BAVÊ FELEK BILBILE
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 10 ãÇÑÓ 2009
Mijar: Helbest




        Dildar Ismail

Roĵek ji rojê buharê
Di roja nehê avdarê

Nih sed û heþtê û nihe
Berî nîvro hê sibeh e

Li qamiþlo lê çi bûye
Li rojê  agir bê dûye


Qîr û deng û zare zare
Nalîn û qîr û   haware

Feleka xayîn çi  zanê
Berê wî dan goristanê

Çûna wî bi me girane
Bavê felek pir ciwane

Dil ma bi hisret û kule
Ahîna wî ji nav   dile

Evîna welat ne berda
Birîna ya gelê  kurda

Daxwaza wî ma di dilda
Evîna welat   ne   berda

Bavê felek nav û deng bû
Çûna wî jî      zû bela bû

 Mihemed þêxo  na mirê
Ma kî wê rêça te   bigrê

Tarîya   hebis û zindan
Girtina   bi zor û lêdan

Ji bo dayika    niþtiman
Hê zûbû ew canê ciwan

Dijmina ser te kir ferman
Xerîb û      êsîriya   wan

Serî netewand li ber wan
Hê zû bû ew canê ciwan

Ji bo     dayika niþtiman
Lê tiwî   lawê kurdistan

 Bûye ser bilind û hozan
 Bi dengê te gelek sitran

Sitranê bi   dilê þewat
Va ji dicla   giha ferat

  Ser çiyayê sîpan xelat
Dengê can bilbilê xweþ hat

Ax derdê miletê kurdî
Hûn îro nebin di bendî

ji bo çi nêrgiz çilmisîn
Ma ka dema gula nisrîn

Felek ser me bûye xayîn
Bavê felek ma bi evîn

Dil va bûye kul û birîn
Li çar parçe bûye qêrîn

Êþ û zor tarîya zindan
Lê ti wî lawê kurdistan

   Qamiþlo 09.03.1990






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1528