Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî: Kurdên Qirgizîstanê ne bêkes in
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 06 ãÇíæ 2009
Mijar: Nûçe



Berî niha hawarnameya rêvebiriya Kurdên li Kazaxistanê gihiþtibû navenda PEN a Kurd. Komîteya Birêvebir ya Navenda PEN a Kurd bi rêya Nûnerê Hikumeta Herêma Kurdistanê li Norvêcê Bedreddîn Salih, li ser pirsgirêkê nameyek gihandibûn Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî.

Îro Rêvebirê PEN a Kurd Dr. Zaradeþt Haco, name anku bersiva Serok Barzanî ya li ser pirsê gihand navenda me.


Serok Barzanî dîtina xwe wisa dihêne zimên:

”Rêzdaran li Rêvebiriya Yekîtiyên Kurdên Qirqizîstanê
Silav û rêz,
Nameya we gihiþte destê min, pir pê dilgiran bûm, dil û hesta me bi we re ye, ji we dixwazim bi hîkmet û nermî bi bûyeran re eleqedar bibin.
Hukûmeta Herêma Kurdistanê dê ji bo vê yekê bi hukûmeta Qirqizîsatnê re pêwendiyê bike, ji ber ku parastina kurdên Qirqizîstanê berpirsiyariya hukûmeta Qirqizîstanê ye.
Heta ku problem diqedin, girêdayî qanûnên dewleta Qirqizîstanê bin. Pêwîst e hun ji xwe biparêzin û hun e bêkes in.
Her þad û serferaz bin. 04-05-2009”

Zarathustra News – Zoroaster@comhem.se


 

 







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1635