NEWROZ: Cejna neteweyî- Sembola azadiyê û serxwebûnê…
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 20 ãÇÑÓ 2009
Mijar: gotar



Îbrahîm GUÇLU
ibrahimguclu21@gmail.com

Sibê Newroz e. Rojek û demsaleke nû ji bo kurdan û mirovatiyê dest pê dike. Newroz,  cejna kurdan ya neteweyî ye. Sembola azadî, serxwebûnê, xweşî, vejînê, têkoşîn û efirandinê ye. Ji bona dewlet û hêzên dagîrker û kolonyalîst û nîjadperest ,roja tirs û hejandina sîstem û pergala wan e.
Rojên beriya Newrozê, keç û bûkên, kal û pîrên, jin û mêrên, zarok û ciwanên, karker û gundiyên, rewşenbîr û hunermendên Kurdistanê ji bona ku li Başurê- Rojhialatê-Rojavayê Başurê-Bakurê Kurdistanê Newrozê pîroz bikin, bi heyecaneke mezin, bi hestekî paqij û bi azadî xwe amade dikin.


Ji bona stranan bibêjin, govendê bigrin, gotarên naverok dagirtî pêşkêş bikin; kirinên dewletên kolonyalîst mehkûm bikin; li çiya û deştan, li gund û bajaran ji bona ku dengên xwe yên azadiyê û serxwebûnê bilind bikin, xew nakin û hemû karên xwe îptal dikin.
Newroz û rewşa Kurdistanê…
Di sedsala 21-an de jî, beşbûna Kurdistanê û statuya ji kolonîbûnê xerabtir li Kurdistanê dom dike. Kurdistan wek koloniyekê jî, xwediyê statuyeke hiqûqî nîne û bêstatû ye. Li dinyayê neteweyên ji neteweya kurd wek serhejmar û erd qelstir in, xwediyê dewlet in. Lê kurd li Rojhilata Navîn wek neteweyeke bi serhejmar duyem, ji dewletbûnê merhûm e.  Ji derveyî Başurê Kurdistanê, neteweya kurd ji hemû mafên xwe yên neteweyî yên bingeh bêpar e.
Li Başurê Kurdistanê, ew statuya de factoyî ya ku piştî Şerê Korfezê (Kendavê) Yekem pêk hatîbû, di sala 2003-an de piştî ku Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê û hevalbendên wê di çarçewa Projeya Mezin ya Rojhilata Navîn de midaxeleyî Iraqê kir û encama midaxeleyê rejîma saddamî û baasî hat rûxandin, ket pêvajoyeke nû. Li Iraqê di sala 2005-an de makezagonek (destûrek) amade bû û di makezagonê de federalbûna Iraqê û federebûna Kurdistanê, encama referandûmê hat pejirand. Di makezagonê de Kurdistan, wek “Herêma Federe ya Kurdistanê” hat qebûl kirin.
Başurê Kurdistanê, nûha xwediyê Meclîs, Hikumet, serok dewlet, hemû dezgehên din yên dewletê ye. Kurd, li Başurê Kurdistanê xwediyê hemû mafên bingehî yên neteweyî ne û li Kurdistanê serwer û desthilatdar in. Hezar mixabin sîstema federal li Iraqê gorî pîvan û zagonên federalî nameşe. Desthilatdariya merkezî ya beşa ereb, hîn ji helwesta xwe ya baasî û nîjadperestî bi tevayî dev bernedaye. Serokwezîrê Iraqê Malikî, ji kurdan û ji sîstema federal re şer dike. Bi dewletê dagîrker re pêwendiyên xwe, ji bona ku di dipêşerojê de zerar bide kurdan xurt dike.
Dîsa li Başurê Kurdistanê pirsa Kerkûkê wek pirseke girîng û bingehî di rojevê de ye. Diviya bû ku encama referandûmê statuya Kerkûkê diyar bibûya,  ku dê Kerkûkê bi hikumeta merkezî re û an jî bi destilatdariya Herêma Federe ya Kurdistanê re bê girêdan. Hezar mixabin hîn referandûm pêk nehatiye û di pirsa Kerkûkê de hem li aliyê kurdan û hem jî li aliyê ereban tevliheviyek û sergêjiyek heye.
Li Bakurê Kurdistanê neteweya kurd, hîn di statuya kolonî û metîngehkar de dijiye. Gelê kurd li Komara Tirkiyeyê ji hemû mafên xwe yên bingehî bêpar e. Hîn ew pêvajoya tunekirin, tirkkirin, jenosîdkirina neteweya kurd bi awayekî modern û bi taktîkên nû tê meşandin. Hebûna kurdan hîn ji aliyê hiqûqî de nayê naskirin. Lê ew îdeolojiya fermî ya Komara Tirkiyeyê, ku hebûna kurdan înkar dikirin, digotin “kurd jî, tirk in”, encama têkoşîna gelê kurd îflas kiriye û di vê merheleyê de jî, tuneqebûlkirina kurdan di çarçeweya konsepteke nû de tê meşandin.
Li aliyekî bi kurdî televîzyon û radyo, li zanîngehan beşa kurdologî û perwerdeyî ya sînorkirî ava dibin, li aliyê din ji bona van karan bingeheke hiqûqî nayê avairin; îradeya kurdan di van karûbaran de xwediyê qedir û qiymetekê nîne.
Ez dikarim bibêjim, ku Komara Tirkiyeyê di pirsa kurd de gorî şertên sedsala 21-an û globalîzmê, gorî xwe konsepteke nû ava dike. Armanca vê konseptê ew e, ku kurd li Kurdistanê desthilatdar nebin; li Kurdistanê dawiya desthilatdariya neteweya tirk û dewleta wan dawî nebe.
Li Bakurê Kurdistanê, li hemberî Komara Tirkiyeyê têkoşîneke çekdar, sivîl û siyasî dom dike. Mixalefet ji mejî û konsepta siyasî ya dema şer xelas nebûye. Dîsa mixalefeta kurd ji statejiyeke hevbeş jî bêpar e.
Li Rojhilata Kurdistanê, her çiqas Kurdistan ji aliyê îdarî de wek eyalet jî tê pejirandin, desthilatdariya kurdan li eyaleta Kurdistanê ji aliyê hiqûqî de nayê pejirandin. Neteweya kurd, ji mafên neteweyî yên bingehî û desthilatdarî bêpar e. Ew mafên çandî û çapemenî yên hebûn jî, di ev merhelaya dawî de hatin sînor kirin û mafê perwedeyî ya kurdî hat qedexe kirin. Li Rojhilata Kurdistanê zulmeke mezin dom dike. Her rojê kurdperwerek tê daleqandin û îdam kirin.
Li hemberî Dewleta Îranê mixalefeteke xurt ya kurdan ku bi babeta çekdar, sivîl û siyasî heye. Tevgera kurd xwediyê stratejiyeke hevbeş e.
Li Rojavayê-Başurê Kurdistanê, gelê kurd ji hemû mafên xwe yên neteweyî, îdarî, desthilatdarî bêpar e. Li Suriyeyê dîktatoriya baaasî ya faşîst û elewiyan heye. Zulmeke mezin li Kurdistanê dom dike.
Li Rojavayê-Başurê Kurdistanê, ji sala 1957-an vir ve mixalefet û têkoşîneke gelek xurt heye. Ev têkoşîna di 12-ê Adara 2004-an de gihîşte merheleya serîhildaneke sivîl. Encama vê serîhildan û bêîtaatkariya sivîl gelek kurdperwer hatin kuştin.  Nûha jî li hemberî hikumeta merkezî ya baasê têkoşîna neteweya kurd pêş dikeve.
 Li Rojavayê Kurdistanê tevgera kurd, xwediyê stratejiyeke hevbeş e.
Divê çi bê kirin?
Divê Tevgera Kurdistanê û Herêma Federe ya Kurdistanê di Newroza 2009-an de, xwe jinûve terîf bikin û senaryayo xwe jinûve binivîsinin û fireh û kûr bikin. Dewletê kolonyalîst û siyaseta wan ya vê merheleyê baş nas bikin.
Di van demên dawî de Konferansa Kurd ya tê minaqeşe kirin, divê ji bona  projeyeke çareserî ya tevayî bi kar bê anîn. Berjewendiya giştî ya kurd ji bona ku li Rojhilata Navîn û li her dewleteke kolonyalîst bê parastin helwesteke hevbeş bê diyar kirin. Pirsgirêkên heyî gorî pîvanên edaletê, wekheviyê, pîvanên demokrasiyê bên çareser kirin. Divê kurd ji çand û awayên xebatê ya dema şer, ji modela rêxistinî yên otorîter  xelas bibin. Tevgera Kurdistanê demokratîze û nûjen bibe.
Divê em bi vê şuurê Newroza xwe pîroz bikin. Ez,  Newroza hemû hemwelatiyên Kurdistanê û mirovatiyê pîroz dikim. Ez hêvîdar im, Newroza 20909an jî, ji bona pêşketina Tevgera Kurdistanê û Herêma Federe ya Kurdistanê bibe wesîleyekê.
Amed, 20. 03. 2009






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1548