Silêman Azer
Ji bo:Ehmed kaya û….her em digrîn?
Em digrîn û þevên me
di pêsîra bagokê de
vêdikevin bi hejariyê.
Çiyayên têrnebûyî
ji bîna sîngên me,
bi tiliyên me þîn dikin koçeriyê.
Em digirîn
û êzinga rojê ye hêsirên me.
li çavên me mukur tên
rengên dîmenetiyê.
Li jor jî digrî xweda
bi ser bînayiyên xwe de.
Tu li evîndariya xwe siwarî
û diçimînî serê tenêtiyê.
Digrîn û tîrojê
li derdora xwe diçînin
riyin behetî ji wêrekiyê.
Li wê derê kiþandibû
qelûna temenê te
bavê riswa kiribûn
kevne salên xwedîtiyê.
Li wir tu hînî girî kirî,
û li bedena te kiþandin
heskirina rêwîtiyê.
Li vir jî bigiriye yara min û,
kolanan ji riwê min dimale
bi wê xweziyê.
Li ser tîbûna sbêdin
weþiyayî bi azariyê
Li bêrîkirinên xwe diterpile
min ber bi rindiya giriyê teve dibe
hilçenîna bêdengiyê.
Em digrîn û me bêriya deng û
Giriyê xwe kiriye
heta dawiyê.