Daxûyanî
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 27 ÓÈÊãÈÑ 2006
Mijar: Nûçe


Tevgera rastiya Kurdistan Sûriyê radîgihîne, ku ewa wek rêxistineke serbixwe nema kar dike û ewa bang li rêxistinên xwe û cemawerê xwe dike, ku ewanan  tev el - Partî bibin.

Keç û lawaên gelê Kurd…hêzên siyasî û raya giþtî ya dêmokrat!
Gava ku "Partî Dêmkorata Kurdistan" li Sûriyê hate damezrandin, zor û setem li ser gelê me di navîna sedsala borî de pirtir bûn, ji bo avakirina tevgereke siyasî li ser du stunan ( el – Partî dêmokratî – kêþa kurdî ) û li ser  bingeheke telbîzkirî hate çêkirin. …Navbendên þovînî yên destlatdar ji dayikbûna pirojeya me ya netewî û dêmokrat pir tirsdar bûn, lewra jî ewanan xwestin bi tirsê û bi hemû karên ajenî û nokertî van stunan ji hev biþelînin,û zordariyê li partî bikin,ta ku  kanibin kêþa kurdî
jî binçal bikin.


Di rastiyê de þovîniya Ereb giha armancên xwe û ewa bûye sedema dabeþbûna partî û avakirina borandineke siyasî di terma partî de, lê  Kurd jî ji aliyê xwe de ta niha  nikane xwe li dijî siyaseta dijmin bike yek….    .Ji ber ku temena tevgera me nîzîkî 50 salî bûye, pêwîst e em wek pêþengên siyasî, rewþa niha bi wijdan zelal bikin û  naveroka wê bipîvin, û em li gor mercên heyîn jî û li ser binaxa rêbazeke rêalistî bi rewþa siyasî re bidin û bistînin, ta ku em rastiyê jî, û þaþiyê jî di  pêvajoka xwe ya siyasî de eþkere bikin .Herweha pêwîst e em di vê heyamê de rolek erênî ji bo gelê xwe … yê di nav  pîlanên kesên din de bê çare maye, bilîzin .Divê em vê borandina xwe ya ku, li ser me giran e, li þun xwe bihêlin û bila ev gava bibe wek proveyeke serastkirinê, kanî em di riya rast de herin, ev riya jî YEKITÎ Y û tevlehevbûna hêzên  ku nîzîkî hevin,ta ku partiyên hêzdar werin avakirin, û ewanan bibin motika lêvegerek kurdî ya rewa,û bizava me  bi giþtî hîn xurtir bibe.
Xûþk û bira !
Li gor parola ma ya stratîcî: Ji bo hevdîtin û yekbûna rêzên rêxstinan,ji ber ku, em pêwendiyên navnetewî têdigînin ..ta ku em li gor guhartinên bûyer û sênaroyan li Rojhilata Navîn û h.w.d. û ta ku em ji heyama siyasî ya îroîn li Sûriyê ,û ya ku bere guhatinê de diçe, sudê wergrin..ta ku em sudê ji taqekirina dêmokratiya yekbûyiya  çawayetî ya birayên xwe li Kurdistana Îraqê bibînin, ta ku em riyekê bibînin, ku ew riya, me ji teramerayê rizgar bike… ji bo rêzdariya rastiyê  û dîrokê  û cemawerê me  yên ku li bendewariya  yekitiya bizava kurdî ne…….  . û piþtî em bi awakî gelemper li bizava xwe ya rêxstinî û siyasî û yên bi waneyên xwe dewlemend  bi çavên rexneyî vegerîn….û ji ber ku, me hîn di destpêka tevgera xwe de (tevgera rastiya Kurdistan -Sûriyê )  de goti bû, niyaza me tune ye,ku em partiyeke nûh bi ser hejmarên      partiyên xwe de zêde bikin ….me lêvegereke rexneyî ji taqekirineke partiyetî  û siyasetê re kir û paþê me van biryarên jêrîn standin .1- Pêwîst e hemû rêxistinên tevgera me(Tevgera Rastiya Kurdistan –Sûriyê ) xwe wek rêxstinên serbixwe nehêlin û li gor awayên  partiyetîyê  û rêxistinî tevle " Partiya  Dêmokrata Kurdî li Sûriyê – el – Partî - bibin, û di nav rêzên  wê de û li gor rêbaza siyasî û rêxstinê yên vê partiyê bixebitin,û eger hin pêþniyar li nik hevalekî an li cem rêxistineke me  hebe, riya rastir ew e; ku ewanan di civat û konfiransên duhatî de danûstandinê li gor berjewendiyên giþtî bi hev re  bikin.
Em ji hemû kesên civaka xwe(welatparêz,ronakbîr,dostên me û bi taybetî ji hevalên xwe yên duh û nîzîk lava dikin ku ewanan bi berpirsiyartî li xwe vegerin û bi hiþmendî pîvanan bikin.
Me bê merc xwast xwe tevle partî bikin, ta ku em wê partiyê xurtir bikin, û ev nirîna me ji zû da ye, û me ji bo wê jî û ji pir salan de bi hemû vîna xwe kar kiriye …pirsa ku em niha li ser radiwestin wek nameyeke çarenûsiyê ye, û ewa berhema xebatên me ye, ewa encama têkoþîna me ya siyasî ye,û divê em bi hemû hêzên xwe berxwebidin, ku em pirojeya siyasî ya gelê xwe biserxînin.
Li dawiyê em mafê didin xwe, ku biçespînin ku el  – Partî di pêvajoka xebata xwe de mêlg kiriye, ku ewa dibistanek e û wê kanî bû li ser hêmanên siyas, cihwest rawestiya û ewê kanî bû  hemû heyamên dijwar derbakirina, û armancên dijminan têkdana, lewra jî erka me ye, ku em piþtvaniya wê bikin, ji ber ku,  ewa pirtir kane pêþerojeke dadwerî ji me û ji niweyên me ra hûne rojevê, ewa kane kêþa me pêþda bide … ji ber van jî  em bi her kurdekî rûmetdar re dibêjin, ku ewanan li zemawenda me ya dîrokî (zemawenda vegera cem partiya me ya dayik) beþdar bin, ta ku "el - Partî û kêþa me " di nav me de hêztir bibin û em kanibin mafên xwe yên netewî û welatparêzî  niha jî  û piþtî guhertinên  dêmokrat li Sûriyê  biçespînin.
 Bila win û gelê  me û em hemî bi hev re di RIYA HEVDÎTIN Û YEKITIYA RÊ ٌRÊXISTINΠ  DE bibînin , ta ku hevkêþiya bizava me ya siyasî herdem di cihê xwe yê pîvayî de bimîne.
           
25. 09. 2006
Tevgera Rastiya Kurdistan - Sûriyê         






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=164