SERNIVÎSA ROJNAMEYA DENG
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 06 ãÇÑÓ 2009
Mijar: Nûçe



    Her ku Avdar tê, bîra dîrokî ya kurdî diçelqe bi jan û hêviyên ku hildigire, ji bo mîratê xebatî peydabike , yê ku gelê me hînî fêr û şîretan kiriye, piştgiriya keda wî ya ji bo rizgarbûna me ji sitemê kiriye. Û baweriya wî kûrkiriye ku sitem nadomîne û viyana gelan ew e ya serkevtî li dawiyê.. û gelê kurd yê ku xwe amadedike ji bo pêşweziya cejina xwe ya neteweyî, Newrozê, vê boneyê hîsal ji xwe re wek derfetekê dibîne ji bo ji efsaneya Kawayê Hesinkar nexşedananê nûjen bigire ji bo berdewamkirina xebatê li dijî hemî durvên zor û sitema ku Ejdihak dibe sembola wê, û berê xwe bide niherîna giştî ya sûrî bi nameyek niştimanî naveroka wê ew e ku azadiya welatî ji azadiya hemî lawên wî ye..


û welatê me, Sûriya, rizgarbûna xwe temamnake di siha mayîna siyaseta sitemê û jevcudayetiyê de ya ku bikartê li hemberî gelê kurd, û rêbaza serkutkirinê û destdanesera azadiyên giştî, û kurd jî pişkdar in di vî welatî de, û doza kurdî doza hemî pêkhateyên vî welatî ye, û tevgera kurd xebata xwe berdewamdike ji bo pêkanîna çareyek demoqrat û dadmend ji vê doze re, û ew ê daxwaza xwe bidomîne ji hemî hêzên welatparêz û demoqrat û pêşverû ji bo wefadarbin ji pêdiviyên hevbeşiya niştimanî re, ya ku qorînkirina gelê kurd û piştgiriya wî divê li dijî metirsiyên siyaseta şovenîst, ku nerindiyê digihêjîne welatî û bi ayinde û çarenûsîn û yekbûna wî ya niştimanî dileyize.. çimkî yê ku zorê bide kurdan û wan bêparbike dê nikaribe xizmeta ereban û yên din jî bike.. li vajî wê, ew wê siyaseta şovenîst bikartîne ji bo xapandin û hêvojtina niherîna giştî ya sûrî û zîvirandina çavan ji doza wê ya bingehîn, doza guhertina demoqrat a aştiyane ku pêwîstiyên wê dupatedibin û girîngiya wê ziyadtir dibe, roj bi roj.. nemaze piştî ku desthelatê nikaribû çaksaziyên xweztî bikarbaniyana û çareyên guncaw ji hemî dozên welatî re bidîtana, û jê doza kurdî.
    Ka em ji boneyên Avdarê û wateyên wê fêr û şîretan wergirin, û em wê bikin boneyekê ji bo ku tevgera welatparêz a kurd bi wêrekî bi berpirsyariya xwe rabe û ked û karê xwe ziyadtirbike ji bo avakirina lêvegera kurdî a tê xweztin, ya ku nema tenê şolek kurd e, lê belê ew e şolek niştimanî sûrî gelemper. Ka em wê bikin hander ji bo yekbûna rêz û gotinê di navbêna cemawerên gelê me yî kurd û hêzên wî yên ramyarî de, û yekbûna helwest û niherînan di çareserkirina doza me ya neteweyî ya kurd de wek gelekî li ser xaka xwe ya dîrokî dijî û wek pişkdarekî di saman û desthelatê de li welatê sûrî, û di çarçoveya yekbûna niştimanî de û li gorî yekbûn û pêşkevtina wî, û çespandina prensîpa hevjîn û birayetiyê di riya wekgevî û venasîna beramber bi maf û erkan, di riya karê ji bo hevkariyek rijd di navbêna hemî pêkhateyên civaka sûrî de, çi ereb be an kurd be an siryan, û hemî hatinarêzên wî yên olî û ayinî.. li ser riya guhertina demoqrat û avakirina dewleta maf û yasayî ya ku dawiyê dihîne li sitemê û berhemgirina desthelat û samanê, û tê de namînin fermandanên irfî û yasaya neasayî û dadgehên awarte û hemî yasayên awarte û pirojeyên şovenîst û siyaseta erebkirinê ya nijadperest.. dewletek vala be ji girtiyên niherîn û helwesta ramyariyê, û avakirî be li ser bingeha destûrekî modern û yekkeftî ku aşkere venasînê bike bi curbicuriya neteweyî û ayînî û ramyarî, û heyîna wê qorîndike û mafên wê diparêze, û azadiyên demoqrat dipejirîne, û alûgorkirina aştiyane ji desthelatê re misogerdike.. jê danîna yasayên demoqrat di helbijartin û rêxistina ramyarî û sendîkayî û û rojnamegeriyê û weşanê de, û yasayek a ku cejina Newrozê bike cejineke kurde fermî, û pê ahengêbike yê bixwaze pişkdariya kurdan bike ji hemî rengên şevenga sûrî .
------------------------------

* DENG : Rojnameyeke giştî ye, ji weşanên nivîsîngeha çand û ragihandinê, ya partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê – Email: rojnameyadeng@yahoo.com


Jibo xwendina babetên hejmara (103) li vir bi tikîne







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1515