Çend kurte helbest
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 24 ÏíÓãÈÑ 2008
Mijar: Helbest





  Azer Osî

Min ne dizanî, bê çima dem, di hêlîna xewna min de,
destên xwe dirêjî sînorên lêmayîna min û te dikî
lê min dizanî
her çar demsal
tevî her demsalên hezkirina min û te
ji boyî lêdana zengilê me
xwe ji demsalên wê bêrî dikin.


* * * * *
Bi evîna te diþewitim
bi bedewbûna te
ciwan dibim
di hebûna te de
ji hiþ ve diçim
û bi ser hiþê xwe ve têm
gav bi gav
ahîn bi ahîn
keser bi keser
li dergahê buhiþta te didim.
* * * * *
Jîn di jiyanê de
li ronahiya çavên te digere
û þev di bêhnvedanê de
xwe bi xwêdana canê te diþo
û ta berbangê xwe bi bêhna te
fêrmiskên xwe ziwa dike.
* * * * *
Her gav
dilê min
bi te re lêdide
her kêlîk
tû di bîra min de tê
bi bayê te re
ez diçim
û mîna wî xwe li te radipêçim
nizanim
kengî ezê sezayî te û xaka te diyar kir
xwedayê ji te hezkir
zê bibim.
* * * * *
Ez û te bûn
û tenê ava çemê evîna me
dizanî
bê çima  av bi evîna me re
mîna peyvên ku me gotibûn
di nava deþt û çolên
min û te, xwedî dikirin
diherike.
* * * * *







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1398