PÎRA FATÊ
Dîrok: ÇáÃÍÏ 09 äæÝãÈÑ 2008
Mijar: Nûçe



Demhat Dêrikî

Meha avdarê bû,lê mirov digot qey keça rojê tebax bûye serdestê sirûþtê,ew çend hilim ji erdê radibû.Genim û ceh hêdî hêdî diþewitî û erda di nav hêviya barîna baranê de dikir feryad,zikê wê diþeqitî û her dikir nale nal!

Dayîka ku barê jiyanê hilgirtibû ser piþta xwe,weke heroj berê xwe da ser erda ku ew di nav rondikên hawar û gaziyê de noq dikir!


piþtî dayîka Fatê bi gavên kûsî giha ser erd,li nava erda hêviyên pêþeroja jiyanê de rûniþt,çawa dayîka Fatê li ser qîrînên dayîka mezin rûniþt,destê xwe vekir,sere xwe ber bi asîman ve hilda û got(waa xudanê gerdûn,ez pîra Fatê me,tee z nas kirim?Na na tu min nasdikî,ma çawa tu min nasnakî?),dema ew diaxifî,dayîka mezin dikir nale nal,lê pîra Fatê ew di nava axiftina xwe de þiyar dikr (…jinê hiþbe jinê!Mal xirabê ev hezarê salane tu dikî qîrîn û hawar,de hema piçekê bêhnvedanê bide.Mane ez derdê xwe û te tînim ziman…belê belê tu min nasdikî.Ma çima tu min û dayîka min bê jiyan dihêle!?)

Lê asîman bê deng bû,tav dijwartir dibû!Nalînên erdê ber(mirinê)ve diçû,bilintir dibû!Li hember vê dîmenê pîra Fatê matmayî ma,mirûzê wê zer bû.Careke din got(nexwe wisa?De bila wisa be)û cila li ber pêsîra xwe kire parçe parçe.Her du memikên weke erda bê av,bûne du memikên serhildayî.Pîra Fatê bi her du memikên xwe girt,bi erdê ve bir û anî û digot(de vewxe,devexwe,têr vexwe)her du memik ji xwînê sor bûn,lê her pîra Fatê digot(de vexwe,têr vexwe,ez keça te me,ezê bi her du kaniyên xwe te þîn bikim).Xwîn diherikî,rûyê dayîkê vedibû,dayîka mezin dikenî…û her xwîn diherikî…ûpîra Fatê di nava girî û xwînê de xatir xwest û çû…çûnek bê dawî…û dayê jî,dikenî,zikê wê digeha hev,bêhin jê diforî ew bêhna jiyanê!..

demhatderiki@hotmail.com







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1336