2 diyardeyên seyr û malwêran
Dîrok: ÇáÃÍÏ 16 äæİãÈÑ 2008
Mijar: gotar



Dr. Heznî Haco
heznihajo@hotmail.com 

    Çend diyarde li bakurê welêt hene ku ji me rojavayî, başûrî û bawer dikim ji rojhilatiyan re jî pirr seyr tên. 2 ji wan, bibêje çawa Bêzelê "kîmya" M.E. Birand û hijmarek ne kêm ji general, siyasetmedar, rojnamevan ûhwd guhert, weha ev her du diyarde kîmya me diguherînin:
    1. Çawa mirov kurd be, bi kurdî zanibe, di mal de bi zarokên xwe re û li derve, bi heval û hogirên xwe re – ku ew bi xwe jî kurd in - bi tirkî biaxive?!?!.


    Em dizanin ku dewleta tirk bi rengekî pirr hişk, xurt û sistematîk li ser sekinî, ku kurdên bakur zimanê  xwe jibîr bikin. Em dizanin çawa mamosteyên wan, zarokên kurd ji dê û bavên wan re dikirin sîxur, da bizanibin kî li wan bûye mêvan û bi çi zimanî dihat axiftin. Em wê jî dizanin ku ev pêvajoya ji mirovayetî dûr, çawa ta salên 50iyan bê kêm û kurî hat domandin. Lê ji ber çi piştî hewqas têkoşîna çekdarî û sivîl ev diyarde ta sedsala 21an dom dike? Ev yek - ji me ve - ne tê guvitandin (hezimkirin) û ne jî mirov tê digihe.

    Rast e ku tevgera azadîxwaz di babeta bikaranîna zimanê kurdî de, bi taybetî di nav kadroyên xweyî çekdar de pirr kêmasî nîşan da, lê ma kê destê kadroyên rêxistinên legal ji HEP, DEP, HADEP, DEHAP ta DTPe  û bi taybetî destê yên ku rexnegirtina vê tevgerê ji xwe re kirine armanc, digirt ku vê valahiya bive (xeternak) dagire?
    Me kêmasiyên salên pêşîn qebûl dikir ji ber ku di destpêkê de pirraniya kadroyan û yên ku tevlî perwerdeya têkoşîna çekdarî dibûn jî, ji bakur bûn. Dema kadro û gencên ku nuh ji kampê der diketin û di nav cemawerê rojava de digeriyan, û car car bi hev re bi tirkî diaxivîn, çi nedima ku quloç bi sere me ve çêbibin. Ez rastiyê bibêjim vê reftara wan ew di çavên me de hinekî biçûk dikir. Me ew dişibandin wan kesên nexwendî, yên ku ji gundan me diçûn eskeriyê û dema bi serdan dihatin mal, gotinên erebî tevlî axiftina xwe dikirin, da ku bidin xuyanîkirin ku ew ji gundiyan şaristanîtir in.
    Min îsal du caran serdana bakurê welêt kir. Nisêbînê jê derxe ta Wanê kurdên me bi tirkî bi hev re diaxivîn. Ez ji vê şildim bilima wan qolincî dibûm. Lê dema min berê xwe dida yekî û jê dipirsî ma tu kurdî dizanî, weke ku mirov şivekê li pozê wî bide, li min dinêrt û digot; erê, ma ez ne kurd im. Ez û hevalên ku bi min re bûn – tev rojavayî bûn -  me dikir niç niç û ji wan re digot; pa vêca çima tu bi zimanê xwe napeyivî?
    Dîsan ez dibêjim; em "binxetî" tê digihin ku demek hat kurdên me yî bakurî di bin darê zorê de dev ji zimanê xwe berdan, demeke hat wan xwe  "pêşketî" didîtin û şerm dikirin êdî bi vî zimanê "paşketî" biaxivin. Lê çawa mirov dikare vê diyardeyê şîrove bike – diyardeya ku mirov xwe û zimanê xwe biçîk bibîne - dema 30 sal di ser tevgerek weha bi hêz derbas dibin, bê ku ev hestê  xwebiçûkdîtinê ji hole rabe yan ta radeyek mezin wenda bibe?

    2. Diyardeye dinî malwêran  ew e ku rêjeyek ne kêm ji gelê me yî li bakur hîn jî bi rêxistinên sistêmê tê xapandin û di hilbijartinan de dengê xwe dide van rêxistinan!!!
    Li vî beşê welêt jî – rojava - hijmarek ne pirr kêm kurd hene ku ji bo berjewendiyên xwe yî takekesî dikevin partiyên sistemê. Pirranya wan xwendevanên ku ji belengazî û rewşa xweyî xêzanî, di dawiya xuleyên (sef) dibistana navîn de dikevin van partiyan – bi taybetî partiya Baas - daku bikaribin zûtir di dezgehên dewletê de  weke karmend werin pejirandin. Goman tê de nine ku di nav wan de mirovên opoçunist û kêmrûmet hene, yên ku gel û netewa xwe ji bo male dinyayê difiroşin. Reftara hinan ji van kesên  ku dikevin meqamin bilind, li hember gelê wan, dijwartir e ji reftara kesek ereb î nejadperist. Lê di hilbijartinên parlemento û şaredariyan de – heger bi rengekî azad û veşartî werin çêkirin – 90%ê  wan, dengên xwe didin nemzetên rêxistinên kurd. Li başûrê welêt ji xwe ne li bîra kesî ye ku dengê xwe bide rêxistinek ereb, Turkmen an ên din. Tu li seranserê gund, bajarok û bajarên başûrê Kurdistanê bigerî, tu bîroyên rêxistinên ereb nabînî. Li Hewlêr, Silêmanî û Kerkûkê jî mirov bîroyên rêxistinên Turkmen, Asûr-Kildanî dibîne, lê di hilbijartinan de ne kurd dengên xwe didin turkmenan, ne ev dengên xwe didin kurdan.
    Tişta herî seyr ku mirov matmayî dihêle ew e ku çawa mar dikare çermê xwe bi hêsanî biguhere, weha nemzetên me yî bakurî, yên ku ji tevgera azadîxwaz dûr in, bi hêsanî dikarin ji CHPe bikevin, DOGRU YOL,  DSPe yan MHPe ûhwd. Ez navê gelekan ji van nas dikim ku bijîjk, endezyar, parêzer ûhwd in. Ji xwe ku axiftin tê ser serokeşîr, şêx û melayan, ên ku dikarin di salekê de çend caran vî çermî biguherin, êdî lîsteya van navan bêdawî dibe.
    Berî tevgera azadîxwaz kesin weha dibûn parlementer û serokşaredar - ne tenê di yek legeslatîvê (dewreyekê) de – bê ku bi hinda sere derziyê ji gelê xwe re kar bikin. Kesî nediwêrabû gotineke ji gulê girantir ji wan re bêje yan "zimandirêjiyan" bike û rexne li wan bigre. Weke dîkên elokan xwe piv didan û dema belengazek ji gelê wan dixwest daxwazek mafdar ji wan bike, divabû ji 10 metroyan ve, sertewandî û pepûkane xwe nêzîkî  wan bike, destê wan maç bike taku bikaribe daxwaznama xwe radestî wan bike. Kî, ji van faraonan, li xwe didanî ku bibêje ku ew kurd e?


    Di hilbijartinên dawîn ên şaredaran de DTPe hijmarek baş ji şaredariyan xiste destê xwe. Dost û dijmin ber pê tên ku ta niha karek hêja tê pêşkêş kirin, tevî ku desthilatdarên Enqerê, weke ku tê xwestin, alîkariya aborî, ya ku ji van şaredariyan re dikeve, nade wan. Gelê van bajaran bê asteng dikare bê tirs kêmûkuriyên ku peyda dibin, rexne bike.  
   
    Ji me rojavayiyan re, encamên hilbijartinên dawîn ên parlemento weke erdhejekê hat temaşekirin. Me ji xwe re digot, çawa hîn jî gelê me li bakur, bi fen û rîpen AKPe were xapandin? Qawana kevnî gemarî ku dîsa ola islamê weke berê hat bikaranîn, bi hêsanî bû kerekorek maran û bi me ve da.
    Rast e ku DTPe taktîkin ne li rê, li hinek deveran bikar anî, û dîsan rast e ku rêxistinên din ên sistemê pirr kêm deng wergirtin, lê ku AKPe vê tofana dengên kurdan biçine, ev yek di gewriya me re neçû xwar.

    Di adara 2009an de, dê hilbijartinên şaredariyan li Tirkiyê pêk werin. Heger piştî hevqas cangorî û xebata disiplînkirî, piştî yekemîn cara xwinkirin  û firkandina pozê Mehmetçik û generalên wan, piştî berzbûna têkoşûna kurdan li her deverê û bidestxistina destkeftinên hêja li başûrê welêt, heger piştî van tevan kurdên bakur dersek xurt nedin rêxistinên sistema dewleta tirk û di serî de AKPe û Erdoganê wê, yê ku dixwaze kurdan ji welatê wan derxe, hingê divê bakurî gazindan nekin ku muyên me bişikên û hêviyên me bi wan re, kêm bibin.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1350