Çîrokên vira (Xeleka 2)
Dîrok: ÇáÃËäíä 11 ãÇíæ 2009
Mijar: Nûçe



  Luqman Silêman
Luqman_sileman@live.se

Hûn dizanin demaku ez li motor siwar têm dilê min diçê çixarê evjî ji ba Xwedê ye. Wele  hûn dizana min di zaroktiya xwe de çixare ve ne dixwarin lê ma ez çibkim ez bawerim hûn dizanin çima û ji kengî de min ev çixarê bi gû vexwarin lê ne xeme wê Xwedê çêkê rojek min jî heye wê bê leyse. Min çixara xwe xiste devê xwe de û min çeqmeqê xwe derxist da ku ez wê bê xwedîka çixarê vêxim lê min dêna xwe da çeqmeqê xwe ku nuqta benzînê di çqemeqê minde nîne wê çaxê ev çeqmeqê xazê nebûn wek niha. Ya rebî ya îlahî ezê çib kim bê çixare nikarim bi meşem ez gêjdim. Ez wilo li ser motorê xweyê îmzêtim ez gihame nêzîkî bajarê Mekê.


Wele min dî dengê teyarekî hat min ji xwe re got: Xwe dê kesî ji bîr nakê va Xwedê çêkir. Hinîg ew demanca min ya golf bi minre bû ewa ku Şiwarskof dayî min mane min careka dî ji were got: yan hingî Şiwarskof qa îdê leşkerê Emêrkîbo li Sihûdiyê. Leyse wele min demanca xwe ji ber xwe derxis û min agir da motorê îmzêt ez çûm di bin teyarê re li rastî deboya banzînê û min gule berdayê min deboyê wê qul kir û benzîn şirika jê hat wele min çeqmeqê xwe da ber ta ku tijî benzîn bû. Min çixara xwe vêxist û min çend mizê dirêj li çixara xwe dan. wele min li teyarê meyzand midî va teyare diçê û tê min ji xwe re got: Xwedê wekala wê bi kevê qey benzîna wê nemaye. Min ji xwe re got lawo bi qedrê Xwedê ev ya zaroyê meye. Wele cardî min benzîn da Îmzêtê xwe ez çûm li bin wê sekinîm. Wê çaxê di firingê sipî hebûn we ew nedîtine wele min di firing ji berîka xwe derxistin û min danî ser devê demanca golf wele  min berda çû li wî ciyê qul ket wek mirov pîne bikê di cîde lihêmbû Xwedê wekala gotina xêlifî ji devê bavê Hisên dernakevê mane hûn di zanin ez çiqasî ji derewa adizim cênîka min ji wa dêşê leyse.
Ka em egerin bi keçika xwe ve ka çi bi serê wê hat ka li ku ma. Ez gihame gundê Şebek hê pîkava bavê keçikê li Rimêlan û hesab li cem we lê çi ji rê hatiye hingî xelkê wa gunda hetine seyra me ez nema dikarim ji ilêlatê bi livim nej milet ba vêga ji nîrode ez gihabûm Qamişlo û nimêja min li min nediçû ma ez yê ku nimêja wî lê herê. Mane hûn dizanin motorê minî îmzêt çawe ye ne hewceye ku ez ji were bêjim. Û hûn dizanin niha ew di methefêdeye wele ewjî şaşiya min bû ta ku motorê îmzêt kete methefêde. Hûn dizanin vê îna bûrî Eliyas Herawî bi minre axivî got: min zarokê xwe sinet kirne û min mewlodek piçûk çêkiriye divê tu werê hazir bibê. Bi Xwedê ne bi dilê min bû lê ez ji mecbûrî çûn ji ber ku qenciyê Eliyas  li ser min hebûn. Ma min ji were negotiye ne. Deka ezê bêjim.
Ev bi xwejî gunhê min bû ma çima ez biya biraziyê xwe bikim wele ji alîkîve tu gunhê min tê nebûn kî ji we li şûna min ba wejî wê wesa bikira leyse.
Biraziyê min qaqilok bi guhê min ve çêkirbûn min nema diwêrî ez herim mala wa. Mane hûn dizanin ku  birayê min wê salê di cenga Libnanê de hate kuştin. Ma yabo çiqas min jêre got: kuro ma çi serê te bi Libnanê ketiye tew û wan çola ma ev karê teye min kir û ne kir min çar jê nekir yabo qey Xwedê li aniya wî nivîsandibû leyse. çiqa kurê wî ez bi dîtam wê ji minre bi gota çima tu nasnamê me çênakê mane bavê min li wir hatiye kuştin gerek nasnamê bidin min û tu Libnaniya teva nasdikê. Li celdê ez bi dîtam yan li nav zilama yan  li sûkê birastî min êdî newêrîbû ez xwe şanî wî bikim. Amo ha amo çima tu nasnamê me çênakê tu dikarê lê tu ji xwe çênakê tu ji xelkêre çêdikê lê yê me tu çênakê Xwedê wekala ne bi dilê minbû lê ma ez çawe bikim ez rabûm min berê xwe da Bêrûdê cem Silêman Firinciyê.
Wele ez çûm bi tewfîqa Xwedê demê seyandina xaniya bû tunebê payîze Û min hajê nebû. Nexwe ez ne diçûm leyse wele midî wa Silêman Firinciyê pantironê xwe bilin kiriye û bêrek ji va bêrê sînek di destê wîdeye û çend ji va girgireka wê kayê û xwê li heriyê dike. Û Silêman heriyê distirhê Xwedê heye dema ku Silêman çav li min kir ji nav heriyê derket û hate pêşiya min wele em çûne ser û rûyê hev Xwedê wekalê min û webê ez gotina nerast nebêjim hûn di zanin çiqasî cênîka min ji derewa dêşin ne hewceye ez ji were bijim leyse. Wele Silêman bi destê min girt ez birme xênî min kir û nekir min gotiyê: ezê arî we bikim Xwedê heye camêr nehişt got: tê çawe heriyê çêbikê tu bavê Hisên û heriyê levxê ev nebû. Camêr qedrê mala xwe girt lê wele ez pêde xeydîm min jêre  got: çi ma te ji minre negot: Minê çend xortê Enteriyê ji tere rêkirban. Hemî xwendevan in û  bawernamê bilin bi warene û baş dizanin heriyê çê bikin ji ber ku wa tu kar nekiriye ji çê kirna heriyê pêve.
 Lê wele feqîra bê nasnamene divabû hûn wa bi qaçaxê ji sînor derbaskin   Mixabin bi sedê xortê me li kolana bê karin hemî li wa kolana bitir û betalin hema bila hatiban arî te ev xanîkê te bi seyandan ma wê çi bi wa hatiba. Mane ew mane ji kolana re. Wele camêr got: bi Xwedê bavê Hisên min bîr dibir lê wele min dil nehişt min ji xwe re got: xortê we tucarî kar nekirne ji zaroktiya xwe ve betalin wê nikaribin xanî bi seyênin û ez texmîn dikim ku dema xanî bi seyînin wê xanî xirabikin tu di zanê ev xanî me bi zorê ji zarokare çêkiriye. Bavê Hisên ev xanî keda meya çil saliye û ez rabin bêxim di destê xortê wede…. Leyse em derbasî malê bûn hingî zarokê wî nebûn pîreka wî nûka bi halekî bû. Wele em rûniştin bû demê xwarinê xwarin hat me xwarina xwe xwar. Silêman got: bavê Hisên deka bêje te xêre tu hatî.
Min got: wele Silêman ji xêrê pêve nîne Xwedê wekala hal hewalê min û biraziyê min eve mane hûn dizanin ku bavê wî di ber wede hate kuştin. yek ya Xwedê bêjê Silêman got: wey ji wir ta bi vir ser çavê min û bavê min hatî çima te xwe adiz kir mane varoja meyê nasnamê wa ji ware rêkirban. Yabo dema ku Siêman wesa got: berdestiyê wî adiz bû got: em nikarin çi kesê ku ji Xwedl re ne lazim û ji ciyê xwe bazdayî yê diz û yê ji ber keçikekî û yê ku hikûmet lê digera herkê jib o tiştekî bazdane û hatin welatê mejî xirakirn û hîn hûn di xwazin em nasnam jî bidin wa ev çi gotine Xwedê weleka kesî nasname nedît..?  gotinek ji min yek ji wî wele min destê xwe lê bilind kir bi rastî nema min xwe girt mane hûn min nas dikin ma ezê nûka xwe bi we bidim nes kirin hingî Silêman got: na bavê Hisên na bavê Hisên. Nehrê ez ji ku xwe digrim min hewdî min şeqamek li nav çavê wîda Xwedê wekala bi şeqamêre xwînê go here ez hatim û ez ji xênî derketim bi xeyd mirov ya Xwedê bêjê hemiya da xwe û li pey min derketin. Birastî min guhê xwe neda wa ez rast hatim Şamê ez nesekinîm ez çûme geracê midî va basa Diclê li ser rakibekî maye wê bimeşê dema ku çav li min kirin yê şifêr got: amo ma tê werê mal.
Mane hûn dizanin şifêr û şagirt hamî min nas dikin. Migo belê bavê amo ezê werim mal ev der ne cihê zilamaye mane hûn dizanin hingî weka niha bas nebûn hemû yê hop hop bûn ev Diclê Miclê Heval Meval  Jiyan Miyan Ciwan  Miwan nebûn. Welahî sûnda we li min nîne ez gotina neweyî nabêjim carna mirov mecbûr dima ji Şamê ta bi Qanmilo şipiya dihat. Leyse wele ez li basa Diclê siwar bûm Xwedê heye camera qedrê min girtin. Ez nizanim midî yek bi yê şifêre axivî û yê şifêr li min meyzand min ji xwe re got: ew Silêman bû ji bo min bi wan re axivî. Lê wek hebanekî li min hatiye yê topiskekî li min bixê ezê bi peqim leyse.
Xwedê wekala gotina neweyî ji devê bavê Hisên dernakevê ez hatim gihame mal midî va zarok li derê bergih li hêviya min sekinîne tu nebê Silêan Firinciyê ji Libnanê bi têlefûnê bi zarokare axiviye û çîrok ji wan re gotiye: Hûn dizanin wê çaxê têlefûn li Qamişlo…



 Ta xelekek dî bi mînin di xweşiyê de







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1644