Giyan jiyane
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 24 ãÇÑÓ 2009
Mijar: Helbest




Azer Osî
 
(vê helbestê diyarî yê bi giyan lîst ez dikim)
Bêyî ku bêje
bi xwe tê,
bi zimanê kurmanciya kurdan teva tê
û mîna balindeyekî,
carê, li derekê,
bi war dibe, û bi bayê oxireke nû ji oxirên hêviyan
bi xwe diçê.


Nizanim jê, te çi dixwest..
û di her qonexê de,
te jiyan, lê tengav dikir
û te pelên salê bêyî dermanên êþa kurdan tev dihiþt.
Dibê ku, tû nizanbe,
bê ew, vê jînê serwext dikê
û bayê jiyanê pê re tê
û ji xwîna xwe, jana dilan
tev pak dikê
..................
Xwezî tû wekî xwe, her dem bima
û te ew jî wekî wî,wekî Xweda da,
bihiþta
wê demê, her çax
tê jî
di xeyalê wîyî xweþ deba
wê cihê te di nava ferhenga her fêrmiskên 
wî deba
lê wisa te, deryaya wî ziwa dikir
û te dilê wî,  yan dilê siruþtê
ji xwe dihiþt
ta... te  sitrana ( Can te çi ji min kir )
bêyî wî, li ber bayê reþ dihiþt,
û te nedihiþt ku
xewnên nerm ji  þevên wî re bibin yar.
tû çi  dixwaze?
çima tû vê jînê ser û binî hev dike
û tû dîsa bextê kurd,
diyarî dizên taristanan tev dike!!!






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1559