Roman rewşeke giştî a miletê kurd berçav dike, di hundirê rewşeke din re ew jî rewşa şervanên kurd yên ko bi cegerdarî, xwîn û xwêdana wan kulîlkên buhara azadiyê dibişkivînin, çi pêşmerge bin, çi girîla û çi kesên ko evîndarê axa pîroz bin.
Bi
Masî re gereke baş min kir, pê re ji rojavayê
Kurdistanê derketim û min berê xwe da bakurê sînor, ketim nav berfa sar, berfa ko bê dilovanî dixwest lingên pênûsê û kenê kulîlan hilweşîne.
Gava ko masî tî dibin, derdên
Helîm û
Masî hemî dernexistine, bêguman gelek roman û pel û pertûk ji derdên vî miletî re divên. Tiştê ko bala min kişand ew bû ko di vê romanê de min li keviran guhdarî kir, li marê ko mîna
Masî ye, li derî, berbejin, pertûk, birîn, şûtik û li pênûsê jî guhdarî kir, me derdên wan ji nêz ve nas kir.
Gava ko masî tî dibinMercên romana tekûz pêk aniye û nikarim bibêjim ko roman ji romanên zimanên din kêmtir e, an ew tîbûna
Masî romana me jî tî kiriye, berevajî romana kurdî di vê dema dawî de dikare bi bilindî nasnameya xwe eşkere bike.
Ji nivîsa romana pêşîn
(Şivanê Kurd) ya ko bi destê romannivîsê kurd
Ereb Şemo sala 1935an hatiye weşandin, an
Reşoyê Darê ya seydayê
Cegerxwîn sala 1956an heta bi romanên
Mihemed Uzun,
Mûsa Enter,
Mîroyê Esed,
Brahîm Ehmed,
Şahînê Swêreklî,
Jan Dost û gelek romanên din ko nikarim navê hemiyan li vir bînim ziman, belê dikarim bibêjim wan tev dan deşta toreya kurdî a tî bi rewa kir, bi bejneke bilind dar û deviyên afirandinê diyar kirin.
Di derbarê romana
Gava ko masî tî dibin de dixwazim çend têbîniyên xwe bidim xuyakirin.
1- Lezgîniya demê (çax) di gelek bûyeran de dem bi cih anko bi deverê re ez bi lawaziya tirazûkirina di navbera wan de hest dibûm. Di romanê de mijara cihî bi taybetî cihê sêdûrî (sê rehendî) giringiya tirazûkirinê bi demê re dixwaze.
(Em ê herin aliyê Gewşê, çiyayên wê. Berê xwe dan wir, ji wir jî ber bi Muksê ve çûn. Gihiştin çiyayê bilind Ezbaşêr…) 2- Karlêkirina xwendevan bi qehremanê romanê re têkiliyeke geh kurt, geh dirêj, ne li her cihî têrbûna hest û karlêkirinê dikir.
3- Gerek kesayetiya Masî û guherîna lezok di wê kesayetiyê de bi dema bihnfireh re "bistewiya". Mebesta min, ne ko bi salan biketa, na! ez dibînim lezgîniya wê guherînê, mafê demê nehatiye dan.
4- Bikaranîna bêtir ji 200 gotinên erebî û gelek ji wana bêtir ji sê carî bikar hatine ev guherînek neyênî ye. Pertûkên
Helîm ên berê min ev tişt di wan de ne dîtiye bi taybetî yên ko li welat nivîsandine (Mirî ranazin) wek nimûne.
Wek: Hewa, xerîb, ceza, mifte, siyaset, fêde, ruh, aciz, lazimî, qedir, teyr, kerem, qatil, difikirî, hal, qehb, cefilî, mesele, razî, cenazê, heyirî, erebe, cidî, mecbûr, keşf, sebra, heb, qalib, taqet, nisbî, xezeb, cinsî, şahid, dihisiya, insan, rica, qewsik, safî, xiyanet, dewlet, betanî, niyet, xerab, behr, ecêb, xedar, diqewimî, cînayet, rehet, xeyal...h.d
Ez hêvî dikim ko ev nebe modêlek mîna nivîsên hin nivîskarên kurdên bakur ko vê yekê şaristanî dibînin (
Evdile Koçer) wek nimûne.
Li gora nerîna min, eger em di nivîsên xwe de gotinên erebî, tirkî, farisî bikin modêl, piştî çend salan emê tiştekî ji zimanê kurdî nebînin.
Sebaret Kurdên bakurê Kurdistanê bi piranî li bal wan ziman di malê de têkçûye, vêca hin nivîskarên wan dixwazin vê (mijar û şaristaniya ziman, li gora dîtina wan) têkin toreya kurdî de jî û va hin bi hin bandor li nivîskarên beşê Kurdistanê ên din jî dikin.
Ez tekez dikim ko Helîm Yûsiv hemî gotinên erebî yên ko bikar anîne wata wan bi kurdî dizane, lê mixabin bi erebî nivîsandine û xwendevan ji peyvên kurdî ên ciwan dûr kirine.
5- Di dawiya romanê de vegera Masî ji şoreşê bê ling, û mana wî demeke kurt li Binxetê û dîsan vegera wî Serxetê ji bo bicîhanîna xwesteka Rênas, hem rêkeftina ko ew û Rênas yê ko pakrewan bûbû pismamê hev derketin, tev ko ne lîl e jî, bes hinekî bi fantaziya ez hest kirim.
Tev wilo jî dikarim bibêjim ko roman ji destpêkê heta dawiyê bi hostayî hatiye hûnandin. Û dawiya wê jî, ew bêtir bi coş kiriye (Gava dinya li serê Masî dibû goleke miçiqî, pê re jî mar digiriya).
Guftûgoya di navbera
Masî û
Berfînê de û guhdarîkirina mar li wan,
(li vî aliyê sînor girtin û li wî alî jî girtin.)Masî a dilê xwe jê re got:
Ez bawer dikim ew nema dev ji te berdidin.- Tiştek ko min bitirsîne tune ye. Ji wilo pê ve ma wê çi ji me bikin. - Tiştê ji destê wan hatiye, kirine.- Tiştek tenê ma ye ne kirine.- Ew çi ye?- Em hîn li jiyanê ne.Jêder: Avestakurd