Tû û jiyan
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 13 ãÇíæ 2009
Mijar: Nûçe




Azer Osî

Dil ji te naxeyidin,
û hêvî li diyarê evîna te, pîr nabin
zivistan çû, va bihar hat
û te, ne ji zivistanê, xatir xwest
û ji xwe.... tew tû ji biharê, tu car û car xatir naxwaze.


Di dilê te de, pir dil hene
û ji xeyalê te
Hechecîkên buhiþtê
hêlînên xwe, ji dilovaniya te,
li asoyên te, ava dikin.
tû û jiyan bi hev re diçin
bi hev re, ji rokê xatir dixwazin
û bi hev re, li hev dengvedana þevê,
par vedikin.
Ew... ji zagonên te,
demsal bi demsal,
li peravên xewnên te, bi cih dibe
û ji silav dayîna te,
xewnên dahatûya xwe,
bi xewnên te re,
cêwî dihêle.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1646