Kongreya tifaqź bihižmet derbas bū
Dīrok: ĒįĆĶĻ 28 ĻķÓćČŃ 2008
Mijar: Nūēe



Pižtî demeke dirêj ji dan û standinan di navbera komele, sazî, rewženbîr û kesayetên êzdî de li Almanya, êzdiyan di 24-25.12.2008´an de li bajarê Bielefeldê kongreyek lidar xist.
Kongre bi beždarbûna 500 kesên ji hemî bežên civakê, bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên 73 fermanan û Kurdistanê destpê kir.
Bi navê komîteya amadekar ya ji 12 kesan Pîr Husên Merhan axifî û pižtî ku bixêrhatin li mêvanan kir, bahsa sedemên lidarxistina kongreyeke weha kir.


Merhan da zanîn, ku komîteya amadekar ya ji nivîskar Hoženg Broka, helbestvan Serhan Îsa,  Ekonomîst Dr. Tîmur Hasanyan, Serokê Mala Êzdiyan Berlîn Cengîzxan Hasso, Serokê Mala Êzdiyan Celle Salih Yaltî, parêzera mafên mirovan Nadya Merhan, Parêzer Saît Salih, Rojnamevan Tariq Hemo, Serokê Federasyona Komeleyên Êzdiyan Cercûr Cemîl, rêveberê wê Nedîm Erkîž, rojnamevan Loqman Bariž û general Husên Merhan pêk tê, ji 8 mehan zêdetir amadekariyên kongreyê kirine. 

Pažê endamê komîteyê Salih Yaltî da xuya kirin ku delegeyên kongreyê ji serok û rêveberên 34 mal û komeleyan,  zêdetirî 300 rewženbîr, dunav û kesayetên civakê yên xwedî bandor kirine.

Yaltî di axaftina xwe de herweha bahsa sedemên pêwîstiya damezrandina tifaqa li Almanyayê jî kir û da zanîn, tenê bi xebateke hevbež ew dikarin karekî serekftî bikin.

Endamê komîteyê rojnamevan Loqman Bariž jî bahsa sedemên pêknehatina yekîtiya êzdiyan kir û xwest, ev kongre bibe destpêka serdemeke nû ji bo êzdiyan.

Bariž di axaftina xwe de îžareta polîtikaya dema pêž a rêxistina were damezrandin jî da û got; "Dibe ku em ne wekî hev bifikirin, ne wekî hev siyasetê bikin, ne weke hev bawermend bin. Em, di çi de, ne wek hev bin jî, lê teqez, em wek hev Êzîdî ne."

Bariž ji delegeyan xwest, Tevî vê newekheviya fikrî, siyasî, bawermendî, takekesî, her kes di vê kongreyê were cem hev û "bi gaveke nuh, rihekî nuh, dilekî nuh û aqilekî nuh, werin ba hev û destên xwe bidin hev."

Dûre endamên komîteyê Nedîm Erkîž û Serhan Îsa bahsa mal û komeleyên êzdiyan li Almanyayê kirin.

Pažê rêziknameyê rêxistina were damezrandin hat xwendin û pižtî guftûgoyan hat xwestin ku çend xal werin sererast û di dawî de bi dengdanê hat qebûlkirin.

Di xala din a rojevê de meclîseke ji 85 kesan hat hilbijartin.

Di roja duyemîn de jî du semîner li ser rewža êzîdiyên li bažûrê Kurdistanê, bi taybet Žengalê ji  aliyê generalê berê yê Iraqê Pîr Husên Merhan û endama Parlamena Ewrûpayê Feleknas Uca ve hatin dayîn.

Li ser rewža êzdiyên li Rûsyayê Ξxanê Eslan ê Anqosî semînerek da.

Di kongreyê de gelek birûsknameyên pîrozbahiyê yên hatibûn žandin jî hatin xwendin.
 
Hinek ji wan birûsknameyan ev bûn:
- Koma Civakên Kurdistanê KCK

- Kongra Gel

- Kongreya Netewî ya Kurdistanê KNKê

- Partiya Demokrat ya Kurdistanê PDKê

- Yekîtî Nižtmanî Kurdistan YNK

- Peyamek bi navê Tevgera Siyasî ya Kurdên Rojavayê Kurdistanê

- Instuta Kurdî li Kölnê

- PYD

- PÇDK

- Yekîtiya êzîdiyan li Moskovayê

- PNA kurd

- Žêwirmendê Serokdewletê Iraqê Ido Babežêx..

- Partiya Nûjinkirin û Demokratîzekirina Sûriye..

-Yekîtiya Qubtiyên Ewrûpayê...

Yekîtiya Qubtiyên Swîsrayê..

- TEVDA

- Roj Tv

- Dengê Mezopotamya

- Radoyaya Dengê Amerîkayê

- Rojnameya Yenî Özgur Polîtikayê 

-Saziya Çand û Hunerê a rojavayê Kurdistan

- û gelek rewženbîrên Kurd û yên êzdî yên ji ber sedemên cûrbecûr nikarîbûn amade bibin.

Navê rêxistina sîwan weke Eziden Zenralrat in Deutschland EZiD (Encumena Navendî ya Êzdiyan li Almanya) hat pejirandin û endamên encumenê ji bo pêždebirina xebatê sond xwarin.

Pižtî vê yekê Loqman Bariž û Cengîzxan Hasso weke Serokên EZiD, Nadya Merhan, Nedîm Erkîž û Mecît Heso jî weke alîkarên serok hatin destnîžankirin.

Sulhiya Nasir, Yilmaz Kaba, Alî Saçik, Merwan Režo, Süleyman Ozmen û Salim Režo jî herweha weke endamên rêveberiyê hatin hilbijartin.

Kongre bi axaftina spasiyê ya her du serokan bi dawî hat.

Dergush  Bilefeld/ Almanya


















 







Cihź ev nūēe jź hatiye: Welatź me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vź nūēeyź navnīžan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1403