik bi tevayî.
b-      Jêkirina zîlikê digel her du çermikên piçûk (hindek an jî bi tevayî).
c-      Jêkirina hemî bilindbûnên organ (digel zîlikê jî) û her malçerm bi çermê laş ve serast dibe û hem tengkirina qula organ dikin.
d-     Jêkirina zîlikê digel her du çermikên piçûk û sotandina şûna wan bi daxdanê, ji vî awayî re sunetkirina Firû’nî dibêjin.





 


        Jêkirina tekûz û dirûtina organ
Têbînî: Hin jêder dibêjin - sunetkirina sunî - qaşo ya ko pêximber ew rewa kiriye, tenê bergê zîlikê jê dikin, û hin jî dibêjin pêximber gotiye: Eger her du çermikên piçûk dirêj bin û keçikê tengav dikin, çêtir e ko her du kurt an jê bibin. 
Sedem û behane: Birrîna xweşiyê, da ko keç ji hêla xweşiya zayendî ve sar bibe, û nekeve şaşitiyan.
Destpêk: Di serdema Firû’nî a nûjen de li Misrê dest pê kir, di wê serdema ko Esyûbî û Sûdaniyan Misir dagîr kirin û hin jêder dibêjin berî zayînê bi 100 salî ji Misrê dest pê kiriye, lê li beranber vê têgehê Dr. Newal Alsa’dawî dibêje sunetkirin ne ji kelepora Ereb, Firû’nî û Misriyan e, lê ew ji Andinosya dest pê kiriye û dûv re li gelek welatan belav bûye.

Sedemên sunetkirinê (Li gora baweriyên wan):
Pexişkirina parek ji organê mêyê, ji bo bibe gorî û qurbaniya Xwedaya berhemdariyê (Xwedaya pît, xêr û berketê).
sunet dibe, ew parçeyên ko têtin  jêkirin; dikin niviştekê û bi hustê keçikê ve dibe, di werzê emekadariya ji bo nîl de di-avêjin çem.*
Hindek bawerî û mehneyên din:
1- Sunetkirin, şînkirina laşê zarokê zûtir dike.
2- Sunetkirin, pakbûna keçikê diparêse. (Zîlik digihê cilan û pê ve tête xurandin, ji lew ra keçik ji ber tête tevdan “germ dibe”, ev sedemek ji bo şaşitiyê ye).
3- Sunetkirin, paqijî û zelaliyê dide keçikê – keçika nesunetkirî çepel e (nicis).
4- Sunetkirin, organ xweşiktir dike.
5- Sunetkirin, keysa şûkirina keçikê bêtir dike. (Mêr ji bil ya sunetkirî şû nakin).
6- Sunetkirin, ji bo berhemdariyê kêm neke û avisbûnê zêde bike. (Zîlik rêjekan dide, ew rêjek kujerên canawirokên ava zilam in).
7- Sunetkirin, xiniziya şûkirinê nahêle, anko jin di têkiliyeke nerewa de nema dirame.
8- Zîlik kelemek e, zilam dêşîne.
9- Zîlik dibe sedema birînkirina serê zaroka ko ji diya xwe re dibe.
                   




 
Zîlik (cumoris): Zîlik, endamê zayendî di pîrekê de ye, dikeve jora her du çermikên piçûk (Labia Majora). Bi bergekî tête veşartin. Dirêjbûna zîlikê digihê 2.5 c.m, nêzîk 8000 dûvdamar tê de hene, di têkiliya zayendî de ji tevdanê bi xwînê tête dagirtin û rep dibe.
Di zanînê de gelek nerînên cûr bi cûr li ser rola zîlikê di gihiştina bilinbûna xweşiyê (Orgasm) de hene.
Qebareyê zîlikê, ji pîrekekê (afret) heta a din û ji miletekî heta miletekî din cuda ye.

Bergê zîlikê:
Ew çermê ko ji zîlikê re bûye mîna berg û wê diveşêre, di tevdanê de dema zîlik tije xwîn û girs dibe, hestedariya wê bêtir dibe û di bin bergê xwe de bêtir xuya dibe.
Di sunetkirina rewayî de (li gora dîtina hin oldaran) ev berg tê jêkirin û di ya nerewayî de zîlik tev li bergê xwe û hemî çermên organ ko ji çermê laş bilindtir in, têtin jêkirin.
Têbînî: Jêkirina çi parçî ji organê keçikê tu yasayên asmanî jê re nîn in, da ko rewa an nerewa bikin, lê belê hin kesên bawermend vê yekê dikin behane û dibêjin suneta pêximber pê heye.
Ziyan û metirsiyên tenduristî:
Xwînderbûn (Xwîn verestin): Ji sedema ko jêkirina parçeyên organ di bin nîrê zorê de dibe, bi piranî bi alavin nepak û ji ber ko ne li nexweşxaneyan neşter dibe, gelek caran xwînderbûnê çê dike, carina jî dibe sedema mirina keçikê.
Aloziyên zanê:
Li gora raportên Neteweyên Yekgirtî û rêkxistinên wan dibêjin jinên ko hatine sunetkirin di ber zanê de %31 neştergeriya qeyserî ji wan re çê dibe û %66 ji zarokên wan dikevin bin çavdariya hûrbînî û %55 ji van zarokan dimirin û carina dê bi xwe jî dimire.
Texmînên Neteweyên Yekgirtî dest nîşan dikin, ko hejmara jinên sunetkirî di cîhanê de ji 100 – 140  milyon jin organê mêbûna wan ketiye ber ziyan û kêmkirinê, û di salê de bêtir ji sê milyon keç sunet dibin.
Ziyan:
Sunetkirina jinê komek ziyanên laşî û derûnî bi pîreka sunetkirî re çê dike, ew ziyan ne tenê li wê  jinê belam li mêr, zarok (eger hebin) û li derûdorên wê bandora xwe dikin. 
-Korkirina xweşiyê: Zîlik wek me berê gotibû dora 8000 dûvdamar tê de hene, nemaze serzîlik ko hemî hestedarî ye, eger bê jêkirin bêguman ew jin kêmendam dibe û  gihaştina xweşiyê li bal namîne.
Jin ji hêla zayend ve nema digihê têrbûna xwe a xweristî, çendî daxwaza laş hebe jî, ew nikare bigihê têrbûnê û dibe ev bi xwe jî bibe sedemek ji rêçûna jinê, berevajî wan kesên ko têgihana sunetkirinê li ser vê behaneyê ava dikin.
Di vekolîneke taybet de bi gelek jinên sunetkirî re hatiye kirin, bi piranî gotine ko ew di jiyana xwe a zayendî de hîç ne gihane xweşiyê û ne dizanin xweşî çi ye.
-Berhemdariya jinê kêm dike, anko di gelek astengiyan re derbas dibe, heye ev bibin problem û rê li ber avisbûnê bigirin.
-Jina sunetkirî di têkiliya zayendî de pir derd û êşê dibîne.
-Derdên digel hatina xwînmehê de jî pir in.
-Di zanê de ji tengiya qula organ, eger negihê nexweşxaneyê û zikê wê bi neştergeriya qeyserî ne vebe dibe ko ew jin bimire.
-Ji aloziya derketina ji zik, gelek zarok dimirin.
-Kulbûnên herdemî di organ de çê dibin.
-Pirbûna nexweşiyên derûnî.
           
  






         
  
Serjimarek ji welatên Afrîqî  yên ko sunetkirina jinan li wan dibe:
Bînîn (Benin) %50 zîlikê û her du çermikên piçûk dibirin.
Borkîna Faso (Burkina Faso) %70 zîlikê û her du çermikên piçûk dibirin.
Afrîka Navîn (Central African Republic) %50 zîlikê û her du çermikên piçûk dibirin.
Tişad (Chad)  %60 zîlikê û her du çermikên piçûk dibirin û hem qula organ teng dikin.
Cote d''''''''Ivoire % zîlikê û her du çermikên piçûk dibirin.
Jîbutî (Djibouti) %98-90 zîlikê û her du çermikên piçûk dibirin û hem qula organ teng dikin.
Misir (Egypt) %97 zîlikê û her du çermikên piçûk dibirin û hem qula organ teng dikin.
Arîterya (Eritrea)%90 zîlikê û her du çermikên piçûk dibirin û hem qula organ teng dikin.
Asyûbya (Ethiopia) %90 zîlikê û her du çermikên piçûk dibirin û carina qula organ teng dikin.
Jambya %90-60 zîlikê û her du çermikên piçûk dibirin û carina qula organ teng dikin.
Xînya (Guinea ) %90-70 zîlikê û her du çermikên piçûk dibirin û carina qula organ teng dikin.
Xînya Pîsaw (Equatorial Guinea) %50 zîlikê û her du çermikên piçûk dibirin û carina qula organ teng dikin.
Kînya (Kenya) %50 zîlikê û her du çermikên piçûk dibirin û carina qula organ teng dikin.
Laybîrya %60-50 zîlikê û her du çermikên piçûk dibirin.
Malî %94-90 zîlikê û her du çermikên piçûk dibirin û carina qula organ teng dikin.
Morîtanya (Mauritania) %25 zîlikê û her du çermikên piçûk dibirin.
Neycîrya (Nigeria) %50 zîlikê û her du çermikên piçûk dibirin û carina qula organ teng dikin.
Sîralyon (Sierra Leone) %90-80 zîlikê û her du çermikên piçûk dibirin.
Somal (Somalia) %98 Qula organ teng dikin.
Sûdan %90-80 zîlikê û her du çermikên piçûk dibirin û carina qula organ teng dikin.
 
Welatên ko rêjeya sunetkirinê kêmî %25 bikar tînin ev in: Kamîron, Kongo ya Dîmuqrat, Gana, Neycer, Tanzanya, Oganda.
 
 






*Du Endazyar (yek ji Nûba û yek ji Erebên Sûdanê) ji min re li ser sosretên sunetkirinê axifîn.
Endazyarê Nûbî: Xortekî rastgo bû, dixwest hindek ji derdên civaka xwe bibêje, min jî xwest ez ji xwendevanên Kurd re biguhêsim.
Li ser sunetkirina keçan digot: Ev nûçeyên ko hûn dixwînin pir kêm in, keç li bal me dikeve gerînekeke dojehîn, bi taybetî di sunetkirinê de tu mehder û dilovanî lê nabe.
Keçik bi zor tête girtin û li ber destê dayê -jinika ko wê sunet dike- bi kontrolkirineke bêhempa destên wê digirin û lingên wê ji hev ve dikin, anko çar jinên bi hêz wê zeft dikin, dayê jî alavên sunetkirinê ( yên destpêkî ) li ber çavê wê amade dike, pêşî zîlikê bi bergê wê ve ji kok ve dibire, dûv re ew her du çermikên piçûk (yên hundirîn) ji organ dike, dizîvire ser her du çermên mezin (yên derve) û ji wan jî hindekî dibe û dûv re darikekî zirav mîna darikê kuftikê dike navbera her du çermên mezin û wan li darik dide hev û bi hev ve didrû; tenê quleke piçûk ji bo derketina mîz û xwînmehê dihêle.
Sosreta herî bê-ûjdanî, ev kirdeya hovane bê pûçkirin dibe, anko tu benc li organ nabe. Xerabkirina organ bi vî awayê sosret, jin û mêr di pêwendiya zayendî de û bi taybetî şevên pêşî ji şûkirinê dikevin ber aloziyên mezin, ew organê ko evqas sal dirûtî maye û ji bil quleke piçûk tê de nîn e, dê çawa endamê zilam cihê xwe tê de hebe û gelo çawa wê ew organê zuha ji xweşiya şûkirinê re amade bibe?
Endazyarê Sûdanî : Sunetkirina jinê li bal me giring e. Jin ko nesunetkirî be gelekî şerm e.
Wek nimûne, eger jinek nesunetkirî be ew kêmaniyek e, em didin ber pozê zarokên wê, heke pevçûnek di navbera wan û hinekan de çê bibe, yekser dijberê wan ji wan re dibêjin “Ho.. ko hûn baş bana, hûn ê ne zarokên xwediya berg bana”. Berg (xulfe)  ji çermê ser zîlikê re tête gotin.
Sunetkirina jinan li Kurdistanê

Piştî vê şiroveyê li ser sunetkirina jinan, dixwazim dergeheke gengeşeyê vekim. Bila tiştekî veşartî û perdekirî nemîne. Bila dengê mirovahiyê li hember vê diyardeya kirêt bilind bibe.
Ne tenê ji ber ko li Kurdistanê dibe ez wilo dibêjim, na belam çi ziyan li jinê bibe, li kîjan welatî be, li nav kîjan miletî bibe, weke mirov giring e em bi xebateke tund dijberî wê stemê rabin û hewl bidin ko em wê stem û ziyanê ji ser jinê rakin.
Pir ji min re nişkavî bû, berî çend salan dema min bihîst ko li Kurdistanê sunetkirina keçan dibe. Ev mijar kengî derket rojevê û çawa eşkere bû, di nerîna min de di serdema internet û vê ragihandina pêşketî tiştek ko di mejiyên şikeft û di bin cilan de nema dimîne.






Piraniya Kurdan heta nuha pirsgirêkên civakî piştguh kiribûn, dibe kemperî dikirin ko şoreş û şoreşgerî ji xebata civakî giringtir in, lê dîrokê tekez kiriye û ji ezmûneya gelek miletan hatiye xuyakirin ko xebata şoreşgerî bê ya civakî pêş ve naçe. Pêwendiyeke diyaliktîkî di navbera her du xebatan de heye û serkeftina her du hêlan bi hevûdu ve girêdayî ye.
Sunetkirin, ji kû û li kû dest pê kir, di nerîna min de nema ev pirs mijareke giring e, çimkî li nav gelek miletan bi taybetî ko misilman bin, ketiye çanda wan, tev ko bi olê ve ne girêdayî ye, lê behaneya serekî ji wan re ol û suneta pêximber e.
Tiştê nuha giring ko em digel hev karibin li hember vê diyardeya kirêt birawestin, eger ji me neyê di asteke cîhanî de, bi kêmanî gerek di civaka xwe de ji bo em keça Kurd ji stema gwîzanê nezaniyê rizgar bikin û saxlemiya wê biparêsin. Bila endamê xweşiya jinê kor nebe, çimkî ev buhatirîn mafê mêbûna wê ye. 
Sunetkirina keçan, li Kurdistanê û bi taybetî li Kurdistana Îraqê li piraniya herêmê belav e; nemaze li parêsgeha Silêmaniyê, Hewlêr û derûdorên Kerkûkê û bi rêjeyeke pir bilind çê dibe.
Birêz Gabar Çiyan di dosyeke taybet de ko li ser sunetkirina keçan amade kiribû, bi hindek jinên çalak re yên ko xebatê di ber mafê jinan de dikin hevpeyivîn kirine.  
Ji wan jinan birêz Sûad Evdilrehman ya ko bi rêkxistina Wadi ya (Almanî) re kar dike, di wê hevpeyivînê de Sûad gotiye: 
((FGM tê wateya sunetkirina keç û jinan. Di dema sunetkirinê de, ji organên wan yên cinsî, cihê herî hesas ”klitorîs” (zimanê biçûk) tê jêkirin. Bi jêkirinê, zewqa wan ya cinsî tê korkirin. Da ku keçbûna wan, anku namûsa wan heta dema zewacê bê parastin. 
Piştî sunetkirinê, gelek aliyên neyênî û pir xirab pêk tê. Beşek ji keçan di nava xwînê de dimînin, brînên wan mîkrop digire û dimrin. Rûhê hinekan ji wan birîndar dibe. Herdu alî jî demek dirêj, pêşerojê, di dema zewac û hemîlebûna wan de bi problemên mezin têne hemberî hev.
Keçên biçûk ku emrê wan 4 û 12 an de ne têne sunetkirin. Li cihên ne eşkere operasyonên sunetê dibin. Organ nayê pûçkirin. Aletên sunetê, cilêt û cuzan nayên kelandin û bi mîkroban barkirî ne. Keç tê tazîkirin, li ser çoka pîra wê û bi alîkariya kesên li wir tê girtin, girêdan anjî kontrolkirin. Zimanê organê tê jêkirin. Keç di nava gola xwînê de dimîne. Jibo ku herikandina xwînê bê rawestandin, xweliyê bikar dihênin. Gelek caran keça biçûk li ser qalibên qeşayê (buz-ice) rûdine…
Piştî sunetkirinê gelek keç dimrin. Yên namirin jî hetanî dawiya emrê xwe şerê nexweşiyên rûhî (psîkolojîk) dikin, anjî bi nexweşiyên din re dijîn.
Jinên ku bi rêya “mobile team” dixebitin û hevkarên Wadi ne, di sala 2004 an de qala pêkhatina sunetkirina keçan li aliyê Germiyanê, ku dikeve başûrê Silêmaniyê kirin. Kurbûnên li ser pirsê derêxist hole ku, gelek jin ji ber sunetkirinê seqet mane.))






((Mobile Team
ji bo ronîkirina pirsê li herêmê, bi 1500 jin û keçên ciwan re qise kir, hevpeyvîn pêkanîn. 907 kes ji wan bûbûn qûrban û hatibûn sunetkirin. Paşê li Erbîlê lêkolînek pêk hat. Derket hole ku ji 440 jinan, 380 ê hatine sunetkirin.
Jibo ku rewşa jinan li başûrê Kurdistanê bi giştî derkeve hole dezgeha Wadi di 2007 an de dest bi lêkolînek fireh kir. Ji dever û malbatên cewaz, zêdeyî 1800 jinan re rûniştin û li wan guhdarî kirin. Zaniyariyên destpêkê wisa nîşan didin ku sunetkirina keçan û jinan pir zêde ye. Li hinek deveran ji %60 û li deverên din %100 hatine sunetkirin. Tenê li Duhokê kêm e, ji % 10 e.
Encama li herêma Pişder û Raniyayê wêneyek dramatîk li ser rewşa nîşanî mirov dike. Ji Adarê hetanî dawiya tebaxa 2008 an, li 50 gundan û 25 dibistanên keçan 115 serdan pêk hatin. Li Raniya bi 2952 jin û keçan re hate qisekirin. Ji wan jin û keçan 2810 kes ji ber sunetkirinê, brîndar û seqet mabûn. Anku ji %95 bûbûn qûrbana sunetbûnê.))









 
 

Dûmahîk heye…
________________________________________________
Jêder:
 Wikipedia
Sunetkirina jinan - Dr.Mihemed Hinawî.
Raporta Rêkxistina tenduristiyê a cîhanî di derbarî sunetkirina jinan de 2008.
Sunetkirina keçan.. Dosya taybet – Gabar çiyan.
 Avestakurd
Vekolîn û amadekirin: Ezîz Xemcivîn
xemcivin@live.com

 






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1679