TOLHILDANA DIL
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 18 äæÝãÈÑ 2008
Mijar: Nûçe



Demhat Dêrikî

"Bese!..ev gotinên te li sûka bazirganên pez bê pere ne.Xelk ji wan gotinan diwerimin,gêj dibin,jehrî dikevin û diveriþin"

Diaxifî û her du çavên wî wek bizotên êgir lêhatibûn û mirov digot qey agir ji wan dipeþe!

"Keçê!min hemû hezkirina xwe d ate û dema tu xuya nedikirî,cîhan li min dibû tofana Nûh!..Min þev û roj bi diranên xwe yê bê aram dikirin kirte kirt û ji dengê kirtînê cîran dibezîn hawara min."


"Min çi ne gotiye,tenê min got,ez li ser riya xwe tu li ser riya xwe."
"Çi!?Ma nayê bîra te,ez li bin barana sibata dîn li serê kolana ku bi agirê evîndaran þewitî li benda te dimam û piþtî êrîþa sire du-sê roj dirêjkirî dimam û pakêtên çixaran ji ber min bazdidan û bi dengê kuxika ji kûrahiya þikefta min derdiket,bijîþk dihat…Hey bê bext!ji bo xatirê her du çavên te yê ku niha awirên mar û dûpiþkan vedidin,gelek bejin sipîndar,gelek pêsîrzozan ji min dûr ketin û di kolanên biyaniyê de winda bûn.Hey yezdan!ji xwe qet ji bîra min naçe ku jibo wan her du lêvên te yê wek du petatên kurmî,bi dehê caran  dilê dê û bavê min bûne parçe parçe û niha her parçek ji wan werîsê sêdarê jibo min amade kirine.Tu jî niha hatî dibêje;pardun,li min bibore êdî ez nikarim hezkirina te berdewam bikim,bila ew bîranînên min û te di pirtûka serpêhatiyan de bimînin.Keçê!ez di di pirtûka serpêhatiyên bê bext de b…ma serpêhatî man!?Ne ez wek çiyayê agirî bilind bûm,niha bûme wek kendalekî xwelîser û marmarok û cirdên çolan hestên min di nava xwe de kirine gog(tal,tip)û li ser canê min yê bûyî,dileyîzin.Hawar,ez bi çolan bikevim?"

Ahîn sere xwe nizim kiribû û rondik bûbûn hevalê wê nizim kirinê.Lê Dilbirîn serê wê rakir û bi dengek bilind qîrî

"Beseeee!hew van rondikên timsahan bibarîne.Ne xezeb ji te dibare û xezeba te bûye zebaniyê kuþtina dilê min .Keçê ma te çi zû soza me jibîr kir?
"Bê dengî"

"Lêvsora min, çima tu bê dengî(!?).Lê nexeme,bila dilê min jî li welatê ku evîn lê tê firotin bibe rêwî.Ji ber ku her qolincek zayîna evîneke nû ye.."
"Dilbirîn,li min bibore,ez evîna te me…"

"Derew!derewçînê ev bû çend car…?Lê biçe evan gotinên xwe bifroþe xortekî din ku kakilê evîna te ya bêhn pêketî nasneke,da di kolana sêvên te yê tirþ de maya derewîn serxweþ bibe.Çara nema ,êdî wêneya te di bin lingê min de dike xiþe xiþ û navê te wek taviya biharê hat û çû…here bê bext,here ezê tûrikê xwe yê dagirtî ji peyvên bihuþtî bidim piþta xwe û li evîneke sipî ku navê bê bextiyê nasnake bigerim,da çîroka tolhildana dil dubare nebe.

demhatderiki@hotmail.com







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1351