Li Xwe Geriyan Li Cihekê Bê eman
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 24 ãÇÑÓ 2009
Mijar: Helbest



 
Hilbîn Muhemed Baqir

Dîsa peyama eþqê gehand tenahiya þevê de, kinarin dêmê pengiyayî li kêlîkên dumahiyê
Sawêrên xwe diherifandin.
Li wî demî tave heyva xeware bûyî li giyanê mirinê qest dikir û min xwe di kûrahiya
Singê te de hawîþ dikir.Belê pêjna min nedihat,eha di wê kêlîkê de bayekê hênik
Xwe li baweþa min da,min zanî sîpela baranê pencera min diqutît û ez di nav xilwetgeha xwe,da ji zarokaniya xwe xerîb bûm,car li te digeriyam car li zarokaniya
Xwe digeriyam,heta barana hezê ez þil kirîm,hingê min zanî agir û pel min nasojînin.


Eþqa teye min disojînit û ez tirsiyam!Ji hîngê were dizanim terîqetên eþqa te her sê
Demsalên dî jî payîze û payîzê em fêrî rûsatiyê kirîn.Gumanên min di weriyana payîzeke zer,ji nû neþêm buharekê þîn bikim ve.
Raste xilwetgeha hindek cara mirovî dilewtînin yan di xerabatê de bê mar dikin
Hingê bi zindî hez bin ax dibin!
Û hêj tu dibêjî li gel êkda bimrin,ma tu bêjî mirin bi destê min û te bit?
Salehan sale tu fêr nebûyî pê kopalê min bilezî,li estgeha dumahîkê fêrî firînê dibeyî û te nedizanî çend ji firînê ditirsiyam,ji nû dibêjî bo kê digrî,bo kê dimrî?!Di bendemana
Kê de qibletnameye û nivêjê li kîþ meylî dikeyî?
Bi wefadariyeka rasteqîne tu li ser hilnebûyî,car dibeyî agir bê ku min bisojî li hemû manêþta guriya xwe tehnê dideyî,car xwe dikeyî bûd te diperêsim,
Car erxetunekî ji nû saz dikim lew dinalim heta tîrojka rojê xilfa þevê dadqurçînit bo demek dahatî û ez wek gogê bi ezman perdeya ezmanê min þikest neþêm çi pêngava
Jiyanê ber pêþ bihajûm.Dem radiwestît û tu radiwestî.Jiyan jî li hêviya gopîtka xweþiyê katan ji xwe didet,tenê eza  matmayî li xwe digeriyam kesê nedigote min tu ji kîve têyî?

 
Veguhastin ji tîpên erebî bo latînî Demhat Dêrikî







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1562