TRT 6, an jî þaþ, nexem e
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 06 íäÇíÑ 2009
Mijar: gotar



Tengezarê Marînî

Di vê demdirêjiya 80 salan de,  di ferhenga tirkiya fermî de û civakî de, ne kurd  û ne jî kurdî  hebû. Kurdî, ne ziman bû, zimanekî wek yê qereçiyan bû (lêbuhurînê ji qereçiyan dixwazim). Li ber çavên civaka tirkan ji xwe her kurd û zimanê wan nebû.
Niha bi vekirina vê kanalê TRT6, dibêjin me derew dikir, em nerast bûn. Ya giring ewe ye, kanal bi zimanê kurdî ye, û wê rêya danûstendinê li ber vî zimanê qedexekirî veke. Ev gav pir dereng hat, lê hatina wê baþtir ji nehatinê ye. Ji bilî ko mafekî xwezayî ye, ew encama tekoþîn û xebata gelê kurd e.


Ev destketin nedihat, eger têkoþîna miletê kurd pirsa kurd negihandibaye vê qûnaxa ko rêjîma turkî jê tirsiya û dest bi vê gavê kir. Ma kî ehmeq e behwer bike, ko ji bo xatirê reþika çavên kurdan ev kanal hatiye vekirin! Ji xwe eger hinek weha hebin, bila rêya xwe bi nexweþxaneyên derûnî bixin.
Pirs ne ew e, gereke kurd têde kar bikin, an nekin, pirs ewe ye, ka çawa dê kurd kar bikin, ko ev kanal bikeve xizmeta ziman, çand û pirsa gelê kurd de. Çi divêt bête kirin, bo wê hindê, dako kurd, bi vekirina TRT6 sûdmend bibin, an jî bi kêmasî ziyan li çand û kultûra wan nebe.
Rast e, ko di destûra bingehîn de navê kurdan nîne û nasnameya wan nayête pejirandin, rast e herroj navek li zimanê kurdî dibe mîna navê dawî zimanê nayête fehemkirin, an jî naskirin. Rast e nasnameya kurdî nayête pejirandin. Dibe jî ko sibe an jî dusibe  ev kanal bête girtin. Pirs û kêþe hemî ne di vir de ye, lê belê, ka çawa, wê xebata bête kirin, ko pexþana vê kenal bi kurdî dê berdewam bibe û bidome û digel wê jî xebat bête kirin, ko bikeve navên xalên destûra bigehîn û ew xalên mîna nasname û hemî mafên çandî, civakî û siyasî yê gelê kurd, bikevin çarçoveya destûr û yasa dewletê de û wek kurd nasname bête nasî.
Bêguman eger xebat û tekoþîn ya astiyan e berdewam li ser wan xalan û bi taybetî, li ser naskirina nasnameyê bi fermî, hinga dê dergehê perwerdekirinê bi zimanê kurdî di xwendegehan de, têkevê  wê çarçewa yasayî û êdî em dikarin hinga bibêjin, ko zimanê kurdî ji mirinê rizgar bû û destpêka avakirina kesayetiya kur bi kurdî dest pêkir.
Ya giring jî, mirovên zimanbaþaxêv û kurdzan jî çavdêriya zimanê kanalê bikin, dê tiþtekî hêja be.
Di dawî de, pêdivî ye. Mirov bi çavekî reþbînî lê nenêre û hinekî analîze û þirovekirinên xwe ya dawî ji demê re bihêlin. Her çi qasî sûd jê nebe jî, dê ev mediya dîtinî ya kurdan ko îro heye, dê dexsê jê bibin û bi hêvî ko êdî  profisiyonalîte cihê xwe di wan de jî bigre. Her çi nebe, di hêla deng, dîkor û roniyê de, dê sûde jê hebe.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1421