Bîranîna 12ê adarê
Dîrok: ÇáÎãíÓ 26 ãÇÑÓ 2009
Mijar: Helbest



 
Dr þergo S  Abbas

Sal dihezar û çare…
Destpêka pûhare
Dîse ti hatî, bilbilê þadî…
Hêvîdarim..te anî weke par…
Xeberên xweþ û mizgînî…
Û pêre hink axa welat û…
Dilopek ji ava kanî...
……    ……   ….


Mi ne bihiîst…Tê negijtim…
Ji kerema xwe vegerîne…
Hêdî ….Hêdî…Bihesanî…
Milet rabû, piçûk …mezin..
Jin, mêr …çep û rast…
Ji Qamiþlo ta bi kobanî…
Dêrka Hemko ...Û Zorava ...
çiyayê Kûrmênç…Û Serêkanî…
Tevan bi hevre…Bi yek dengî…
Qîma xwe ne anî…
Ko îdî bese…koletî, bindestî…
Perciqandin û hilandin…
Ta îro…vî zemanî
….    ….   ….

þam heja û bawer nekir…
Qasid þiya, yeqîn nekir…
Lavlav û rica dikir….
Ko di bextê we de…rawestînin…
Vê lehiyê….Biseknînin…
Xwestekên we…yek bi yek…
Emê pêk bînin…
Careke dî derew dikir…
Wek her dem me bawer dikir…
…     …     ….

Erê bilbil ….Wisaye…
Dema milet yek bê…
Dest bi dest bê…
Mil bi mil bê…
Wê bi hêz bê…
Ermanc wê zû bi dest bê…
Lê gava….
Herkes ji xwere bê…
Ez bê hertiþt weke min….
Ti bê tiþtek bê min na bê…
Xwestek û helwest…
Ne diyar û xuya bê…
Wê bê hêz û lawaz bê…
Belengaz û bin dest bê….
….   ….    ….

Ti xweþ zanê, bilbil…
çerx…ne çerxa berêye…
Ne dema lempa çire, li ser gaziye…
Û ne ya sopa tepika, li nav malêye..
Ji xwe ji zû ve kes nemaye…
Li nav þikeftan û li ser darêye…
Dem …Dema ragihandin û kehrebêye…
Cihan bûye wek gundekî  binxetê..
Herkes îdî jîr û zanye…
Û tê dighê ya rast û dirist li cem kêye…
….    ….    …..
Bese rabin derenge…
Roj…Roja xebat û kare…
Herkes ji cem xwe…
Tev bihev re…
Zû azadikin milet…
 Ji bin desê neyare…
Herdem ev bû….
þîreta bav û kala .
Belçîka   11/3/08







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1565