Namîlkeyên sirûdan
Dîrok: ÇáÃÍÏ 08 ãÇÑÓ 2009
Mijar: Helbest




Mesûd Xelef
Zozanên hiþkbûyî, sawa vê axê dirêj kirin lo.
Xembarin çavên gerdenazan,
Diran elmasan,
Li wî rexê þevê jî,
Nema serê çiyayên jorî, dibiþirin avjiyana genimî.


Parçên melûlyê bi toza bîranînan ve dihiþtin
Tevzînokên leþê wê, þûn xewnên min in dosto!
Çawa tu dibêjî, negirî?...
Negirî li ser tîpên vê zerçûnê.
Û dilop, dilop, sîbera þevistanê vexwe,
Bîrihatinên kevin yên parçebûnê ne,
Zîl didin, di ferhenga keviza maçên heram de.

Tu dirêjitirîn sirûd bûyî,
Ciwantirîn nermebaran bûyî,
Þevçirayên bêhûdeyiya giyan bûyî,
Gelawêja zemawenda ahenga birçîbûna þahmaran bûyî.
Ey Mihabad û mijabada ber dergehên mirarbûna sikiratên alxatûna wenda.
Xwezî em xewnek bin,
Û ji westana çav lirêmanê azad bin,
Rizgar bin yar.

Hîna dilvim,
Hîna digerim,
Hîna direvim,
Ba, av û ax têra nîv sirûdan nakin,
Þehîd jî, li wî kenarê bajar, dawetên zengîniya hestiyên xwe dikin.
Þabeþ ji kêferata cîranên wan yên zindî re,
Þabeþ ji kewên bergorên mirî re,
Êdî cîhan sare lo, sare
Wekî vê sirûdê sare, bavê Xanî,
Êdî helbestên tagirtî, diyarî werzên bawîbûnê dikim.
Namîne ev xwîn,
Namîne ev kîn,
Na fûre ev vîn,
Dilketyê sirûda pûngê me,
Rengê jehra demê me,
Pîregencê seriniþîvê dûriya axîna hezê me.

***

Di wê kêlîkê de, bavê Xanî, ji vexwarina qehwê qediya, ji xwe ew heyamek bû, guh nedida vê helbestê, diyar bû periyên yar-neyarekî ew kiribûne dozexa eþqa Þêxê Senaniya…
Guhdaar ke loo guhdar ke....
Dirêjitirîn þev bi gulîzera vê sirûdê re, gunehe.
Rîhantirîn jan di gulîstana vê zînê de, mereqe.
Ho, þahinþahê melûliya zêmarstana vê xemgînyê,
Êdî welatê min çi nîne pêþkêþî te bike.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1523