Hevpeyvīn bi mamoste Nesredīn Żbrahīm re Sekreterź (elpatī)
Dīrok: ĒįĆĖäķä 31 ķęįķę 2006
Mijar: Hevpeyvīn


Mamoste, wežana NEWROZ dilxwež û žaye ku di vê hevdîtinê de li we guhdariyê bike, raman, hizir û bîrbaweriyên we derheqa derd û êžên gelê me yê kurd biguhêze xwendevanên xwe, gelekî bi xêr û xwežî hatî.

B -di destpêkê de ez sipasiya NEWROZÊ dikim, bi rastî ew stêrkek geže di warê wêjeya kurdî de,hemî cûre tê de peyda dibin, ez yek ji xwendevanê wê me.


1-Pižtî van guhertinên mezin di hemî warên jiyanê de li cîhanê, hûn pažeroja gelê kurd bi tevayî û gelê me yê kurd li sûriyê bi taybetî çawa dixwînin?

 -Bê goman ev guhertin bingehînin, ji ber li ser tužtine taybetmendî ne, belavkirina demokrasiyê yek ji navnîžanê wê ye, herifandina ykîtiya sovyêt, rijêma talban û ya Žawžîsko, ji hêlekê ve,ji hêla din ve jî roxandina rijîma sedam ê dîktator,bicîkirina fedraliyetê li kurdistana bažûr, ev guhertinê han senter bûn di herema me de, bê goman wê rola xwe biguhêze dewletên derdorî xwe , ji ber bayê demokrasiyê rabûye, û miletê kurd wê ne derveyî van guhertinan be li hemî parçên kurdistanê.

2- Hun rewža tevgera kurdî li sûriyê çawa dinirxînin? Çi kar  û xebat ji bal partiya we ve ji bo yekirina gotina wê dibe?

B- di van rewžên awarte de, ku bihtir ji 40 salî tê mežandin li welatê me, tevgera kurdî ta nuha kariye hebûna xwe biparêze,li gor barzanîna xwe, pirsgirêka kurdî pêžde dide,ji aliyê din ve jî xalin hene ji wan dikaze, parçebûna ne suružtî ya balkêže ji wan, nuha em hewil didin ku tevger were ser hev,ji vê me xwest ku DÎTŻNA HEVBEŽ bibe programek siyasî, û gerek em haziriyê bikin ji kongirek netewî kurdî re li sûriyê, ya bihtir giring avakirina LÊVEGEREK kurdî ku karibe nûnertiya miletê me yê kurd li sûriyê bike.

3-ENÎ û HEVBENDÎ ya kurdî di ragihandina žamê de cih girtine,hin gazin têne kirin,ku di belgenameya wê ya bingehîn de , mafên gelê me yê kurd bi xurtî cih negirtine. Di vî warî de hûn çi dibêjin ?

B-ev cara yekem bû ku me karîbû hebûna doza kurdî li bal opozisyona demokrat li sûriyê bidin çûnrayêkirin,ragihandina žamê bi xwe jî tîpne qalindin, daxwazê endamê xwe teva têr nake,lê belê xalin hevbež di navbera wan de peyda bûne û bûye bingeha pêžveçûna demokrasiyê, ya balkêž ewe ku ev ragihandin qizinceke mezin û gaveke hêja ye .

4-Îro HEVBENDÎ û ENÎ ya kurd karên hevbež bi hevre dikin, ev yeka han cihê dilxwežî û pîroziya gelê me yê kurde. Gelo hûn di HEVBENDÎ û ENÎ yê de hewil didin ku encûmenek kurdî li sûriyê bê avakirin, hemî hêz û rêxistinên kurdî û kesayetiyên xweser cihên xwe têde bigrin?

B-têkiliyên di navbera ENÎ û HEVBENDÎ  yê de, divê pêžkevin, yê me wek partiyek tu problem li ba me nînin , em dixwazin ku ev dîtina hevbež bibe ya tevgera kurdî bi tevayî. Nêzîk, rûnižtinek heye ji bo pêkanîna encûmenek kurdî li sûriyê,gerek rêxistinên tevgera kurdî hemî têde cih bigrin, hêviya me ew e.

5-Wek hatiye naskirin dan û standin di navbera we û P-Y-D-K-S de hene ,û win bi karine hevbež radibin , ta bi çi radeyê ye pêžketina vê yekê?

B- ev biryar di navbera herdû partiyan de istiratîcî û gelekî li pêže, em bi hêvî ne bigihe qûnaxa yekîtiyê,hêviyên min li ser vê gelekî hene ku pêžkeve, ji ber nêrînê me nêzîkî hev in, em xwe dibînin wek partiyek, em bi hêvî ne ku fireh bibe bi rengekî nû li ser bingehek demokrat. Bêyî vê , wê zehmet be tužtek pêžkeve.

6-Pižtî rûnižtina ENÎ û HEVBEDÎ yê bi cîgira serok komarê sûriyê re, ji bo vegerandina nasnamê li kurdên ku di 1962 an de hatibû kižandin, ta bi çi radeyê hêvî li ser têne girêdan?

B-bê goman pižtî hatina serok Bežar Elesed, hêvî li ser pêžvebirin û nûbûnê hatin girêdan, lê mixabinta nuha ew sîstema kevin hê dižopîne, em tu hêviya li ser girênadin, lê ev dîtin, em wê pozitîv(erênî) dinirxînin, ew jî hatiye ji hilguvažtina ku li ser rijêmê tê  mežandin, gerek dîtin bi tevgera kurdî re be, ya dîtir, gerek em hay ji hevdû hebin, em bi hevre herin yan bi hevre neçin.
Ewan da xuyakirin ku ev nasname wê rewža wê  bê çareserkirin. Berê jî soz hatibûn dan,em hêvîdar in vê carê rast be.

7- Di warê gežkirina wêje,çand,folklor,ûzimanê kurdî de , partiya we çi karî îro dike

B-li bame kovarek bi navê (JÎN) heye , bi kurdî û erebî ye, jimara wê gihaye 101 ê, ROJ û AZADÎ jî du kovarin heremî ne, yek li Cezîrê, ya din li HELEBÊ derdikeve, komîtên fêrbûna zimên hene, em dibînin gerek kar bihtir be ji wilo, lê rewža zimên li ba hevalên YEKÎTÎ baž li pêž e û guhdan lê baž dibe.

8- Eve 67 hejmar ji wežana NEWROZ a du mehane bi temenê /10/ salan belav bûne . Hûn derçûna vê belavokê çawa di bînin, çi rexne û kêmasiyan lê digrin mamoste ?

B-wek di pêžde min got bi rastî NEWROZ stêrek geže bi gelek tužtan ve mijûl dibe, berdewamiyê ez jêre dixwazim , bi hêvî me pêžkeve roj bi roj.

9- Bê gomane ku zimanê me nasnama me ya netewî ye, ji bo fêrbûn û fêrkirina zimanê dayika me, hûn ji keç û lawên gelê xwere çi di bêjin ?

B- ez bi hêvî me keç , law û hemû kesên kurd taybetmendiyekê bidin ziman, ji ber ew nasnama me ye , tevgera kurdî tužtin baž kirine di vî warî de .

10- Gotina te ya dawî ji xwendevanên NEWROZ re çiye mamoste ?

B- silavê min li ser rûpelê NEWROZ a rengîn ji hemî karmend û xwendevanê wê re rêdikim, NEWROZÊ bixwênin û bidin xwendin.

                    Ji kûrbûna dilê xwe , mamoste em we sipas dikin
---------
Jêder: rojnama NEWROZ






Cihź ev nūēe jź hatiye: Welatź me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vź nūēeyź navnīžan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=136