Kî hat û şewata min vêxistiye
Kî hat û hestiyê min kevaştiye
Kî hat û Xencera xwe
Di nav qolincên min de diçikiland
Kî hat û Kişwara xwe
Ji pol û parsiwên min damezirand
Heçî ku hat
Beşdarî Zêweyê xwe veparimand
Her wisa di gelcê de
Ne ew li raserî me rawestiyan
Ne em li himberî wan diwestiyan
Me bi hevre ,"du pêwistiyên dijber"..!!
Dîroka bobelatê dinîvisand
Me efsana bexwedanê dihûnand…!!!.
Sitûrin serbanên qêrîngehên min
Çima dengê min dişke
Dibe qahfûr û tê xwar..?
Çima şêjna min bê keyse
Li Serkeşên rêbiwar…?
Li himberî cadûkaran
Li bejna min tê poştin şêweyê Mar..?
-[peyva dadiyê çorte yara min
Beramberî tawankar..].!!
Pênç hezar feryad
Di guhên van Çiyayan de bûn ewlegeh
Pênc hezar birîn
Li ser sînga vî Welatî bûn rewangeh..
Bi hezaran gundên ku bê derûn dibûn
Çivîk û perwaneyên sirgûn dibûn
Hatine pêşwazî min
Bi navê te bangewazan hildidin
Helwestên pîlebazan şermezar dikin
Tên û li dor rivîna te diherin
Hewesa ciwaniyê derdibirin…..
Êdî were….
Guh deyne ser dilê Çiya
Û li bêhnefişka min bipêjine
Penaberên rapizkandî
Kurtepistê di bin çermê min de dikin..
Were……
Asoyên xembarî xeydok
Li banga min haş bike
Ezê li serpêçiyê bo te siwar bim
Gema tirsê
Di ser pozê Felekê re werînim
Şîhîniyê rizgar bikim
Bi guhê Bahozê bigrim
Û li gor arezûya te
Bablîsokan bigerînim
Xetîreyan ji cergên xwe vêxînim
Bo qurbanên kujtar û taristanan
Yadîgarî bişînim
Bo zarokên Hîroşîma
Ji bo şagirtên ZÊWA..
Sirûdek nû
Bi ritm û awazek bê dû
Ji bo cejn û helkeftinan vejînim..
Hew dixwazim
Gul bi xwînê bêne avdan
Ez dixwazim
Gul di avê de bikenin...
Pêlên êşê
Kenarên semaxa min hilweşandine
Di heriya van rêçan de
Pêngavan di hirhitînim
Niyazdarim ku teqanê bibûrînim
Û dawera xwe bisipêrim
destên tenî aferîner…!!
Gazî dikim …
Kulek di dîwarê deng de vedibin
Tu dîq dikî
Tenê ez te dibînim
Û kenê te
zeraqa xwe vedide
ÛPertewa dêmên te
dihingive mijankên bendewaran
Li ber bîbokên çavên te
Xula Jînê destpê dike…..
1988-Z
1998-Z
* * * * * * * *
têbînî:ev helbest xelata çaktirîn helbesta nûjen ya mehercana sêzdemîn ya helbesta kurdî li sûriyê wergirtiye.