BIRANÎNA YEKEM LI PIÞT MIRINA ( ÞÊX BAQÎ )
Dîrok: ÇáÃÍÏ 10 ãÇíæ 2009
Mijar: Nûçe



GÊLO ÎSA

Bi hêsane di þefaqa roja 5 î gulana 2008 an de dema te sekinî hevalê nemir Þêx Baqî,me ji wa kurdperwerîya di kesayetîya te da, ji xwera hêz digirt,  bi vîyanek xort me ti naskirî, ti û her weha kesayetîyên mîna te bûn find û çira rêça me ronî kirin, ti amadebûyî ji bo doza xwe tim bidî, sînor ji dayîna tera tinebûn hevalê nemir, eme çawa te ji bîr bikin em yên bi tera jîyan dibûn her gav di tekoþînê de,ti hêvî û sembola heval û hogirê xwe bûyî, hêstên hevaletîya bilind di kesayetiya te da ji bîr nabe, rîbaz û hêvîyên te çandin wê bimîne di kûranîya dilê mede wek latekî li ser sîngê me, li ser wê avakin vîyana jîyanê, gewd a te me wîndakir lê rêbaz û rêzika te a serbixwe ronahî dide hinava me.


Di çaxek dûrde ji berî 84 ar salan bavê Þêx Baqî, Þêx Mehmûdê Qerekoyî ji herêma Serhetan ji gondê Kotalî berê xwe da baþûr, di dema þoreþa Þêx Sehî de ji ber ku têkilîyên Þêx Seîd û Þîx Mehmûdê Qerekoyî hebûn, ew sirgûn bû li pêþt têkçûna þoreþê, koçber bû di welatê xwe de ji bin xetê hat serxetê li herêma dirbêsîyê li gondê tillêlûn biçibû, di sala 1936 an Þêx Baqî ji dayîk bû, di 1956 an de gava birayê Þêx Baqî , Þêx mihemed Îsa û hevalên xwe Partîya demoqrata kurdî damezirandin Þêx Baqî tevî rêxistina partiyê bû, ji gondê girkundê dest bi xebata rêzanê û rêxistinî kir û þanik û komik li dirbasîyê û amûdê de birêxistin, û bi lez li seranserî sûrîyê partî avabû, di damezirandina partiyê de, karguzarekî jîr û jêhatî bû, bê didilî xebata netewa kurdî diþopand, rolek wî girîng di biryarên bingehî de hebû, di 1958 an de Þêx Baqî derbasî kurdistana bakur bû, bi biryara komîta navendî  ya Partîyê, ji bo têkilîyan ligel rewþenbîr û kesayetîyên welatparêz yên bi hêzin di civata kurdî de, li kurdistana bakur, ta tekoþîna netewî li wêr dest pêbibe, Þêx Baqî têkilî bi gelek kesan re kir jê Yûsif Ezîz Oxlo, Edîb Torhan, Bîn baþî Þewket, Fayîq Bocaq û her weha bi pir kesan re, li piþt wa têkilîyan di 1965 an de ( P.D.K )î  li kurdistana bakur hat damezirand, di destpêka sala þêsttî de endamekî serketîbû di nava hevalan xwe de, di parçebûna partîyê di 1965 an de dûrî xebata rêxistinî ket, û li pî çepê kurd sekinî, gava kongira nîþtimanî di 1970 î de li kurdistana baþûr avabû Þêx Baqî çarek din derbasî nava rêxistinê bû, di kongira 1972 î de bû endamê komîta navendî, li piþt demeke nêzik derbasî nivsgiha sîyasî bû di konfirasa 1975 an de bu serokê giþtî yê partî demoqratî kurd î sûrî (P.D.K.S )ta 1997 an di kongira pêncan de derket dervayî rêxistinê û ma li dû kêþeya kurdî û partîya û hevalê û rêbaza xwe, ta dawîya jîyana xwe, oxirbe welatparêzê gewre, yê bê sînor dida, oxirbe wê dibistana te bimîne di lilê nifþê nûde.    







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1641